logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Hinek beşdar nabin: Va ne weşanxaneyên kurdan ên li Fûara Pirtûkan a Amedê
  2. Danberheva ‘Diltengiya Parîsê’ û ‘Çilkên Pênûsê’
  3. Li Qamişloyê Festîvala Bazara Sûriyeyê dest pê kir
  4. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê dest pê kir
  5. Parêzer li Qamişloyê civiyan; Ji bo kurdî bikeve nav Zagona Bingehîn nîqaş kirin

Hogir Berbir

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Hogir Berbir

Hogir Berbir

Wesiyet e!

  • Dîrok: 04/08/2026

Ji bo guhdarîkirinê:

 

Rojek ji rojan, apê min Şêx Qasim li min geriya û xwest bibe mêvanê min. Min jî hema ji malê xwest ku şîveke xweş ji bo apê min amade bikin. Dem diherikî û ber ber êvarê ve diçû, apê min derbasî mala me bû. Hîn nû rûniştibû telefona xwe derxist û got: 
“Biraziyê min mewlûda kûtilkan daniye! Ji kerema xwe werin...”
Bi vê gotina wî re, çend mêvanên din jî li şevbihêrka me zêde bûn. Yek ji wan mêvanan Eliyê Roşatî bû. Min ew cara ewilî didît; lê deriyê mal û dilê xwe jê re vekiribû.
Tejiya xwarinê li erdê hat raxistin, xwarin hat danîn ser û em bi hev re li ser sifrê rûniştin da ku bixwin. Lê mêvanê me Eliyê Roşatî tevnegeriya, ji cihê xwe neliviya û rasterast got: 
“Ez naxwim!”
Min jî bi dilekî safî û mazûbanî jê re got: 
“Heyran, tu çima naxwî? Xwarin ji bo xwarinê hatiye ser vê sifreyê û qismetê te jî tê de heye.” 
“Na! Ez nanê Apociyan naxwim!” 
“Ev ji ku derket? Sedema vê helwestê çi ye?” 
“Ez Turkeşçî me û tu jî Apocî yî, ez nanê te naxwim!”
Civata li dora me ji xwe re dikeniyan û xwarina xwe dixwarin. Lê Eliyê Roşatî li ser sifreyê rûneniştibû; peyvek ji vir dibir, yek ji wir dianî, gotinên xwe tûj dikir, dawdişande min û pê re min diêşand. Çav li serê min sor bûbû; min hew debar kir û got: 
“Derdê te çi ye? Tu hatiyî mala min ku bi min re şer bikî, an tu hatiyî mîna mirovan şevbihêrka xwe bikî û biçî?” 
“Ez hatime şevbihêrka xwe bi te re şer bikim û biçim!”
“Hema wiha?” 
“Belê, hema wiha!”
Hêrs di dev û pozê min re difuriya. Nizanim ka çi bikim jî... Bi gotinan em bi hev ketin. Yek ji min, yek ji wî; gotinên dijber û tûj xwe didan der û dawiya vê pevçûnê ne diyar bû. Sebr û hedan li min nemabû û min nikaribû ew ji mala xwe biqewiranda. Ew jî gihaştibû wê qenheta min û pê re tiliyên xwe mîna yên Turkeşçiyan bilind dikirin, dixist nav çavên min û heqaretên xwe didomand. Hey nanê min nexwar; tibabekî rûnişt û paşê rabû. Dema çû jî ji ya xwe nehat xwarê û bê xatir meşa xwe domand. Min jî hêrsa xwe di nava dilê xwe de jenand û bêdengiya xwe daqûltand.
Ji wê rojê bi şûnde, ne min ew dît û ne jî wî min dît.
Sal di ser re derbas bûn, temen ji kîs demê diherikî û min ev bûyer bi yekcarî ji bîr kiribû. Rojek ji rojên Xwedê ku di wê roja xêr ji xwe nedîtibû de telefona min lêket. Dengê li ser xetê bi lez got: 
“Zû biçe ambûlansa komeleyê hilgire û were zanîngehê!” 
“Çi bûye apo, xêr be? Kê rehmet kiriye?” 
“Nesekine û zû were…”
Bêçare ketim nav pirs û galgalan û min berê xwe da komeleyê. Min birayê xwe Cemal girt kêleka xwe û me berê xwe da zanîngehê, ber deriyê cihê mirîşûştinê. Çawa ez ji ambûlansê daketim, min xwe gihand apê xwe û got: 
“Xêr e apo, kê rehmet kiriye?” 
“Eliyê Roşatî rehmet kiriye…” 
“Rehma Xwedê lê be!” 
“Lê wî ji min wesiyet kiriye; divê tu wî bibî Roşatê û em ê li gund binax bikin!” 
“Çima ez? Ew qas heval, dost û merivên wî hene, bila pê re biçin.” 
“Na! Gotiye divê tu bê wî bibî.”
Mecbûr mam; min nexwest li vir dilê apê xwe bihêlim. Ez li benda darbestê mam ku bînin û li ambûlansê siwar bikin da ku em berê xwe bidin gund. Piştî çend kêliyan, darbestek anîn ku aleke mezin lê hatibû pêçan û ew xistin ambûlansê. Bi dîtina vî tiştî re çavên min fireh bûn, rasterast berê xwe da apê xwe û got: 
“Apo, ev çi ye?” 
“Wesiyeta wî ye…” 
“Ez di wesiyeta wî de jehr dînim! Ez nayêm!” 
“Baqil be, bêedebiyê neke û bila kesek bi me nehese! Mirî ye, çûye... De sar bibe em bi rê kevin!” 
“Apo, madem wisa ye çima ez? Û ev ala li ser darbestê?” 
“Ewî wesiyet kir û got: ‘Divê mazûbanê şeva wî ya bêyom darbesta min a bi alê xemilandî bibe gund û min binax bike!’”
Çend nas û dost jî ketin navberê; gotin peyva apê xwe li erdê nehêle û wesiyeta mirî bi cih bîne. Em bêjin ev jî qedera min e an ya wî ye? Min û birayê xwe mil da hev, li pêşiya ambûlansê siwar bûm û me berê xwe da gund da ku Eliyê Roşatî bispêrin axê. Heta em çûn gund, çavekî min li rê bû û çavê din li darbesta bi al bû. Bi van hest û vê derûniyê em gihaştin gund û me ew darbesta wî ya bi alê xemilandî sipart axê.
Ew mir, lê ev wesiyeta xwe mîna bîranîneke kûr û tijî birîn di jiyana min de hişt û çû.

Hin Nivîsen Nivîskar

Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

  • 13 Kewçêr 2025

Ji bo guhdarîkirinê:   Hêlîn, ji derve ve tê dîtin, wekî avahiyek ji kevir û kerpîçan xuya dike; di nav çar dîwaran de bêdeng û bêliv dimîne. Lê belê ji bo kesên ku di hundirê wê de dijîn, hêlîn...

Kujerê Ziman Kî ye?

  • 01 Kewçêr 2024

Ji bo guhdarîkirinê: Sibehekê, di rojek asayî de, bi kêliyên awarte re rû bi rû mam. Her tişt bi şiyarbûnê dest pê kir. Di nav deng, bêhn û rîtmên jiyana rojane de kûr çûm û tê de winda bûm. Li vir,...

Li Ser Xwezaya Dualî ya Wêjeya Baqî!

  • 18 Rezber 2024

Ji bo guhdarîkirinê: Destpêk Nivîsîn, edebiyat û hebûn wekî aliyên sêgoşeyekê bi hev ve girêdayî ne. Kuçeka vê sêgoşeyê havîn e, ya din kaniya Xabê ye û ya din jî kûrahiya giyanê Kovan e. Dema ku...

Hemû Nivîsen Hogir Berbir

Hogir Berbir kî ye?

Hogir Berbir di sala 1976'an de li Dêrika Çîyayê Mazî hatiyê dinê. Ji ber xebatên xwe yên siyasî sala 1995'an hatiye girtin û 10 salan girtî ma ye. Wî, li girtîgehê dest bi nivîsandina kurdî kiriye û gelek kurteçîrok, helbest û gotar nivîsandiye. 
Heta niha gelek xebatên wî di malper, kovar û rojnameyan de hatine weşandin,
Berbir, di navbera 2004-2007an de di Desteya Rêveberiyê ya Enstîtuya Kurdî ya Amedê û di 2007-2017an de di Desteya Rêveberiyê ya Komeleya Nivîskarên Kurd de cî girtîye. Ew yek ji damezrînerê Komeleya Wêjekarên Kurd e û hevserokatiya vê komeleyê kiriye.
Hin pirtûkên wî:
- Destanên Kurdî / Wêşanên Şaredariya Kayapinarê / Berhevkarî
- Siya Şikestî Tûrcel / Weşanên Aram
- Dûrsel û Marê Reş / Weşanên Ava / Çîrokên gelêrî
- Ji dengbêj Fadilê Kufragî Destan û Çîrokên Kurdî / Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê / Berhevkarî
- Zindanname / Weşanên J&J / Helbest
- Melekê Tawûs û Yêzîda / Weşanên Sîtav 
- 8 çîrokên zarokan / Weşanên Şaredariya Baglarê / Çîrokên gelêrî

Youtube Me

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Muharrem Erbey ji girtîgehê nivîsî

ad

Îmzeyek bi vî rengî!

ad

Klîba Hefteyê: 'Biçûkê Canê'

ad

Wêneyê rojê: Peykerê 'Qêrîna Azadiyê' hat çikandin

ad

Rojnameger Cem Seymen îstîfa kir

ad

Baroya Wanê wê dersa kurdî bide parêzeran

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Hinek beşdar nabin: Va ne weşanxaneyên kurdan ên li Fûara Pirtûkan a Amedê

  • 26 09 2026
news

Danberheva ‘Diltengiya Parîsê’ û ‘Çilkên Pênûsê’

  • 25 09 2026
news

Li Qamişloyê Festîvala Bazara Sûriyeyê dest pê kir

  • 26 09 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê dest pê kir

  • 26 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname