logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Hinek beşdar nabin: Va ne weşanxaneyên kurdan ên li Fûara Pirtûkan a Amedê
  2. Danberheva ‘Diltengiya Parîsê’ û ‘Çilkên Pênûsê’
  3. Li Qamişloyê Festîvala Bazara Sûriyeyê dest pê kir
  4. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê dest pê kir
  5. Parêzer li Qamişloyê civiyan; Ji bo kurdî bikeve nav Zagona Bingehîn nîqaş kirin

yeqîn h.

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
yeqîn h.

yeqîn h.

Mirovên warlêherimî

  • Dîrok: 21/09/2026

Em ji wî gundê biçûk ê Nemsayê yê ku em ji Macaristanê hatibûnê, siwarê otobusê dibin û diçin Viyanayê. Şaredar heqê bilêtên me dide. Keçkoka min a biçûk temama rêwîtiyê li ser çongên min radizê. Li keviya rê, tabelayên ronîdar vêdikevin û vedimrin. Min berê hîç tabelayên ronîdar nedîtibûn.
 
Hinga em digihên Viyanayê, em berî didin navendeke polîsan da qene em haya wan ji xwe çêkin. Li wir, li navendê ez binê keçkoka xwe diguherim û zikê wê têr dikim. Vedireşe. Polîs navnîşana navendeke penaberan dide me û me arasteyî wê tramvayê dike ku wê me belaş bibe wir. Di tramvayê de, hin jinên ku cilên xweşik lê ne keçkoka min didin ser çongên xwe û hin pereyan bera bêrîka min didin.
 
Navend avahiyek mezin e ku îhtîmalen berê fabrîqeyek an jî baregehek bûye. Di hêwanên mezin de, şelteyên pûşîn li erda tazî hatine raxistin. Serşokên hevpar û holeke fireh a xwarinê heye. Li ber deriyê vê holê depekî reş heye ku agahiyên kesên winda lê hatine nivîsîn. Xelk li dê û bav, li xizm û hevalên xwe digerin ku hin jê li ser sînor, hin berî û piştî sînor, hin li bajarê Viyanayê, di nêv qerebalix û gumrehiyê de winda bûne.

Mêrê min jî mîna her kesî, roja xwe li ofîsên sefaretên welatan diborîne da ku welatekî me vehewîne bibîne. Ez li cem keçkoka xwe ya biçûk dimînim ku li ser şelteya pûşîn radizê, dike gixegixe û bi qeselkên pûş dilîze. Ji bo bikaribim pêdiviyên zaroka xwe bixwazim divê ez çend peyvên almanî fêr bibim. Ez wê hildigrim, diçim pêjgeha mezin a navendê û ji zilamê ku xuya ye berpirsiyar e re dibêjim: “Ji bo zarokê şîr, ji kerema xwe.” yan jî: “Ji bo zarokê sabûn.” Bi xwe zilam her tiştê ku ez jê dixwazim dide min.

Hinga em li trêna Swîsreyê siwar dibin Noel êdî nêz e. Li ser refika li ber pencereyê şaxên kajê, çîkolata û porteqal hene. Ev trên trêneke xusûsî ye. Ji bilî erkdaran, di trênê de hew macarî hene û ev trên tenê li ser sînorê Swîsreyê radiweste. Li wir, koma bandoyê me pêşwazî dike û jinên kawkubar di pencereyê re çaya germ, çîkolata û porteqalan pêşkêşî me dikin. 

Em digihêjin Lozanê. Em li baregeheke li lêfa bajêr a nêzî sehayeke futbolê tên bicîwarkirin. Hin jinên ciwan ku cilên lê dişibin cilên leşkeran, bi rûkeniyeke em jê dilamin radihêjin zarokên me. Jin û mêr ji bo serşûştinê ji hev tên veqetandin. Em cilên xwe jî bi xwe re dibin da ku wan dezenfekte bikin.

Hinên ji nava me ku berê rewşeke wereng jiyane, wê paşê li xwe mikur bên ku wê rewşê ew tirsandine. Em dilxweş in ku em dîsa tev gihîştine hev û em dibînin ku wa zarokên me jî ziktêr û paqij in. Keçkoka min a biçûk di dergûşeke ku di xewnên şevan de nebûbû para wê, li kêleka nivînê min, xweşik û bi asûdeyî radizê.

Roja yekşemê, piştî maça futbolê, temaşevan tên li pişt çîtên baregehê serdana me dikin. Bêguman çîkolata û porteqalan jî pêşkêşî me dikin, lê di heman demê de cixare û pereyan jî. Ev yek êdî ne kampên komîhevkirinê lê belê baxçeyê ajalan tîne bîra me!
Yên şermok û ji xwe fedî dikin kêmtir derdikevin hewşê û yên mayî, bereks dema xwe bi destvekirina li pişt çîtan û bi hesabkirina kara ji vê destvekirinê derbas dikin!

Di hefteyê de çend caran pîşesazên ku li xebatkaran digerin tên. Heval û hogir dibin xwedî kar û ciyê mayînê.

Navnîşanên xwe yên nû dihêlin û diçin.

Piştî meheke li Lozanê, em mehekê jî li Zurîhê, li dibistaneke di nava daristanê de derbas dikin. Dersên zimên didin me, lê ji ber keçkoka xwe ya biçûk ez kêm caran dikarim beşdarî wan bibim.

Ger min terka welatê xwe nekira, wê jiyana min çawa bûya? Difikirim, wê jiyana min hê dijwartir, hê xizantir bûya, lê di heman wextê de wê tenêtî û daxbarî kêmtir bûya û belkî bextewar hebûya.

Lê tişta ez jê dilniya me ew e ku min ê li her derê, bi her zimanî binivîsanda.

Nivîs: Agota Kristof
Wergera ji fransî: Yeqîn h.

Ev nivîs û nivîsên din ku me wergerandin ji vê pirtûkê hatine girtin.

Hin Nivîsen Nivîskar

Nimêja Rê

  • 20 Kewçêr 2020

Cesar VALLEJOEv êşa zilindirîn a kê ye, ez bi vê jî nizanim!Hetavê, yê te tu dimirî, -wê bibin!Û nola Mesîhekî xwînî, jana min a mitirb...

Çol

  • 27 Tebax 2025

Ji bo guhdarîkirinê:   Em ji navenda penaberan a Zurîhê, li tevahiya Swîsreyê hatin "belavkirin". Bi vî awayî, ji bextê me re, em hatin Neuchâtel Valanginê ku li wir daîreyeke du çavî ya ji hêla gundiyan...

Bersivek ji bo nivîsa hêja Sîdar Jîr

  • 02 Avrêl 2013

Piştî nivîs-rexneya min a bi navê “Dosyaya “kovargeriya kurdî” ya Kovara W’yê” ku di Diyarnameyê de weşiya, hêja Sîdar Jîr di Diyarnameyê...

Hemû Nivîsen yeqîn h.

yeqîn h. kî ye?

Youtube Me

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

ANF di Favebookê de weşanê dike

ad

Ji Lîsê 6 xelatên Newrozê

ad

Ev e wêneyê rojê

ad

Ahmet Turk: Bila serê gelê kurd sax be

ad

Belgefîlmên li ser mafên mirovan li Amed, Îzmîr û Wanê ne

ad

Ji bo serîlêdana atolyeya belgefîlman dem hat dirêjkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Hinek beşdar nabin: Va ne weşanxaneyên kurdan ên li Fûara Pirtûkan a Amedê

  • 26 09 2026
news

Danberheva ‘Diltengiya Parîsê’ û ‘Çilkên Pênûsê’

  • 25 09 2026
news

Li Qamişloyê Festîvala Bazara Sûriyeyê dest pê kir

  • 26 09 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê dest pê kir

  • 26 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname