logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Amedspor ji adara 2025'an ve heta niha cara yekê li mala xwe têk çû
  2. Komeleya Yekîtiya Alîgirên Mezopotamyayê hate damezrandin
  3. Mîhrîcana Fîlman a Rojava bi dawî bû
  4. Pirtûka "Çîrokên Ebexeyê" derket
  5. 'Artakalan' û yên din

H. Kovan Baqî

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
H. Kovan Baqî

H. Kovan Baqî

Amed dimeşe wekî hişê min ê hîperaktîf

  • Dîrok: 28/08/2025

Ji bo guhdarîkirinê:

 

În – Amed
Keleha Amedê bûye xaçeke tarî û awirên me pê ve mîxkirî. Bêhna xwîn û xwêdana koleyan tê ji dîrokê, dîrok cemsera qeşayê. Li Sapmiyê qeşa êgir dişewitîne, li Kurdistanê agir qeşayê dişewitîne. Ez xelekekê dixêzînim li lênivîskê, xelek dibe welatek. Ji bo deng ji gotinên dilê xwe re nekim zindan, devê deng didirûm û bi devê dirûtî dibêjim, “Heta al û bermemik hebin, welatên azad jî wê bindestên azadiyê bin, memikên azad jî.” Bedena her jinekê welatekî organîk e û her welatek xwediyê du alên sembolîk. Careke din bala xwe didim xelekê; qinyeta min dikeve cih ew welatekî bê al û bê bermemik e, loma azadî nikare jê re bibe hikumdar. Ji bo min xeleka xwe bi hebûn û bûneweriyê ceza nekiriye, têra me kurdan û samiyan jî dike, têra hemû gerdûnî û fezayiyan jî. 
Hîn jî di xeleka min de desthilatdariya hevserokatiya bizinên Kurdistanê û pezkoviyên Sapmiyê berdewam e.
Îro, em li mîtolojiya zindî ne, pezkoviyekî qiloçê xwe kiriye pir di navbera Kurdistanê û Sapmiyê de. Li seriyekî pirê bi samîkî û li seriyê din bi kurdî ev hevok hatiye nivîsîn: “Tenê heywan û kesên bê dewlet dikarin bê vîze derbas bibin.” 
Li derveyî xeleka xwe …ÎZM dinivîsînim û ji mirovahiyê re dibêjim, “Ev e cezayê te yê sermedî.” 
Gotinan dikim dîregekî bilind, di singa welatê xwe û samiyan de dadiçikînim, alê ji dîreg dadixînim, bermemik ji ser memikan radikim û bi dîreg ve hildikişînim; memik ji bindestiyê xelas dibin, em kurd û samî jî ji bêwelatiyê.
Bo dengê min bi gemara derve gemarî nebe ez deriyê odeya dilê xwe bi ser xwe û kaînatê de digirim û dibêjim, “Tarîxa însaniyetê bi qasî postê hirçekî Cemsera Bakur bikêr nayê.” Deng ji kaînatê nayê. Tu nabê guhê kaînatê maye li derve.
Herçiqas her “derve”yek di “hundir”ekî de be jî, li derve rêberê me dibêje, “Amed xwediyê tarîxeke qedîm e,” ji nivîskarên samî re. Tercûman (Salih) kenê xwe bi awirên me ya tazî werdike, kenê wî ne bi qasî postê hirçê qalind e, lê dîsa jî germ e. 
Dibêjim, “Çi cara awirên me li eyb û gunehên mirovahiyê dinêrin dibin Îsa’yên çarmîxkirî.” Anne Márjá dikene, keriyên pezkoviyan li kenê wê diçêrin. Şopa birînekê, kenê wê ji navê de du qetan kiriye. Dibêjim, “Herhal şûrê Vîkîngekî di erdnîgara kenê te re derbas bûye.” Dîsa dikene. Vê carê ez amin dibim kenê wê kenekî samîkî ye. Ji bo devê wê bi ken meşxûl e, çavên wê dibêjin, “Ji roja li Sapmiyê roj vemirî û şûrên Vîkîngan biriqîn vir ve, em rojê û welatê xwe bi postê pezkoviyan germ dikin; şev bi qasî çîroka bêwelatîbûna me dirêj dibin û em bi Samîkî distrên ji qeşayê û pezkoviyan re.”

Şemî – Rûniştime di tiraliya xwe de, wekî bajarekî qedîm. Amed dimeşe, wekî hişê min ê hîperaktîf. Tibabek tişt dibêje devê min ji guhdaran re. Gotin qala çi bikin jî ew tişt dibe edebiyat, wekî xwedê, erdê û ew ên navberê. Çi cara li hizûra guhdaran derheqê edebiyatê de dipeyivim, ez hîs dikim ez wê gavê qewadiya edebiyatê dikim û wê bi erzanî difiroşim.
Kî ji we wê vê erzaniyê bikire ezbenî?
Bêdengî di guhê min de dibêje, “Ne gotinên te têra firotina edebiyatê dikin, ne pereyên guhdaran têra kirîna edebiyatê dikin.”
Guhê min ji devê bêdengiyê re dibêje, Halbûkî heke kitêbên min têra xwe bikin, ‘hewcedariya wan bi qewadekî nola min namîne… 
 “Nivîskarên me, di rêwîtiya xwepêşdebirinê de xwe di nava xwe de vedişêrin. Ji ber vê yekê nikarin bibin xwediyê ezmûneke pirhêl; meriv dibê qey fêrisên wan bikêr nayên da karibin li nava çavê hemû gunehan binêrin.” ( Rojnivîsk / Witold Gombrowicz)
Dibêjim ji Gombrowicz an netukesî re, “Dengê me emanet e. Ne dengê me ye. Heke em dengê xwe yê esil bi kar bînin, qesrên kevin wê bi ser heybeta xwe de hilweşin. Em ji dengê xwe ditirsin, loma em newêrin ji bin siya qesran derên. Halbûkî qesir tim kevin in û dengê me yê bikarnehatî tim xam û nû ye.”
Gombrowicz kindira ji qelpbûna kevneşopan zeximtir dixe stûyê çûkê, wê bi darê ve dadileqîne û awirên gotinên wî berî didin min:
Nû tiştekî gunehkar e, Kovan.
Belê nivîskarê der-niştiman. Loma ez ji yekûna gunehkariya xwe pêkhatime… 

Hin Nivîsen Nivîskar

Şevnivîsk

  • 07 Gulan 2025

Ji bo guhdarîkirinê:     Wexta ciwan bûm, gotinên min pîr bûn. Piştî ez pîr bûm, gotinên min ciwan bûn. Şemî – Min xwe li hundirê kitêbxaneyê, li pişt masê hiştiye û çûme seyr û sefera wê...

Aîdîyet kêreke seqakirî ye di destê neteweya min de 

  • 15 Kewçêr 2024

Yekşem – “Nivîsên xwe yên bi şîfre, lênivîska xwe ya bîranînan, helbestên xwe yên destpêkê, birayên xwe, dê û bavê xwe min li Macaristanê hişt in û terkîdinya bûm – bêyî haya wan jê çêbikim. A...

Gotinên Bê Nasname

  • 10 Berfanbar 2023

Çarşem – Min derê gerdûnê vekir, dinya di xew de bû. Hêdîka min biskên wê ji ser guhên wê dan alî, min gotinên xwe jê re kirin guhar...

Hemû Nivîsen H. Kovan Baqî

H. Kovan Baqî kî ye?

H. Kovan Baqî di sala 1972’yan de li Herêmya ya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê hatiye dinê. Dibistana seretayî li Herêmya/Dêrikê xwend û dev ji xwendina dibistanê berda. Baqî ji sala 2004'an ve li Îzmîrê dijî, ligel karê nivîskariyê, karê edîtorî û redaksiyonê jî dike. 
Pirtûkên wî yên ku heta niha derketine:
- Çîroka Çîrokan / Çîrok / 2004 / Weşanên Bajar
- Bêexlaq / Çîrok / 2012/ Weşanên Na
- Heteroglossîa / Roman / 2014 / Weşanên Ronahî
- Aporîa / Roman / 2015 / Weşanên Na
- Dîfferance / Roman / 2016 / Weşanên Na
- Sî'bera Zeyno / Roman / 2017/ Weşanên J&J
- Kî / Roman / 2019/ Weşanên J&J
- Orok / Roman / 2020/ Weşanên Lîs
- Olmeyi Beceremeyen Hiç / Roman / 2018 / Weşanên J&J
- Torosa Spî / Çîrok/ 2024 / Weşanên J&J

Youtube Me

Ummu Gulsum...

news

Amedspor çima têk çû? Va ne çend not?

news

Sê pirtûkên Yaşar Kemal bûn bi kurdî

news

Dawîya vê hefteyê çi li ku heye?

news

Helbesta danpêdanî anku helbesta konfesyonel çi ye?

news

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

news

Diyarname:Koma şanoyê ya ji Amedê li Kerkûkê derket ser dikê #Shorts #Diyarname #Kurdi #Çand

news

Roja sisêyan a Derbeyê

news

Çend têbinî û rexneyek li ser romana 'Bazbenda Dayê'

news

'Valahiyên' di nav risteyên jiyana me de

news

Kitêbeke Nenivîsandî

news

Fîlmê nû yê Aydin Orak, mihasebeya wijdan

news

Romaneke nû 'Du Xwîn Ji Laşekî' derket

news

Di Festîvala Çandî ya Salane de 'Pêşbaziya tekstên şanoyê'

news

‘Mora Reş’ hêjayî Xelata Taybet a Rûmetê ya Navneteweyî hat dîtin

news

Ji Weşanên Lûvî du pirtûkên nû

news

Ne ev lê tiştek din

news

Niha hat bîra min

news

Romaneke nû 'Huso û Nazê' derket

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Wexta tu hat malê, xwe jî bi xwe re bîne

  • H. Kovan Baqî
news

Çend têbinî û rexneyek li ser romana 'Bazbenda Dayê'

  • Hogir Berbir
news

'Valahiyên'  di nav risteyên jiyana me de

  • Omer Dilsoz
news

Kitêbeke Nenivîsandî

  • Mesûd Qeya
news

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

  • Dilşêr Bêwar
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Medvedev: Operasyon gihîşt armanca xwe

ad

'Şengê û Pengê' li benda we ye

ad

'Kurt Tarîhî' li ser eşîriya kurdan disekine

ad

778 Saziyên Sivîl piştgirî dan konferansê

ad

Ahmet Turk: Ocalanî dest ji mafên kurdan bernade

ad

40 nivîskar ji bo 40 salî 40 çîrokan dinivîsin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Amedspor ji adara 2025'an ve heta niha cara yekê li mala xwe têk çû

  • 21 11 2026
news

Komeleya Yekîtiya Alîgirên Mezopotamyayê hate damezrandin

  • 21 11 2026
news

Mîhrîcana Fîlman a Rojava bi dawî bû

  • 21 11 2026
news

Pirtûka "Çîrokên Ebexeyê" derket

  • 22 11 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname