___Brahîmê Alûcî___
Destpêk
Di edebiyata derûnkolîneriyê (psîkanalîtîk) de, windabûn û cihêbûn (separation) ne tenê rûdanên takekesane ne; diyardeyên ku di binyada derûnî (psychic structure) de roleke bingehîn dilîzin hene. Freud (1917), di xebata xwe ya navdar "Şîn û Malxulyanî" (Mourning and Melancholia) de destnîşan kir ku pêvajoya şînê (mourning process) rê li ber avabûnên derûnî û giyanî yên nûşiyan û berxwedêr vedike. Her windabûnek — ne tenê mirina takekes, lê di heman demê de windabûna bîr, xeyal, derfet, şiyan û têkçûnê jî ye — dikare pêvajoyên şînê yên ku divê bên qedandin ava an berdewam bike. Di van hemû windabûn, cihêbûn û têkçûnan de, wekî di mirinê de jî şîn dibe ku xwe nîşanî me nede; lêbelê mekanîzmayên rageşî û xemgîniyê, înkarkirinê, serhildanê û tezmîna xeyalî (phantasmatic compensation) yên ku xwe dispêrin heman esl û feslên bingehîn dikarin xwe ji nû ve nîşanî me bidin.
Di rewşa kurd û Kurdistanê de — bi windabûna axê, zimanê ji nifşekî berê nehatiye mîraskirin, nasnameya bêdawî ya nehatiye naskirin, êşên hevpar (kolektîf) ên nehatine şînûşûngirtinê — qadeke mînak e ku ev têgehên psîkanalîtîk di warê civakî û kolektîf de têne ceribandin. Nasnameya kurdan li ser windabûnên çend qatî hatiye avakirin: windabûna axê (land), windabûna siyasî, perçebûna civakî û komelî, qirkirina çandî û bi piranî jî nekarîna şînûşûna van windabûnan bigirin.
Şîn û Binyada Derûnî û Giyanî
Freud (1917) eziyê (ego) dişibîne "Teyrê Sîmir ê ji xweliya xwe ji nû ve tê dinê" û wê wekî diyardeyekê bikar tîne. Ev şibandin ji bo rewşa kurdan bi awayek xurt û qewîn li hev tê: xwebûn û ezî (ego) ji windabûnan re bersivê dide û windabûnan di nav hebûn û xwebûna xwe de derbas dike (metabolize); hingê potansiyelên nû li şûna windabûnê wekî avabûnên nû yên derûnî û giyanî derdikevin holê. Lêbelê, dema windabûn neyên naskirin û şîn neyê girtin, ev pêvajo radiweste, qeşa digire û disekine. Ji ber vê yekê serdestên Kurdistanê û neyarên kurdan êrîşî şînûşûngirtina kurdan dikin da ku hebûn û xwebûna têkûz her qels, birîndar û nexweş bimîne — ango da ku kurd di wê rewşa şîngirtinê de asê bimîne; loma gora xera dikin, bi termên miriyên kurdan dilîzin û gorên mezinên kurdan vedişêrin, wekî Şêx Seîd, Seyîd Riza û hwd.
Di dîroka kurdan de, windabûnên komî — ango hevpar — bi piranî ne tenê nehatine naskirin, lê bi darê zorê jî înkar bûne. Înkara windabûnê (denial of loss) — ya ku di asta dewletê de qewimiye û di asta civakî û komelî de xwe dubare kiriye — bûye astengeke mezin li ber pêvajoya şînûşûnê. Dema şîn neyê girtin û windabûn neyê metabolîze kirin, geşedan û pêşketina derûnî û giyanî jî mimkûn nabe. Ev pêvajoya astengkirinê, di dîroka kurdan de, ticarî venegeriyaye ser hemdê xwe û li ser rehê xwe yê hebûn û xwebûneke saxlem bilind nebûye û nehatiye berz kirin.
Rewşa Paranoîd-Şîzoîd û Depresîf
Melanie Klein (1946, 1952) du rewşên bingehîn di têkiliya derûnî û giyanî ya bi cihanê re diyar kir: rewşa paranoîd-şîzoîd û rewşa depresîf. Di rewşa paranoîd-şîzoîd de, derûn û giyan di cihaneke ku bi rengê reş û spî hatiye dabeşkirin de dijî. Baş û bed — xerab — di vê cihana duqatî de, bêyî ku cih ji nediyarî û gumanê re bihêlin, wekî aktor têne naskirin. Ev rewş bi gelemperî nenas e; bi van nediyariyan re tebat û sebata wê nîne. Di cihanê de rêya sêyem tune ye; tenê ji hebûna du-alî ya baş û bed pêkhatî ye.
Aliyê şîzoîd ê vê rewşê derbarê vê dabeşbûn û perçebûnê ye. Aliyê paranoîd jî derxistina yek ji van her du beşan — bi piranî ya bed û xerab — ber bi derve (derxweyî) ve ye: yê-din (the Other) bed û xerab in, xwebûn (self) baş e.
Di rewşa kurd û Kurdistanê de, ev rewş xwe di çend awayan de nîşanî me dide: di nav xwe de dabeşkirina "kurdê rastîn" û "kurdê xerab"; di têkiliya bi dijminan re de, cihaneke ku tenê "me" û "wan" tê de heye; û nekarîna têkiliyên ambîvalent bifikirine. Ev rewş di dema zilm û zorê de siruştî û xwezayî ye — wekî berevaniyekê (defence) ye — lê heke bi demê re neguhere, bend û astengek li ber geşedan û pêşketinê çêdibe.
Rewşa depresîf ew e ku tê de baş û xerab dest bi entegrebûnê dikin. Ligel vê yekê, di cihanê de ji bilî baş û xerab, reş û spî, rêyên din ên sêyem bêtir mimkûn dibin. Cihan ne tenê reş û spî, lê bi destpêkirina rengên din dixemile. Şîn û têkçûn tên naskirin. Yên hatine windakirin bi nîşan û wate têne cihguhêz û sembolîzekirin; wekî ku Nietzsche gotiye: "Êş û elemên ku mirov nekujin, mirov xurt û qewîn dikin."
Ji bo civata kurd, gihandina rewşa depresîf tê wê wateyê ku bikaribe hem hovîtî hem jî şiyana mirovahiyê di heman takekesî de bibîne; ku bikaribe hem êşê hem jî hêviyê di heman demê de bihêle; û ku bêyî windakirina nasnameya xwe, têkiliyên aloz û tevlihev ava bike. Ev tebat û sebatên nû, bingeha avabûna civakî û nasnameya saxlem û tendirust in.
Berevaniyên Manîk û Înkara Têkçûnê
Berevaniyên manîk (manic defences) di rewşa paranoîd-şîzoîd de an jî di astengiyên ku ew çêdike de cih digirin û guneh û poşmaniyê mimkûn nakin; lê di rewşa depresîf de tebat û sebata van hestan zêde dibe û diyardeya lêborînxwestinê (apology) û pêvajoyên nûşiyan û tazmînatê (reparation) dest pê dikin. Di rewşa paranoîd-şîzoîd de wext di saetekê de sekinî ye an jî di dûbareya dorpêçkî de ye; lê di rewşa depresîf de wextê xêzî (linear time) xuya dibe. Niha hînkirin û ders girtin ji ezmûn û dîrokê heye. Êş û êlemên heman takekes dûbare û dîsa nayên jiyîn. Ji ezmûnên nû û afirandinên nû re cih tê vekirin.
Di civata kurd de, ev berevaniyên manîk xwe di şiklên wekî pesna dîrokê ya zêde bê lênêrîna rexneyî, nekarîna qebûlkirina xeletiyan an jî di veguherandina zilmê ber bi karektereke mîtîk (mythic) de xwe nîşanî me dide. Riya çûna ber bi başbûn û pêşketinê re ji biçekê birîna can, bihayê derûnî û giyanî û hestkirina gunehiyê derbas dibe. Aliyê ku naxwaze van bijî, riya ku betanê wê ji ser ve biha ye hildibijêre û li ber geşedan û pêşketinê radiweste. Bi vî rengî, berevaniyên manîk di xebata derûnî ya civakî de wekî dîwarekî stûr xwe datîne pêşiya hebûn û xwebûna xwe.
Êrîşên li ser Girêdan û Bîrdoziyên Komployê
Têgeha Bion (1959) a "êrîşa li ser girêdanan" (attacks on linking) di bingeha xwe de êrîşek li ser girêdana derûnî û giyanî ye. Derûnê ji rewşa depresîf dûr dixe, giyanê ji perçebûna baş-xerab diparêze, cihanek reş û spî ya domdar diafirîne û xwedî têgîna bingehîn a cihana paranoîd dimîne. Ev têgeh dikare ji aliyê derûnî û giyanî ve jî wisa bê fikirîn: em daneyekê bi daneyek din sentez dikin û digihîjin têgîhiştineke bilindtir. Rewşa depresîf vê mimkûn dike. Lêbelê di êrîşên li ser girêdanan de senteza ramanan tê astengkirin û têgihiştinên hov û seretayî yên cihana paranoîd dimînin.
Bîrdoziyên komploya di nav civata kurd de gelek in — û ji ber dîrokek rastîn a zilm û xayîniyan, hinekî serorastî ne. Lêbelê dema ew bêne bikar anîn wekî mekanîzmayeke giştî û her cure dahûrîn û analîzê asteng bikin, ew nîşanek rewşa paranoîd-şîzoîd in. Gotina "Hemû cihan dijminê me ne" hewante nehatiye afirandin. Dijberiya di navbera "nîşanek têgihiştinê" û "mekanîzmaya bergiriyan" de, yekî ji erkên sereke yên têgihiştina derûnî ya civakî ye.
Ji bo civata kurd, zanîna ku kengê bîrdoziyeke komployê nîşanek rastîn a dîrokî ye û kengê berevaniyek derûnî-giyanî ye, gava sereke ya azadbûna derûnî û siyasî ye. Ev ji hev cuda kirin, xebata derûnî ya kolektîf (collective psychic work) dipirse û pêwîstî bi çarçoveyek analîtîk û rexneyî heye.
Tirsa Bênav û Şîna Nebêrkirî
Tirsa bênav (nameless dread) têgeheke Bion (1962) e ji bo dahênandinek li ser tirsek mezin ku dê ramanê bisekinîne. Ev ezmûna tirsê dikare ji encama trawmayekê derkeve; windabûn jî di dawiyê de trawmayeke ye. Hin windabûn, piştî ku çêdibin, raman, fikirîn, sembolîzekirina wan û kirina wan bi wateyekê di derûn û giyanê de mimkûn nabe. Wê hingê ya dimîne bi refleksên derûnî û giyanî — valahî, kêl, stêrkên reş — di derûn û giyanê de cih digirin.
Heke windabûn neyê naskirin û şîn jî neyê girtin, pakbûn û başbûn (healing) — her tiştê ku em bi wê re mebest dikin — jî nabe û geşedan jî mimkûn nabe. Jiyana mirovî ji hevdîtin, cihêbûn, windabûn û cihguhêzkirinan pêk tê. Carinan mirov, carinan îdeal, carinan tiştên hezkirî tên windakirin; lê windabûn dema bên metabolîze kirin, destbidestên nû çêdibin. Girêdana bi windakirinê re û înkara windakirinê geşedanê disekinîne.
Di rewşeke "sekinî, şikestî" ya wisa de, di derûn û giyanê de hem zanîna ku windabûn heye, ezmûna wan ya taybetî heye, hem jî aliyekî ku hewl dide ku mîna ku tiştek nebûye bijî heye. Ev takekes û civat di arafa berteka şîna girêkî û tevlihev (complicated grief reaction) de dimîne.
Ji bo civata kurdan, ev yek tê wê wateyê ku trajediyen dîrokî — windabûna sedsalan, zordariya li ser zimanê kurdî, penaberiya neçarî — heke di nav "tirsa bênav" (nameless dread) de bimînin — nehatibe axaftin, nehatibe sembolîzekirin, nehatibe şînûşûngirtin — ew li ser derûn û ruhê civakî çap dibin. Ev çap xwe nîşan dide: di reftar û tevgera barekî zêde ya nexweşiya derûnlaşî (psychosomatic) de, di nekarîna plankirina stratejîk de, di pattern-ên têkiliya navxweyî yên dûbare de. Ev çapên derûnî û giyanî bi aramî û bêdengî jiyana civakî û siyasî şêwezar dikin.
Encam
Têgehên derûnkolîneriyê (psîkanalîtîk) ên Freud, Klein û Bion di analîzkirina rewşa derûnî û giyanî ya civakî de alav û amûrên hêzdar pêşkêş dikin. Di çarçoveya kurd û Kurdistanê de, ev têgeh pirsgirêkên windabûna nasnekirî, şînûşûna nebêrkirî û mekanîzmayên bergiriyê yên ku rê li ber geşedana civakî û giyanî digirin aşkere dikin. Rêya ber başbûn û pêşketinê re neçar e ku ji naskirina windabûnê, şîna rastîn û di rewşa depresîf de avabûna giyaniyeke nû bê. Ev ne tenê ji bo takekesan, lê ji bo tevahiya civata kurd wekî pêvajoyeke hevpar pêwîst e.
Pêvajoya kolektîf a şînûşûnê bi çend gavên bingehîn pêk tê: yekem, naskirina windabûnê û qebûlkirina êşa wê; duyem, sembolîzekirina windabûnê di nav çand û hûnerê de; sêyem, avabûna girêdanên nû û têkiliyên entegre li şûna yên perçekirî; û çarem, veguherandina êşê ber bi hêzeke afirandin û pêşketinê. Ev pêvajo di civata kurd de hîna dest neketiye û hewcedariya wê bi çarçoveyeke derûnî, çandî û siyasî ya piştgir heye.
Di dawiyê de, windabûn û şîn ne tenê êşên şexsî ne; ew di heman demê de hêzên ku — gava bên naskirin û metabolîzekirin — avabûnên nû yên civakî û nasnameya saxlem pêk tînin. Jiyan û hebûna kurdan, dema şîna wan a hevpar bê girtin û bê jiyîn, potansiyela avabûnê û pêşketinê ya mezin di xwe de vedişêre — hewla neyarên kurdan ew e ku ev potansiyela nûşiyan, avabûn û geşedanê dernekeve holê.
Termên Sereke
Şîn / Şînûşûn (Mourning / Grief) Pêvajoya derûnî û giyanî ya ku tê de mirov windabûnek — mirin, cihêbûn, têkçûn — hildide û metabolîze dike. Şîna saxlem tê wê wateyê ku windabûn bê naskirin, êş bê hîskirin û jiyan li pêşde berdewam bike. Heke ev pêvajo were astengkirin, rewşa şîna girêkî û tevlihev (complicated grief) çêdibe.
Windabûn (Loss) Ne tenê mirina kesekî, lê her cure windakirinê vedihewîne: windabûna ax û welatî, windabûna ziman û çand, windabûna îdeal û xeyal, windabûna derfetan. Di derûnkolîneriyê de, her windabûn dikare pêvajoyên şînê dest pê bike û hewceyê metabolîzekirinê ye da ku geşedan mimkûn bibe.
Rewşa Paranoîd-Şîzoîd (Paranoid-Schizoid Position) Têgeha Melanie Klein e. Di vê rewşê de derûn û giyan cihanê wekî reş û spî — tenê baş û xerab — dibîne. Mekanîzmaya sereke perçebûn (splitting) e: baş û xerab ji hev tên veqetandin û nayên entegrekirin. Ev rewş di demên xeteran de siruştî ye, lê heke bimîne, geşedanê disekinîne.
Rewşa Depresîf (Depressive Position) Têgeha Melanie Klein e. Di vê rewşê de baş û xerab dest bi entegrebûnê dikin; cihan ne tenê reş û spî ye, lê bi rengên tevlihev dixemile. Windabûn tê naskirin, guneh û poşmanî tê hîskirin, û pêvajoyên tazmînatê (reparation) dest pê dikin. Ev rewş bingeha geşedana derûnî û giyanî ya saxlem e.
Perçebûn (Splitting) Mekanîzmaya berevaniyê ya seretayî ku tê de derûn û giyan dualîtiya tam a baş/xerab diparêze û nabe ku van her du aliyan bi hev re bifikire. Di rewşa paranoîd-şîzoîd de serdest e. Di civata kurd de, xwe di dabeşkirina "kurdê rastîn" û "kurdê xayîn" de nîşan dide.
Înkara Windabûnê (Denial of Loss) Mekanîzmaya berevaniyê ya ku tê de windabûn nayê naskirin an qebûlkirin. Di asta takekesî de û di asta dewletê de jî dikare çêbibe. Di dîroka kurdan de, înkara windabûnê hem ji aliyê dewletên serdest ve hem jî carinan ji aliyê civata kurd bi xwe ve hatiye jiyîn û ev astengeke mezin li ber şîna saxlem e.
Berevaniyên Manîk (Manic Defences) Mekanîzmayên berevaniyê yên ku meriv bi wan ji êşa windabûnê û gunehiyê dûr dixe. Di şiklên wekî pesna dîrokê ya zêde bêyî rexnekirinê, nekarîna qebûlkirina xeletiyan, an jî hestê hêza mezin a bêsînor de xwe nîşan dide. Ev berevanî rê li ber şîna rastîn û pêvajoya tazmînatê digirin.
Êrîşa li ser Girêdanan (Attacks on Linking) Têgeha Wilfred Bion e. Pêvajoya ku tê de têkiliya di navbera raman, hest û ezmûnan de tê astengkirin. Ev êrîş senteza ramanê asteng dike û cihana paranoîd ya reş û spî domdar dike. Di asta civakî de, bîrdoziyên komploya yên giştî û analîzê astengkar dikarin wekî êrîşên li ser girêdanan bên famkirin.
Tirsa Bênav (Nameless Dread) Têgeha Wilfred Bion e. Tirseke mezin û bêsînor a ku ramanê disekinîne û sembolîzekirin mimkûn nake. Ev rewş bi piranî ji trawmayên nasnekirî û şîna negirtî derdikeve. Di derûn û giyanê de wekî valahî û kêl dimîne û jiyana civakî û takekesî bi bêdengî şêwezar dike.
Sembolîzekirin (Symbolization) Pêvajoya ku tê de ezmûn, windabûn û êşên derûnî bi nîşan, gotin, wêne û wateyekê tên veguhêz kirin. Sembolîzekirin pêwîstiyeke bingehîn a şîna saxlem û geşedana giyanî ye. Heke mimkûn nebe — wekî di tirsa bênav de — êş di derûnê de wekî traw û birîn dimîne.
Metabolîzekirin (Metabolization) Di çarçoveya derûnkolîneriyê de, pêvajoya ku tê de ezmûn û windabûn ji aliyê derûn û giyanê ve têne hildan, diguherin û wekî beşek ji xwebûnê têne entegrekirin. Mîna metabolîzekirina xwarinê ya laşî, metabolîzekirina derûnî jî windabûnê vediguherîne avabûneke nû ya giyanî.
Ezî / Xwebûn (Ego / Self) Di têgeha Freud de ezî (ego) beşa rêvebiriyê ya derûnê ye ku di navbera hewesên hundirê û rastiya derve de dengeya çêdike. Xwebûn (self) têgeheke berfirehtir e ku giştiya ezmûna kesekî vedihewîne. Di şîna saxlem de, ezî û xwebûn windabûnan di nav xwe de derbas dikin û bi avabûnên nû yên giyanî bersivê didin.
Tazmînat / Nûşiyan (Reparation / Resilience) Di têgeha Klein de, pêvajoya ku tê de mirov hewl dide birîna ku di fantaziyê de daye an li yê diyarkirî şikandiye, tamîr bike. Di rewşa depresîf de çêdibe. Di asta civakî de, tazmînat dikare wekî hewldanên kolektîf ên ji bo tamîrkirina têkiliyên şikestî û avabûna pêşerojê bê famkirin.
Pêvajoya Şînê ya Hevpar (Collective Mourning Process) Şîna ku ne tenê takekesî, lê tevahiya civat û komelekê derbas dike. Di rewşa civata kurd de, windabûnên dîrokî yên hevpar — windabûna axê, zimanî, nasnameya nasnekirî — pêwîstiya pêvajoya şînê ya kolektîf derdixe pêş. Ev pêvajo bi naskirina windabûnê, sembolîzekirinê û avabûna girêdanên nû pêk tê.
Çavkanî
Bion, W. R. (1959). Attacks on linking. International Journal of Psycho-Analysis, 40, 308–315.
Bion, W. R. (1962). Learning from experience. Heinemann.
Freud, S. (1917). Mourning and melancholia. In J. Strachey (Ed. & Trans.), The standard edition of the complete psychological works of Sigmund Freud (Vol. 14, pp. 243–258). Hogarth Press.
Klein, M. (1946). Notes on some schizoid mechanisms. International Journal of Psycho-Analysis, 27, 99–110.
Klein, M. (1952). Some theoretical conclusions regarding the emotional life of the infant. In M. Klein, P. Heimann, S. Isaacs, & J. Riviere (Eds.), Developments in psycho-analysis (pp. 198–236). Hogarth Press.
***
Nivîsên Brahîmê Alûcî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Êş û Elema Bêşahid; Bi Nêrîneke Derûnkolînerî
- Narsîzma bindestan; Xwendineke derûnkolorînerî li ser rewşa kurdan
- Bêçaretiya Fêrbûyî û Rewşa Kurdan
- Naskirina êşa bindestan; Dahûrîneke derûncivakî ya têkiliyên serdest-bindestan e
- Nirxandina Derûnkolînerî (Psychoanalysis) ya Komkujiya Robozkî
3- Rêyek ji rûpoş û maskeyên kolonyal ber bi nasnameya resen ve
2- Ji laşê Xwezayî heta Laşê Kolonîzekirî (rêze beşa 2'yan)
1- Dahûrîna Derûnkolînerî (Psychoanalysis) ya Frantz Fanon bi Neynika Kurdî (rêze beşa 1'ê)
- Lêborîn û bexşandin; travma û derûnterapî
- Lêborîn û Bexşandin; Bi nêrîneke derûnkolînerî û civakî
- Vegera Yê Tepisandî Û Mekanîzmayên Bergiriyê
- Jêbirin û jiholêrakirina nasnameya bindestan
- Hişê Çêkirî (Artificial Intelligence) û pirsên herî zêde tên pirsîn
- Şerê Derûnî (Psychological Warfare)
- Çawa çîrok dibin bawerî?
- Hêza nerm û hêza hişk, du rêbazên siyaseta navneteweyî


