logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Hinek beşdar nabin: Va ne weşanxaneyên kurdan ên li Fûara Pirtûkan a Amedê
  2. Danberheva ‘Diltengiya Parîsê’ û ‘Çilkên Pênûsê’
  3. Li Qamişloyê Festîvala Bazara Sûriyeyê dest pê kir
  4. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê dest pê kir
  5. Parêzer li Qamişloyê civiyan; Ji bo kurdî bikeve nav Zagona Bingehîn nîqaş kirin

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Daxwazeke ji nivîskarên kurd

  • Dîrok: 08/01/2007

Heta niha bes me ji weşanxaneyan re got. Gelo niha em çend gotinan ji bo nivîskarên kurd bikin dê rewş neguhere? Mesela dê pê firotina pirtûkan zêde nebe? Vê carê ez dixwazim ji bo nivîskarên kurd çend gotinan bibêjim û çend jî pêşniyaran bikim...

Wê rojê min nûçeyeke li ser pirtûkên 2006’an ên bi kurdî amade kir. Li ser vê nûçeyê gelek mail ji min re hatin û du-sê ji wan jî ji nivîskarên kurd hatibûn û digotin: “Çima navê pirtûkên min di lîsteyê de nîn e.”
Min heta niha gelek caran, ji gelek weşanxaneyên kurd re gotiye; Dema pirtûkên we negihîjin ber destê weşanekê (çi rojname, kovar, çi malper, radyo û tv) dê nikaribin li ser berhemên we tiştekê binivîsin.
Ew carinan gazinên “Em berheman dişînin jî cih nadin” dikin lê ev gazin ne di cih de ye, ji ber ku tu dema berhemên xwe ji weşanekê re her gav bişînî, îro nebe sibê, sibê nebe du sibê miheqeq dê bibêje, ‘Ev weşanxane her ji me re berhemên xwe dişîne, me cih neda yên ku duh hatin, ka em cih bidin van.’
Bi ya min di vî warî de weşanxaneyên me ne serketî ne. Li lîsteya ku me çêkiriye binêrin û hema jê li wexanxaneyekê bigerin û vê bipirsim: “Li gorî filan nûçeyê, we sala 2006’an de ew qas pirtûk derxistine, ji van we çend heb dan posteyê, ji çapemeniya kurd (Radyo, TV, rojname, kovar û malper) re şandin û wan nûçeya we çêkir yan na?”
Di pirseke wisa de hûnê bibînin ku ji bilî îstîsnayan hema bêje yekî jî tişteke wisa nekiriye. Ê ger weşanxane berhemên xwe negihînin ber destên rojnamegerên kurd, ew dê çawa bikaribin li ser wan nûçeyekê çêbikin.
Ez tişteke din jî bibêjim: Hema bêje di nav rojnamegerên kurd de yê ku herî zêde nûçeyan li ser berheman çê dike ez im. Û ez dibêjim di sala 2006’an de ji bilî Weşanên Lîsê weşanxaneyekê jî pirtûka xwe nedaye posteyê û ji min re neşandiye ku ez nûçeya wê çê bikim. Hinên ku min çêkirine jî ez bi xwe çûme weşanxaneyê, min ji wir anîne û nûçe çêkiriye.
Pirs ev e: Ger weşanxaneyekê berhemên ku derdixe nagihîne ber destê rojnamegerên kurd, nagihîne çapemeniya kurd, ew weşanxane çawa dikare bibêje, ‘Li ser berhemên me nûçe çênabin’, çawa dikare bibêje ‘pirtûkên kurdî nayên firotin.’
Ma dê kesek ranebe û ji te nepirse, ka te çiqas reklama pirtûkên xwe kir ku tu dixwazî bêne firotin?
Min di 4’ê Tîrmeha 1998’an de li rojnameya Azadiya Welat dest bi karê rojnamegerî kir, ji wê rojê ve bênavber ez karê xwe didomînim; heta niha hema bêje min nediye weşanxaneyekê hatiye gotiye: “Ka buhaya reklamên we çi ye, ez dixwazim reklama van pirtûkên bidim.”
Dema weşanxaneyekê reklama pirtûkên xwe neke, çawa ji bo çapê pere xerc dike, bi vî awayî ji bo reklamê jî xerc neke, dê çawa bikaribe bibêje “Min rola xwe ya weşangerî aniye cih.”
Belê nivîs bi têra xwe dirêj bû.
Min xwest pêşî van bibîr bixim dûre derbasî gotinên xwe yên ji bo nivîskarên kurdan bibim.
Nivîskaro/ê, dibe ku ne hedê min be ez van gotinan bibêjim, dibe ku hûn ji min baştir binazibin lê ez dixwazim ji bo we çend gotinan bibêjim:
Heta pirtûkên we reklaman wan neyê kirin, ew pirtûk nayê firotin. Ger ew pirtûk neyê firotin tu çima wê pirtûkê derdixî? Ger neyê firotin bi wê pirtûkê ne navê te derdikeve, ne jî fikrên ku te di pirtûk de bi cih kirine belav dibin.
Belê nivîskarê/a me, ez niha dixwazim çend pêşniyaran bikim, lê berî pêşniyaran, çend kategorî hene, pêşî ev kategorî:
- Hin nivîskar nav û dengê wan heye, weşanxane pirtûkên wan çap dikin û lava jî dikin. (Dibe ku telîfê jî digirin. Lê ez hê rast nehatime ku nivîskarekî telîf girtiye/digire.)
- Hin nivîskar hene, nav û dengê wan hene, weşanxane pirtûkên wan çap dikin, lê bêyî ku lava bikin. Pirtûkên wan were ber dest çap dikin, neyê ji xwe guh jî nadin.
- Hin nivîskar hene, pere dide weşanger, weşanger bi pereyên ku ji nivîskar girtiye pirtûkê çap dike û difroşe.
Dibe ku hin kategoriyên din jî hebin, lê ev bes in jî.
Belê, hûn di kîjan kategoriyê de dibin bibin, pêşniyara min ev e:
- Ger hûn telîfê ji weşanxane digirin, miheqeq berî derxistina pirtûkek hûn peymanekê bi weşanger re girê didin; Xêra xwe di wê peymanê de xaleke wisa jî bi cih bikin; “Gere tu berhemên min bigihînî ber destê filan û bêvan çapemeniyê, filan û bêvan kesan... Her wiha gere tu sedî nizanim çiqasî ji bo reklama pirtûk jî veqetînî.”
Ger ev xal nebin, bizanibe ku dê nûçe li ser berhemên te neyên çêkirin, dê reklama te û berhema te çênebe.
- Ger hûn di nav kategoriya ku ne telîfê ji weşanxaneyê digirin, ne jî tiştekê didin weşanxaneyê, wê çaxê jî xaleke wisa bixin nav peymana xwe: “Ez ji te telîfê naxwazim, lê pirtûka min ji filan û bêvan kesan û weşanê re bişîne ku nûçe li ser çê bikin. Her wiha ger îmkanên te hene, hinek pere ji bo reklamê jî xerc bike.
- Ger hûn di nav kategoriya nivîskarên ku hem dinivîsin, hem pereyên xwe didin û çap dikin de ne jî di nav peymana xwe de tişteke wisa rêz bikin: “Binêr, ez ew qas pere didim te, ev pere jixwe bi têra çapê dike, û di ser de jî tiştên ku tu difroşî ji te re dimîne, wê çaxê em pirtûkên ji rojnamegerên kurd re bi rê bikin, her wiha reklama wê jî bikin.”
Xaleke din û dibe ku ya herî girîng jî ji weşanxaneyên xwe vê bipirsin: Tu li kîjan bajarî, çend pirtûkên min belav dikî, li kîjan bajarî tu ji kîjan pirtûkfiroş, sazî û nizanim çi re dişînî?
Û gotina dawî ya ji bo nivîskarên me;
Ji ber ku heta niha min jî pirtûk nivîsî ne, ez baş dizanim nivîsandina pirtûkekê çiqas demî digire, çiqas zehmet e.  Xêra xwe bişopînin ku weşanxaneyên we çiqas berhemên we belav dikin, çiqas difroşin, çiqas reklama wê dikin…
Ger hûn ji van xalan yekê jî pêk naynin, wê çaxê ne hûn, ne jî kesek bila nebêje ‘pirtûkên kurdî nayên firotin.’
Ez hêvî dikim nivîskarên me bi qasî keda ku didin û berhemê amade dikin, dê hinek kedê jî ji bo belavkirin û reklama pirtûka xwe jî xerc bikin.

Hin Nivîsen Nivîskar

Li Kozakliya MHP'yî nêrîna li Demirtaş

  • 05 Tebax 2014

Kozakli navçeyeke Nevşehîrê ye. Li herêmeke turîstîk e. Zêdetir bi germava xwe navdar e û her sal bi deh hezaran însan diçin wê derê. Hinek ji bo...

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • 25 Pûşper 2026

Werin em hin tiştan bidin ba hev, ka wê encam ber bi ku ve here… Serokê AKP’ê û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Balikesîrê di merasima xelatên aboriyê de wisa gotibû (15.03.2015): “Ma hûn naxwazin...

Ev nivîs ji bo sala 2018-19 û 2020'an e

  • 21 Kewçêr 2016

Ez dizanim heta niha gelek kesî li ser qewimînên giran ên li bajarên kurdan nivîsîne û desthilatdariya Tirkiyeyê rexne kirine.Ne hewceye em dubare bikin. Ji ew...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

"Ma Mona Lîsa biroşin"

ad

Îdîa: Malbata Barzanî li Amerîkayê du xanî bi 47 mîlyon dolarî girtin

ad

Goga Lingan û Serê Hz. Huseyîn

ad

Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu li ser kurdî axivî

ad

Dor 50 kurd û almanên navdar ji bo Rojava bang kirin

ad

​​​​​​​Zanîngeha Rojava bi Zanîngeha Washingtona State re hevpeyman îmze kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Hinek beşdar nabin: Va ne weşanxaneyên kurdan ên li Fûara Pirtûkan a Amedê

  • 26 09 2026
news

Danberheva ‘Diltengiya Parîsê’ û ‘Çilkên Pênûsê’

  • 25 09 2026
news

Li Qamişloyê Festîvala Bazara Sûriyeyê dest pê kir

  • 26 09 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê dest pê kir

  • 26 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname