Ez dibêjim qey hûnê bêjin çi eleqeya van bi hev ve heye? Werin em bi ser van re li meseleya dilê kurdan binêrin.
Pêşî nûçeya Rûdawê:
Roja 15.08.2026’an li Stenbolê 11’emîn Fûara Pirtûkan a Navneteweyî ya Pirtûkên Erebî vebûye. Mêvan Sûriye ye. Rûdawê jî 18’ê mehê ev kiriye nûçe. Heta vir her tişt normal e. Lê nenormalî di dîtina cîgirê wezîr de derdikeve holê ku Rûdawê (Omer Sonmez nûçe amade kiriye) ew daye:
“Alîkarê Wezîrê Çandê yê Sûriyeyê Saad Nasan, "Ji ber ku Sûriye wekî mêvana rûmetê tevlî fuarê dibe, ev yek bandoreke gelekî erênî li ser Sûriyeyî û Erebên li Stenbolê dijîn dike. Em jî wekî Wezareta Çandê di gelek waran de di fuarê de cih digirin. Li aliyê din li Sûriyeyê ti pirsgirêka me bi weşangeriya Kurdî re nîne. Berovajî wê em li Sûriyeyê piştgiriya zindîbûna weşangeriya Kurdî dikin. Ev mafekî xwezayî ye û di Destûra Sûriyeyê de jî hatiye misogerkirin.”
Çi dibêje?
“Li Sûriyeyê ti pirsgirêka me bi weşangeriya kurdî re nîn e, berevajî em piştgiriyê dikin”.
Baş e heta îro kesî bihîstiye ku Hikumeta Sûriyeyê çi di dema Esad de, çi di dema Hikumeta Demkî ya niha de alîkariya weşangeriya kurdî kirine?
Na, kesî nebihîstiye. Îhtîmaleke mezin nûçegîhan Omer Sonmez jî nebihîstiye.
Cîgirê Wezîr didomîne, “Berovajî wê em li Sûriyeyê piştgiriya zindîbûna weşangeriya Kurdî dikin. Ev mafekî xwezayî ye û di Destûra Sûriyeyê de jî hatiye misogerkirin.”
Erê rast e, ev mafeke xwezayî ye lê du pirs:
1- Ka kengê hikumeteke Sûriyeyê (ya niha jî têde) piştgiriya zindîkirina weşangeriya kurdî kiriye?
2- Di kîjan Destûra Sûriyeyê de ev “mafê xwezayî” hatiye mîsogerkirin?
Di dema Esad de çapkirina pirtûkên bi kurdî qedexe bûn, kêm kesên ku çap dikirin jî li Lubnanê û welatên din çap dikirin û bi dizî dianîn Rojava. Di wê Zagona Bingehîn a Esad de jî kurdî qedexe bû. Piştî têkçûna Esad di 13’yê adara 2025’an de “zagoneke bingehîn a demkî” hate amadekirin. Di vê de jî qet qala kurdî nake.
Ka li ku ev maf hatiye mîsogerkirin?
Em bêjin nûçegîhan di kêliya nûçeyê de baş hay ji meseleyê nebû, lê edîtorên ku ev nûçe weşandine? Mesela çima li binê nivîsê negotine, “Her çiqas cîgirê wezîr wisa gotiye jî lê li Sûriyeyê hê jî kurdî bi awayekî fermî nehatiye qebûlkirin” filan û bêvan. Erê “Mersûma 13’an” hatiye belavkirin, lê dikare bi “mersûmek” din wê ji holê rake jî. Ger wisa bigota, temam, lê dema te negot, ew ji nûçeyê derdikeve, dikeva asta propagandaya hikumeta Sûriyeyê; bi zanebûn, an bi nezanî hatibe belavkirin jî rewş e ve.
Em bêr ser ‘Pankarta Li Amedê’
Li Tirkiyeyê, Serokatiya Ragihandinê ku girêdayî Serokamariya Tirkiyeyê ye bi navê "Li dijî dezenformasyonê seferberiya heqîqetê" kampanyayeke da dest pê kirin (25.08.2026). Di vê çarçoveyê de biryar da ku li 81 bajaran pankartan daliqîne û gel li hemberî dezenformasyonê hişyar bike.
Kampanyayeke di cih de ye ne?
Erê.
Ev kampanya wê ji bo hemû aliyan be?
Niza...
Ger "ji bo her kesî rastî bê ziman", "heqîqet derkeve holê" kampanyayeke baş e, lê ger anîna ziman a tiştên li gor aliyek serbest be, ji bo aliyek din qedexe be, wê çaxê wê heqîqet çawa derkeve holê?
Dernakeve helbet.
Mesela em bêjin “Ev nûçeya Rûdawê dezenformasyon e, wê rast be yan na?” Erê rast e, nûçe bi xwe dezenformasyon e. Lê ev nakeve nava meseleya Saziya Ragihandinê; jixwe ev yek wan eleqedar nake jî.
Û ew pankarta li Amedê tenê li hewa dimîne.
Em bên ser duxayaniya li Şamê.
Ev çi ye?
Ev jî ev e: Ev nêzî 15 salan in li Rojava, li bajarên kurdan û li cihên ku kurd lê dijîn ji dibistana seretayî heta zanîngehê bi kurdî perwerdehî heye.
Niha çi bû?
Wezareta Perwerdehiyê ya Sûriyeyê bi daxuyaniyek ev biryar da; “Li bajarên kurdan hefteyê tenê 3 ders dikare bi kurdî bin û ew jî çend saet”…
Piştî vê daxuyaniyê çawa Cîgirê Wezîr dikare bêje “Tu pirsgikêka me bi kurdî re tune ye” û Rûdaw jî vê dike nûçe?
Eşkere ye: Ev nûçeya Rûdawê propagandaya Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê dike. Bi zanebûn ev nûçe çêkirine? Yan jî bi nezanî çêkirine? Bersiva her duyan jî yek ji yekê xirabtir e.
Dema yek ji çapemeniya herî mezin a kurdan hema her tiştî bêyî biweznîne bike nûçe û belav bike, bi wê nûçeya xwe agahiyên şaş bide xelkê, helbet serdestên te jî wê bêjin, “Jixwe ez tiştek nedim wan jî, wekî ku min daye vebêjim bes e. Jixwe ew bawer dikin.”
Ha gotina Cîgerê Wezîrê Sûriyeyê, ha kampanyayê Wezareta Ragihandinê, jixwe serdest li gorî xwe agahiyan didin, lê ger li cihek çapemeniya te agahiyên rast nede te, tuyê çawa bizanibî dinya ber bi ku ve diçe?



