logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Berdevka DEM Partî: Hûn Demirtaşî bernadin, hûnê çawa aştiyê çêbikin?
  2. Lêborîn û bexşandin; travma û derûnterapî
  3. Xelatgirotê Nobelî ay Kîmya hamey eşkerakerdişî
  4. Festîvala Fîlman a Silêmanî tê
  5. Amedspor teslîmê Sinan Kaloglu kirin
news-details

Lêborîn û bexşandin; travma û derûnterapî

  • Dîrok: 10/10/2025
  • Beş: Serbest


___Brahîmê Alûcî___

Destpêk

Trawma yek ji mijarên herî aloz û girîng ên derûnnasiya nûjen e ku bandoreke kûr li ser jiyana mirovan dike. Encamê vê nexweşiyê ya herî giran bi navê Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê – NSPT (Post-Traumatic Stress Disorder – PTSD) tê zanîn ku ne tenê takekesî lê di civakê de jî bandorên xwe yên kûr hene û dikare jiyana mirovan ji binî ve biguherîne.

Li gorî pisporên vî warî, derûnterapiya trawmayê pêvajoyeke herî aloz û tevlihev e ku ne tenê zanîna derûnnasiyê lê têgihiştina kûr ya civakî, çandî û mirovanî jî pêwîst e. Di vê nivîsê de em ê li ser rêbazên cuda yên derûnterapiya trawmayê, rolê bingehîn ê bexşandinê di vê pêvajoya peljen de û bîrdoziyên kûr ên derûnkolîneran (psychoanalysts) yên li ser avabûna kesayetiya mirovan rawestin.

Bîrdoziya Derûnkolîneriyê li ser Avabûna Kesayetiyê

Li gorî bîrdoziya derûnkolîneriyê, trawma ne tenê rûdaneke derxweyî ye ku bandorê li ser mirov dike, lê pirs û girêkeke bingehîn a avabûna kesayetî û hişmendiya mirovan e. Derûnkolîner dibêjin ku trawma bi taybetî di warê avabûna eziyê (ego) û xwebûnê (self) de pirs û girêkên kûr çêdike û dikare pergala derûniya mirov ji bingehîn ve vebiguherîne.

Li gorî vê bîrdoziyê, Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê – NSPT ne tenê encameke rûdaneke xirab e, lê nîşandayîna şikestina pergalên bingehîn ên hişmendiya mirovan e. Ev şikestin bi taybetî di warê têkiliya mirov bi "yê-Din" (the Other) re de xuya dibe û dikare bigêhêje asteke ku mirov nikare dîsa bi awayekî xwezayî bi civakê ve têkiliyê ava bike.

Hebûna eziyê, hişmendî (consciousness) û xwebûnê bi hebûna yên-Din ve bi awayekî bingehîn girêdayiye. Ev yek ji bingehên herî girîng ên bîrdoziya derûnkolîneriyê ye û nîşan dide ku mirov ne hebûnek a serbixwe ye lê bi awayekî bingehîn girêdayî civak û yên-Din e. Mirov hebûna xwe an jî eziya xwe bi rêya danûstandina derve ferq dike û li xwebûna xwe hay dibe û bi vî awayî hişmendiya xwe ava dike. Ev pêvajo ne tenê yek an du salan in lê di tevahiya jiyana mirov de berdewam dike û kesayetî û hişmendî bi vî awayî tê avakirin.

Ger ev danûstandina bingehîn bi "yê-Din" re çênebe, ezî (ego) û xwebûn (self) bi tendirustî dernakeve holê û kesayetî û hişmendî çênabe. Di vê rewşê de mirov tenê mîna ajalekî ku ji bo mîdeya xwe dagire tevbigere û bijî dimîne û nikare bibe mirovekî bi kesayetiya xwebûna xwe.

Pêvajoya geşedana pitikan vê bîrdoziyê piştrast dike û mînakeke zelal ya vê bîrdoziyê ye. Pitik hebûna xwe pêşî di pêsîrên dêya xwe de dibîne û paşê hêdî hêdî tevger û reftarên dê yên ku ji hêla pitik tên dîtin û pitik li hebûna xwe û wan tevger û reftarên dêya xwe lê hay dibe. Lê ev tevger û reftaran ji hevdû ferq nake di destpêkê de. Ji ber vê di demên pêşî de "ezî" dê ye û dê jî "ezî" ye. Her ku mezin dibe û geş dibe hay ji bertekên derve jî çê dibe. Bi van tiştên ku ji derxweyî xwe dibîne, di nav van tiştên ku ji derxweyî xwe dibîne xwebûn û hebûneke xwe ya bipergal û berdewam ava dike.

Bandorên Derhişiyê û Bîranînê di Trawmayê de

Li gorî derûnkolîneriyê, mirov dixwazin berhemên ku derdixin holê ku ji hêla "yên-Din" ve bê ferq kirin. Bi vî awayî bi xwebûna xwe ewle dibin û dikarin bi hebûna xwe bawer bikin û xwe baş hîs bikin. Ev arezû û xwesteka bingehîn a mirovan e ku di her demê de heye û bi taybetî piştî trawmayê ev arezû û xwestek zêdetir xuya dike. Lê belê li gorî derûnkolîneriyê, ku trawma çêdibe ev pêvajo zehmet e û mirov dikeve rewşeke ku tê de nikare bi awayekî xwezayî bi "yê-Din" re têkiliyê ava bike.

Rûdanên trawmatîk ku hatine serê mirovan, jiyana wan ya siruştî (xwezayî) dide rawestandin û di derhişiya (unconscious) wan de wekî tiştekî bêçare tên tomarkirin. Avaniya bîranînê (memory) dihedimîne û danûstandinê mîna pergaleke ku hatibe bloqekirin dixe bin xetereyê. Gelek caran em ji derdora xwe dibîhîsin ku filan kes kûrê an qîza filan kes piştî filan rûdanê behetî ma û nema peyîvî an tevger û reftara wî hat veguhertin.

Rola "Yê-Din" di Avabûna Kesayetiyê de

Li gorî derûnkolîneriyê, ev pêvajo tê wateya ku mirov avakirina xwebûna xwe û nûkirina hebûna xwe bi saya danûstandina derve çêdike û ava dike. Ku "yê-Din" an derve (derxweyî) tune be "ezî" jî tune dibe. Ji ber vê arezû û xwestek û daxwazên di zaroktiya mirov de ticarî nayên jibîrkirin û her wextî bi hesreta cih û warê lê çêbûye dimîne. Tama yekem li wir ferq kiriye û keseyeta xwe deyndarê wî cih û warî ye. Ji ber vê zarokatî girîng e, destpêk girîng e, dê girîng e, ziman girîng e. Lewre zarokatî hevîrtirşê jiyana hemû mirovan e û bandorên wê heta dawiya jiyanê berdewam dikin.

"Yê-Din" ne tenê kesên din in lê hem jî tevahiya pergala sembolan, ziman û çandî ye ku mirov tê de mezin dibe. Ev pergal ji mirov re çarçoveya ji bo fêmkirina cîhanê û xwe pêşkêş dike û mirov bi rêya vê pergalê dikare bi cîhanê re têkili ava bike. Ku ev pergal hatibe xerabkirin an jî trawmatîze bûbe, mirov nikare bi awayekî tendirustî bi cîhanê ve têkili ava bike û di rewşeke herî xirab de dimîne.

Mîsala Dîrokî ya Mîrê Romayê Frederick II

Çîroka Mîrê Romayê Frederick II di sedsala sêzdehemîn de bîrdoziyên derûnkolîneran bi awayekî herî eşkere piştrast dike. Ev mîr bi fikr û ramanên xwe yên ecêb û sosret tê naskirin û di wê serdema dîrokî de ji bo ku fikr û ramanên xwe û meraqên xwe yên ecêb û sosret biceribîne gelek ezmûnên dijwar bi kar anibûn. Ji van meraqan yek jê jî li ser pitikên nûçêbûyî bû.

Frederick II dibêjibû ku ger pitikên nû çêbûne di nava civakê de cih negirin û têkiliya wan bi tu awayî bi mirovan re çênebe û bi wan re neaxifin, dê ne bi zimanê dayîkê dê bi "zimanê yezdanî" biaxivin. Ji bo vê fikr û ramana xwe, gelek pitikên nûçêbûyî ji dayîkên wan veqetand û li cihekî ku ji bilî xwarin, vexwarin û serşuştinê bi tu şiklî têkiliya wan bi mirovan re çênabe hişt. Bi vî awayî têkiliya zarokan ji danûstandina derve bi tevahî hat qutkirin.

Encam sosret û belgekirî bû: hemû pitik bêyî ku bi zimanê yezdanî biaxifin mirin. Têkiliya tu pitikan bi tu awayî bi civatê çênebû û demek şûn de bi tevahî bêyî ku bi zimanê yezdanî biaxifin mirin. Her çiqasî Mîrê Romayê Frederick II ezmûneke bêwicdan û bêînsaf bi kar anîbe jî, zanyaran pir tişt ji vê rûdana sosret derxistine û gelek bîrdoziyên derûnnasî îsbat kirine.

Vê mesele îspat kir ku mirov bi tena cil û bergan û bi zikê têr nikarin bijî û têkiliya derve ji bo jiyana mirovan herî bingehîn e. Divê li tenişta xwarin û vexwarinê danûstandin bi mirovan re hebe an jî bi awayekî xwezayî mirov li cem dayîka xwe û li warê hatiye dinê jiyana xwe berdewam bikin.

Bexşandin wek Rêyeke Derûnterapiyê

Li gorî pisporên trawmayê û lêkolerên vî warî, bexşandin gaveke herî girîng e ji bo wan kesên ku bi destê mirovan trawmatîze bûne û di rewşa trawmayê de ne. Lê belê ev pêvajo ne tenê biryarek hestî an jî takekesî ye, lê pêvajoyeke aloz û tevlihev e ku sê mercên bingehîn ên zanistî û derûnnasî dixwaze ku bê wan derfeta derûnterapiyê heye zêde kêm be.

Merca yekem û herî bingehîn ew e ku êrîşkar (perpetrator) divê gunehkariya xwe bi awayekî eşkere û bêhempa li pêş hemû şahidan qebûl bike û li-xwe-mikur bê. Ev qebûlkirina (confession) gunehkariyê ji bo kesên trawmatîze bûyî gaveke herî girîng û bêveguherbar e, ji ber ku bi rêya vê qebûlkirinê rastî derdikeve holê û mexdûr (victim) taqat dike ku rewşa xwe ya rast bi tendirustî binirxîne û ji bêçaretiya ku tê de ye rizgar bibe.

Merca duyem ew e ku êrîşkar ne tenê gunehkariya xwe qebûl bike lê hem jî bi dilsojî û bi rastî lêborîna xwe ji stembar bixwaze. Ev lêborînxwestin tê wateya ku stemkar ji ber wan tevger û reftarên xwe yên xirab şerm û fedî kiriye û poşman bûye û bi dilê xwe dixwaze ku ziyana ku kiriye qerexbar bike.

Merca sêyem ew e ku kiryar divê ji bo bexşandinê û derûnterapiya ziyanan hewldanên madî û manewî yên rastîn bide destpêkirin. Li du trawmaya civakî, ji bo ku têkiliya êrîşkar û stembar bigêhêje radeya bexşandinê divê kiryarê rûdanê ji hemî piştgiriyên leşkerî û saziyên dewletê bêpar bê hiştin.

Xeterên Bexşandina Sist

Wek ku pisporên derûnnasiyê û lêkolerên trawmayê bi baldarî li ser vê mijarê sekinandine, ger di van hemû rê û rêbazên derûnterapiyê û bexşandinê de rastî û rasteqînî tune be, bexşandin ne tenê kêr namîne lê dibe sedemeke nû ya birîndarbûnê û wek spartineke ku xwe ji kiryarên trawmayê biparêze çêdibe. Di vê rewşa xirab de trawma ne tenê naçe lê hebûna xwe di bîr û hişmendiya stembar de didomîne û dikare hêj bêtir xurt bibe.

Di van rewşan de stembar carinan dikeve rewşeke herî xetarnak ku tê de dixwaze ego û self bike "em" û xwe têxe ewlehiyeke derewîn. Bi hêza êrîşkarê xwe dixwaze ji "heyberbûn"ê rizgar bibe û bibe "kirde". Piştî ku bi hêza êrişkarê xwe ji bo demekê bû kirde, îcar xwe li ser hineke din an jî li ser "ezi"yeke nû bi kar tîne. Li gorî xwe bi vê tevger û reftara xwe wê bikaribe trawmayê xwe kontrol bike. Belê lêgerîna bi vî şikl ji derdê wî/ê re nabe tu derman û berevajî wê birîn û êşa trawmayê dûdirêjtir dike û dikare bigihêje asteke ku derûnterapiyê zehf zor bibe.

Girîngiya Danûstandinê di Derûnterapiyê de

Li gorî Komela Tendirustiya Cîhanê (WHO), başî û tendirustiya derûniya mirovan girêdayî mêzînan an jî ahenga derûnî-civakî-fizîkî ye. Ev diyarkirina WHO pir girîng e ji ber ku nîşan dide ku tendirustiya mirovan ne tenê tiştekî takekesî ye lê bi tevahiya civakê ve girêdayî ye.

Wekî ku derûnkolîner dibêjin, mirov hebûna xwe an jî eziya xwe bi saya "yê-din" ferq dike û nas dike. "Yê-din", ji eziyê (ego) re nan û av e û mirov bi bêyî danûstandinê nikare bijî. "Yê-din" tune be kesayetî bi tendirustî çênabe an jî tune dibe û mirov di rewşeke herî xirab de dimîne.

Derûnnas sedemên gelek nexweşiyên derûnî di jiyana zarokatiyê dibînin û van pêwendiyan bi baldarî lêkolî dikin. Mirov dikare nexweşiyên norozê (neurosis) wek rageşî (anxiety), xemgînî, hospîtalîzm, sewesî, perîşî, depresyon û hwd bi vî awayî nas bike û ferq bike.

Bandorên Fîzîkî û Biyokîmyayî yên Trawmayê

Rûdanên trawmatîk ku hatine serê mirovan, jiyana wan ya xwezayî dide rawestandin û di mêjiya wan de wekî tiştekî bêçare tên tomarkirin. Avaniya mêjî dihedimîne û danûstandinê mîna kompûtereke ku hatibe bloqekirin dixe bin xetereyê.

Ji aliyêbiyokîmyayî ve, rûdanên ku di jiyana mirovan de velîstinê çêdikin û bi xwe re tirs û sawê tînin di mêjî de hormoneke bi navê ACTH (adrenocorticotropic hormone) dide xebitandin û ev jî di gurçikê de hormona kortîzonê derdixe holê. Ku ev hormon zêde derbikeve holê, di mêjî de hîperkortîkolîzm pêk tê. Bi vî awayî kîjan lebat têkevin bin bandora hormonê xeta têkiliya (network) wî/ê xerab dikin.

Carinan ev lebata ku hatiye sekinandin, bi dîtina hin tiştên ku bi trawmayê re winda bûne bi şûn de vedigere. Ew tiştê ku dîtiye dişibe trawmaya wî/ê û ev jî networka lebatê dide xebitandin û tiştên hatiye jibîrkirin dîsa tên bibîranîn. Ev fenomen di norozanînê (neuroscience) de wek dîsa-dîtin (flashback) tê zanîn û yek ji alametên herî girîng ên NSPT e.

Bandorên Civakî û Mirovanî yên Trawmayê

Trawma ne tenê bandor li ser takekesî dike lê hem jî li ser tevahiya civakê bandorên xwe yên kûr hene. Trawma, qedr û qimetê mirovan, ewlehî û baweriya wan, fêmkirin û têgihiştina wan, başî û qenciya wan, heval û dostaniya wan, fikr û ramanên wan û hestên wan yên mirovanî serobino dike û dikare biguhurîne.

Mirovê ku cih û warê wî/ê xerab bûye û êşkence kişandiye pir zor e ku were ser derba xwe ya berê. Tew ku ev pergala trawmayê ji hêla serdestan ve bê parastin û çavkaniya wê jî ew bi xwe bin, fêmkirin û têgihiştina jiyanê yekcarî negengaz dibe û mirov dikeve rewşeke ku tê de nikare jiyanê bi awayekî normal derbas bike.

Rola Şahidan û Civakê di Derûnterapiyê de

Ger mirov li ser derûnterapiya trawmayê şahidên ku bikaribin kul û derdê wan fêm bikin û jiyana wan ya bi trawmayê re derbas bûye bê filan û bêvan raxin ber çavan û encameke biwate jê derbixin, da ku bi tendirustî ji bandora trawmayê û êrîşkar rizgar bibin, pêvajoya derûnterapiyê zêde kêrhatî dibe.

Stembar çîrokên xwe vedibêjin û li tevger û reftara temaşevanan mêze dikin, ka bê çiqasî hatine fêmkirin. Û bi dubarekirina çîrokên xwe hebûn û başbûna xwebûn (self) di çavên yên din de dibînin û bi vî şiklî bi birîna xwe re li hevdu tên û serdestiya xwe dixin destên xwe.

Ji bo mirovekî çak, şahidê çak jî divê. Mirovê trawmatîzebûye, şahidên ku guhê xwe didin wî/wê divê bi zanîn û zanistî amade bin ku bikaribin piştgiriya rastîn bikin.

Derûnkolîner dibêjin ku mirovên ku ji hêla derûnî ve trawmatîze bûne, bi axaftina rûdanê, bi fêmkirina "yê-din" û bi nasîna kul û derdan, dê qehra dilê wan hebekî aram bibe û wê derûniya wan ya bi êş û jan aş bibe û birîna wan dê qalik bigire. Lê belê ev pêvajo divê bi awayekî zanistî û bi piştgiriya pisporên derûnnasiyê bê meşandin.

Trawma Wek Diyardeyeke Civakî Li Kurdistanê

Li Kurdistanê û di nav civaka kurd de, trawma ne tenê nexweşiyeke takekesî ye lê diyardeyeke civakî-dîrokî ye ku bi sedan salan berdewam kiriye. Şer, koçberî, êşkence, qedexekirina ziman û çandê û windakirina mal û warê bandorên kûr li ser kesayetiya takekesî û civaka kurd kiriye. Li gorî bîrdoziya derûnkolîneriyê, mirov hebûna xwe bi saya "yê-Din" nas dike û kesayetiya xwe ava dike. Lê li Kurdistanê ev "yê-Din" bi sedan salan wek dijmin hatiye nîşandan. Ziman hatiye qedexekirin, çand hatiye înkarkirin û têkiliyên xwezayî yên civakî hatine şikandin.

Trawmaya civakî ya li Kurdistanê ne tenê li ser nifşa ku rûdan jiyane bandor kiriye, lê bi rêya bîranînê û çîrokgotinê derbasî nifşên nû jî bûye. Zarok û lawanên îro di hundurê xwe de birîn û êşên ku xwe nedîtine jî hene. Ev yek encamê "trawmaya mîratî" ye ku di nav malên kurd de ji nifş bi nifş derbas dibe. Dê û bav êşa xwe ya bêderman bi zarokan re parve dikin û bi vî awayî zarok jî trawmatîze dibin.

Danûstandin û têkiliyên civakî ji bo derûnterapiyê bingehîn in. Ji bo civaka kurd, ziman û çand wek nav û ava jiyanê ne. Ku ev ziyanê bibîne, kesayetî jî dê ziyanê bibîne. Parastina zimên kurdî ne tenê xwesteka çandî ye lê hewcedariyeke derûnî û giyanî ye. Avakirina saziyên çandî wek rêyeka derûnterapiya civakî ye. Vekirina dîrokê û axaftina bi rastî li ser êş û birînan ji bo çak û başbûnê hewce ye.

Li asta takekesî, piştgiriya derûnnasî ya bi zimanê dayîkê, nasîna trawmaya dîrokî û civakî û girêdana bi kok û çavkanên çandî girîng in. Li asta civakî, avakirina saziyên derûnnasî yên bi zimanê kurdî, perwerdehiya derûnnasan yên kurd, û çêkirina pergaleke piştgiriyê ya berfireh hewce ne. Li asta siyasî, qebûlkirina rastiyên dîrokî, lêborînxwestin ji bo zilm û zordestiyên çêkirî û avakirina pergaleke dadmendiyê ya rast divê bên pêşkêşkirin.

Civaka kurd di nav hemû êş û birînan de hêj jî xwe diparêze û mezin dibe. Ev yek nîşan dide ku hêza jiyanê û xweparastinê di nav vê civakê de hêj heye. Bi piştgiriya zanistî ya rast û bi avakirina pergalên derûnterapiya civakî, dibe ku trawmayên dîrokî werin dermanin û civakeke tendirust û azad were avakirin. Girîng ew e ku ev xebat ne tenê ji hêla pisporên derûnnasiyê ve lê ji hêla tevahiya civakê ve bê kirin û her kes rolê xwe di vê pêvajoya başbûnê de bilîze.

Encam

Ev rûdanên trawmatîk ku hatine serê mirovan, jiyana wan ya siruştî (xwezayî) dide rawestandin û di mêjiya wan de wekî tiştekî bêçare û bêderman tên tomarkirin. Trawma ne tenê nexweşiyeke takekesî ye lê diyardeyeke civakî ye ku bandorên xwe yên kûr li ser tevahiya civakê û nifşên dahatûyê jî dike.

Derûnterapiya trawmayê pêvajoyeke herî aloz û tevlihev e ku ne tenê piştgiriya derûnnasî û derûnterapiya takekesî lê hem jî guherandina pergalên civakî, dadmendî û parastina mirovan dixwaze. Bexşandin dikare rêyeke kêrhatî be ji bo derûnterapiyê, lê belê divê bi awayekî rast û bi hemû mercan bê kirin. Ger ne, ne tenê kêr namîne lê dikare bibe sedemeka nû ya dirêjkirina êş û birînan (trawma).

Girîngiya danûstandinê û têkiliyên civakî di vê pêvajoya peljen de nayê biçûkkirin. Mirov hebûna xwe bi saya "yê-Din" ferq dike û kesayet ava dike û ev rastiya zanistî pir girîng e ji bo fêmkirina çawa trawma bandor li ser mirov dike. Ji ber vê, civak divê pergala piştgiriyê ya berfireh ji bo wan kesên ku trawma dîtine ava bike û rêyên derûnterapiya rast û bi bandor pêşkêş bike ku hem takekesî hem jî civakî be.

Mirovê ku cih û warê wî/ê xerab bûye û êşkence kişandiye pir zor e ku were ser derba xwe ya berê, lê bi piştgiriya zanistî û civakî ev derfet heye. Girîng ew e ku ev piştgirî ne tenê demeke kurt lê ji bo demdirêjî bê dayîn û pergalên civakî jî ji bo parastina mirovan ji van nexweşiyan hên zêdetir xurt bibin.

 

Çavkanî:

  • Gerald C. Davison û John M. Neale - Abnormal Psychology
  • Trauma-Informed Care in Behavioral Health Services.

 https://www.ncbi.nlm.nih.gov/books/NBK207191/

 

Termên Sereke

  • Trawma / Trauma Birîn û êşa derûnî ya kûr ku ji rûdanên dijwar û xirab pêk tê û bandoreke domdar li ser jiyana mirov dike.
  • NSPT - Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê / PTSD - Post-Traumatic Stress Disorder Nexweşiyeke derûnî ya ku piştî rûdaneke trawmatîk pêk tê û tê de mirov bi domdarî bîranînên xirab, rageşî û guheztinên reftarî dijî.
  • Derûnterapî / Psychotherapy) Pêvajoya dermankirina nexweşiyên derûnî bi rêya axaftin, fêmkirin û piştgiriya pisporî.
  • Derûnkolînerî / Psychoanalysis) Bîrdozî û rêbazeke dermankirinê ya ku li ser şîrovekirina kûr a derûna mirov, bîr û mêjiya nayînî disekine.
  • Ezî / Ego Beşa kesayetiyê ya ku mirov bi wê xwe nas dike û bi cîhanê re têkilî ava dike.
  • Xwebûn / Self Hesta hebûn û nasnameya takekesî ya mirov - "ez kî me" û "ez çi me".
  • Yê-Din / The Other Hemû kes û tişt û pergalên ku li derxweyî mirov in û mirov bi wan re danûstandin û têkilî ava dike. Mirov bi saya wan kesayetiya xwe nas dike.
  • Derhişî / Unconscious Beşa derûna mirov ku mirov jê haydar nîne lê bandorê li ser fikir û reftarên wî dike.
  • Bîranîn / Memory Avaniya derûnê ya ku bîr, ezmûn û rûdanan tê de tên tomarkirin û paşê vedigerin bîra mirov.
  • Bexşandin / Forgiveness Pêvajoya dermankirinê ya ku tê de stemkar gunehkariya êrîşkarê dibexşe. Divê bi rastî û qebûlkirina gunehê re be.
  • Êrîşkar / Perpetrator Kesê ku trawmayê çêkiriye, zordestî û zirarê li ser mirov kiriye.
  • Stemkar / Mexdûr / Victim Kesê ku trawma dîtiye, êşkencê kişandiye û êş û birîndar bûye.
  • Danûstandin Pêvajoya axaftin, têkiliyê û gotûbêjê di navbera mirovan de - bingeha avabûna kesayetiyê ye.
  • Kesayetî / Personality Tevahiya taybetmendiyên derûnî, reftarî û hestî yên ku mirov ji yên din ferq dikin.
  • Hişmendî / Consciousness Asta têgihiştinê û hay ji xwe û derdora xwe hebûnê.
  • Flashback / Dîsa-dîtin Vegerîna bîranînên trawmatîk bi awayekî zindî û hisskirî wek ku rûdan dîsa çêdibin.
  • Trawmaya Civakî Êş û birînên ku ne tenê li ser takan lê li ser tevahiya civakê û nifşan bandor dikin.
  • Trawmaya Mîratî Trawmaya ku ji nifşekê derbasî nifşa din dibe, zarok êşa dê û bavên xwe bi mîrat digirin.

 

 

Nota Diyarnameyê: Ev beşa duyem a vê nivîsê ye; beşa yekem a vê nivîsê ev e:
- Lêborîn û Bexşandin; Bi nêrîneke derûnkolînerî û civakî

 

 

***

Nivîsên Brahîmê Alûcî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Lêborîn û Bexşandin; Bi nêrîneke derûnkolînerî û civakî

- Vegera Yê Tepisandî Û Mekanîzmayên Bergiriyê

- Jêbirin û jiholêrakirina nasnameya bindestan
- Hişê Çêkirî (Artificial Intelligence) û pirsên herî zêde tên pirsîn
- Şerê Derûnî (Psychological Warfare)
- Çawa çîrok dibin bawerî?
- Hêza nerm û hêza hişk, du rêbazên siyaseta navneteweyî

Parve Bike

Youtube Me

Dilşêr Bêwar: Ez baş im

news

Yeqîn H.: Bîr

news

Kobanî û Cebelîtarik

news

Mesûd Qeya: Ro li ava ye

news

Omer Dilsoz: Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

news

Festîvala FîlmAmedê bi xelatdayînê bi dawî bû #diyarname20salîye #podcast #diyarname

news

Film: Fîlmê Adîle Naşît tê

news

Dor 60 helbestên li ser evînî

news

Rewşa Îsmaîl Beşîkçî, 28.09.2025

news

Diyarname: Koma Amed li Amedê konserê dide #diyarname20salîye #diyarname #books

news

330 Saliya Mem û Zînê tê pîrozkirin #diyarname #diyarname20salîye #pirtûk

news

Diyarname çand Nûçe #news Kovara Dilop

news

Hogir Berbir: Keleha Rebetê Xezîneyeke Dîrokî ye

news

Berhem Çiîrokên liber Bayê Nûbihar #diyarname #news #diyarname20salîye

news

Berhem-Yaşar Eroğlu: 'Kula Faykeyê Spî' derket

news

Berhemeke dîrokî ya wêjeya kurdî: Terenumên Kurdî - Îlahiyên Dêran hat weşandinDîrok: 11/09/2025

news

Berhem: Gotinên Pêşiyan, Xezîneya Çanda Kurdî / Brahîm Alûcî / Belkî / 206 rûpel / 2025 / Folklor

news

Dilyar Amûdî: Hesasiyeta kurdan li hemberî rexneyancihûyekî

news

H. Kovan Baqî: Amed dimeşe wekî hişê min ê hîperaktîf

news

Yeqîn H.: Çol

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 10 10 2025

Lêborîn û bexşandin; travma û derûnterapî

news
  • 03 10 2025

Nixumandina Perdeyan

news
  • 02 10 2025

Zimanê Devkî û Nivîskî

news
  • 01 10 2025

Cotek Qumrî û Meşa Kîso

news
  • 30 09 2025

Ev roman tabloyeke surrealîst a realîst e

news
  • 27 09 2025

Bêrîvan Aymaz, Zekî Ozmen û yê donercî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez baş im

  • Dilşêr Bêwar
news

Bîr

  • yeqîn h.
news

Ro li ava ye

  • Mesûd Qeya
news

Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

  • Omer Dilsoz
news

Heke gotin xwîn bibin, ev nivîs ê bibe dilekî sekinî

  • H. Kovan Baqî
news

Toza Kelamê

  • Dilşêr Bêwar
news

Bi îstatîstîkan Rojava û hinên din

  • Cemil Oguz
news

Keleha Rebetê Xezîneyeke Dîrokî ye 

  • Hogir Berbir
news

Gotin Zinarên ‘Dara’yê nerm dikin

  • H. Kovan Baqî
news

Amed dimeşe wekî hişê min ê hîperaktîf

  • H. Kovan Baqî
news

Çol

  • yeqîn h.
news

Li xerîbiyê pel û kortik

  • Kadir Stêra
news

NEZANÎN

  • Dilşêr Bêwar
news

Ew warê dûr

  • Omer Dilsoz
news

Vedîtinên li Wanê û Sirên Şaristaniya Ûrartûyan

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Xelata Voltaire didin Tûrhan Gunay û Weşanên Evrenselê

ad

Bernameya NÇM'ê ya gulanê

ad

Li Stenbolê DTP dixwaze çi bike?

ad

Rusya: Ji bo kurd beşdarî Cenevreyê bibin em dikin Tirkiyeyê qanî bikin

ad

Alaton: Divê em ji kurdan bipirsin dixwazin veqetin yan na?

ad

Wekî nivîskarekî Donald Trump

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Berdevka DEM Partî: Hûn Demirtaşî bernadin, hûnê çawa aştiyê çêbikin?

  • 08 10 2025
news

Lêborîn û bexşandin; travma û derûnterapî

  • 10 10 2025
news

Xelatgirotê Nobelî ay Kîmya hamey eşkerakerdişî

  • 08 10 2025
news

Amedspor teslîmê Sinan Kaloglu kirin

  • 09 10 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname