Dara Turhan*
Gavek mezin hate avêtin.
Partiyên siyasî yên ku dikevin hilbijartin lîsteya xwe ya berendaman dan YSK'ê.
Belê.
Em bên ser Sêrtê.
Lîsteya mebûsên HDP'ê yên Sêrtê.
1- Kadri Yıldırım.
2-Hatice Sevim Tekin.
3-İsmail Aydın.
Lîsteya mebûsên AKP'ê yên Sêrtê.
1-Yasin Aktay.
2-Haşim Taşkıran.
3-Ali İlbaş.
Berendamê serbixwe; Fadil Akgunduz.
Ez vê eşkere bibêjim.
Lîsteya HDP'ê ne lîsteya ku li bendê bûn.
Bi şaşwazî hate pêşwazîkirin.
Hevalekî min ku dengê xwe dide HDP'ê got: "Lîste nebû sedema coşek mezin."
Heta kêliya dawî jî li bendê bûn ku Zubeyir Aydar û Ceylan Bagriyanık bibin berendam.
Li gor îdîayek hikumetê ewlehî neda ku Zubeyir Aydar bê dê neyê girtin loma HDP'ê ew berendam nîşan neda.
Piştgirên HDP'ê yên Sêrtê bi şaşwazî lîsteya berendamên mebûsên xwe dîtin, lê dema lîsteya berendamên mebûsiyên yên AKP'ê yên Sêrtê dîtin careke din şoq bûn û dest bi hesaba 3-0'ê kirin.
Ji lîsteya HDP'ê ez tenê Îsmaîl Aydin nas dikim.
Ji lîsteya AKP'ê kesî nas nakim.
Lê.
Lê ji pêşberendamên AKP'ê jî yên HDP'ê jî min gelek kes nas dikir.
Ji ber ez nas nakim ez nikarim bi awayê erênî yan neyînî qala berendamên AKP'ê bikim.
Wekî min got, min gelek pêşberendam nas dikirin.
Ji lîsteya pêşberendamên AKP'ê Fezvi Sevgili hebû.
Ji ber ku Fevzi Sevgili berendam nîşan nedan lîsteya AKP'ê bû sedem ku lîsteya HDP'ê li Sêrtê bêhnek kûr bikişîne.
Lîsteya HDP'ê aram bû.
Lîsteya AKP'ê ku Sevgili ne têde ye îdam bi xwe ye, li Misircê herî hindik dê 5 hezar dengên AKP'ê kêm bike.
Dîsa îdîaya min e we;
HDP tenê li Misircê xwe gihandiye 25 hezar dengî.
Fevzi Sevgili û malbata wî li Misircê têne hezkirin, hurmetê dibînin.
Fevzi beg di warê pirsgirêka kurd e pejinkar e, lihevkar e, xweşsiyetekî xweş bîn.
Kesên ji Fevzi Sevgili hez dikin dê deng nedin lîsteya AKP'ê ku ew têed nîn e.
Yên ku xwe nêzî Fevzi Sevgili hîs dikin dê xwe nêzî HDP'ê bikin.
Yanê.
Bi tirkîgotina wê ev e:
Sevgili aday bihata nîşandayîn dê AKP'ê ji HDP'ê deng bigirta.
Niha berevajî vê yekê tişt derket holê.
Em bên ser berendamê rêza sisêyan ê HDP'ê, bêr ser Îsmaîl Aydin ku dê çi kedê li Sêrtê bixe.
Min Îsmaîl Aydin nas kir.
Û,
Min gelek jê hez kir.
Mutewazî ye.
Ji dil e.
Karê malî mişawirî dike.
Bi salan e bi keda xwe debara xwe dike.
Zarokên xweşik mezin kirine.
Demek dirêj e di nav vê kevneşopiya siyasî ku niha berendamê wê de ye cih girtiye.
Îsmaîl Aydin ji Tilo, ji erebên navenda Sêrtê, ji Şîrwanê dê dengan ber bi HDP'ê ve bîne.
Baş e...
Berendamê mebûsî yê serbixwe Fadil Akgunduz dê çi bike?
Populerbûna berê ya Akgunduz li Sêrtê tune ye.
Yên ku deng didin Akgunduz li Sêrtê dengê xwe didan AKP'ê.
Em bibêjin Akgunduz 1000 deng girt.
Ji vî hezar dengî 900'î jê ji AKP'ê digire.
Li Sêrtêya ku Fadil Akgunduz nebe berendam dengên ku ew digire ber bi CHP, MHP, HDP'ê nazin, ew deng diçin ji bo AKP'ê.
Fevzi Sevgili.
İsmail Aydin.
Fadil Akgunduz.
Dema em van faktoran hemûyan didin ser hev, pêşî şaşwazî..
Paşê em fêm dikin ku çima HDP'yî bi kêf in.
Piştî ev nivîs hat xwendin, ez dibihîzim wisa tê gotin...
"Bila HDP bendavê derbas bike û bê."
Rast e.
Ger HDP bendavê derbas neke AKP li Sêrtê 3-0 dibe.
Ger tu hefte berê hilbijartin çêbiba HDP'ê bendav derbas kiribû.
Êrîşa qirêj, a pîs a Çaglayanê ev berevajî kir.
Paşê êrîşa li Emniyeta Vatanê jî heman bandor kir.
Hilbijartin...
HDP...
Êdî li ser wan nayê axivîn.
Bûyerên wisa bidomin dibe HDP bendavê derbas neke, belkî hilbijartin jî çênebe.
Di pêvajoya hilbijartinê de provakasyon ne bi kêrî HDP, ne CHP, ne MHP, ne bi kêrî AKP'ê tê.
Ji bo her cude şîdet, provakasyon na.
Vaye tam ji ber vê yekê ricami ji birên min ên HDP'yî.
Heta 7'ê pûşperê saet 17.00 kesek sîleyek li we bixwe, berê xwe badin û aliyê din jî nîşan bidin ku sîleyek li wir de jî.
Lê.
Qet hûn sîleyê neweşînin.
*Ji Siirttenote hatiye girtin û hatiye wergerandin
**
Li ser hilbijartinê nûçeyên eleqedar:
- Li ser lîsteya HDP'ê ya mebûsan hin kîte
- Vaye lîsteya berendamên HDP'ê yên mebûsiyê


