___Yaqob Tilermenî___
Salên piştî 1980'yî bûn, em di serdema betlaneya dibistanê de ji bo fêrbûna Qurana pîroz diçûn ber melê. Çûna ber melê ji bo me hinekan bi daxwaz û zoriya malbatê bû û ya me hinekan jî bi çavlêketina hevalan bû. Ez li ser daxwaza hevalê xwe yê taxê çûbûm ber melê. Ji xwe nîviyê xwendekaran ku hişkbûn û dîsîplîna mela didîtin, di hefteya duyemîn de dest ji hatina ber melê berdidan.
MELAYÊ GUND Û DERBXWARINA ME
Rojekê di navberê de li hewşa ber mizgeftê me bi hevalên kur ên xwendevan re bi gogê dilîst. Melayê ku Quran fêrî me dikir destmêja xwe nû kiribû û bi dîtina me re bi dengekî hêrsokî bi ser me de qîrîyabû ku em demildest têkevin hucreya mizgeftê. Hevalê me yê ji me gişan mezintir ku di pîleya xwendina Cuzûemma de bû û wekî “sinifbaşkanî” dihat hesibandin, em li ber derê hucreyê li ser piyan dabûn rawestandin û em li hêviya xoceyê me hiştibûn. Xoceyê ku bi fistanê spî û şaşika li serî ku nûr ji wechê wî dibariya bi şiveke ter hatibû gel me. Bêyî tiştekî bibêje, sinifbaşkanî yek bi yek her du destên me ber bi ezmên vekiribûn. Xoce bi hêza xwe ya pîroz destên me dabûn ber şivan ku hin ji hevalên me ji hêrsan hêsir barandibûn. Bi ser de jî bêyî ku me bide rûniştin dest bi axaftineke dûdirêj kiribû.
Li gor şîretaxaftina xoce, di serdema derketina ola Îslamê de dijminên Xwedê li Kerbelayê neviyên pêxember Hz. Mihemmed kuştibûn û bi serê Hz. Huseyîn wekî gogê lîstibûn. Ji ber wê li gora ola Îslamê lîstin û temaşekirin û tiştên têkîldarî futbolê giş heram bûn. Divê em jî bi vê hesasiyetê tev bigeriyana û me tu caran bi gogê nelîsta. Helbet ji bo me zarokan ev agahiyên nû bûn û tirs û xofa Xwedê di hişê me de tovên fikrên cuda çandibûn. Dema ku me ev agahiyên melê bi malbata xwe re parve kiribû, yekser gotibûn, mela rast dibêje, wî ilmê Xwedê xwendiye. Me jî zêde nedabû ser pişta vê meseleyê. Baş tê bîra min ku hevalekî me yê bi navê Miheme yê li taxê golavêjê herî serkeftî bû, roja dîtir nehatibû ber melê. Dû re ji me re gotibû ku goga lingan guneh be jî, ew ê bilîsta.
TIRKIYEYÊ EV ÇÎROK LI HEV ANIYE
Demeke dirêj dema goga lingan dihat gotin, serê jêkirî yê Hz. Huseyîn dihat ber çavên min. Lê bi demê re bi dîtina tîma futbolê ya Îranê, û bi hinek serwextbûnê re ez tê gihîştibûm ku ev çîroka lihevhatî, ne li Îranê bêtir li Tirkiyeyê û li çend cihên dîtir ji bo dijberiya futbolê ji teref hinekan ve hatibû lihevanîn.
Li Îranê goga lingan wekî serê Hz. Hasan an Hz. Huseyîn nayê hesibandin; berovajî wê futbol, ji teref gelê Îranê û rêveberiya wê bi awayekî fermî tê destekkirin û beşa werzişê ya herî populer e. Çîroka ku di zaroktiyê de xoceyê me behs kiribû li Îranê ne wekî baweriyekê ye, xurafeyeke salên rabirdûyê ye ku li welatê Tirkiyeyê û li çend welatên erdnîgarîya Îslamê berbelavbûyî ye. Li gora rîwayetan, Xelîfeyê Emewiyan Yezîd û leşkerên wî piştî kuştina Hz. Huseyîn bi serê wî yê jêkirî lîstine û pê kêfxweş bûne û ev jî wekî nîşaneya goga lingan hatiye hesibandin û hwd.
LI ÎRANÊ ‘PERSIAN GULT’
Navenda şîayê Îran, futbolê bi awayekî fermî destek dike. Lîga futbolê ya çalak a bi navê Gola Farisan (Persian Gulf) heye ku di tûrnûvayên navneteweyî de pir derdikeve pêş. Lîderê Îranê yê herî mezin Ayetullah gelek caran daye xuyandin ku lîstina futbolê bi tu awayî ne li dijî ola Îslamê ye. A rast, nêzîkbûna li futbolê ne taybetiyeke welatê Îranê bi tenê ye, hemû dewlet û rêveberiyên wê bi armanca hesta netewî “EM”ê derxin pêş, futbolê wekî amûreke xurt bi kar tînin. Li Îranê jî Stadyûma Azadî heye ku sed hezar mirov dikarin li trîbûnan futbolê temaşe bikin. Di dema şahê Îranê de tîmên wekî Persepolîs û Îstîklal hatine avakirin û reqabeta navbera her du tîman dibe derbiya herî mezin a herêma Asyayê. Her wiha li bajarê Tebrîzê kûluba futbolê ya Azerîyên Îranê heye, wekî nûnerê xeyrîfermî yê alîgirên tirkan tê hesibandin.
TÊKETINA JINAN A STADYÛMÊ HAT QEDEXEKIRIN
Rewşa herî xemgîn a li Îranê astengkirina derbasbûna alîgirên jin e. Li dû şoreşa Mollayan ji sala 1979’an pê ve salên dûdirêj têketina jinan a stadyûman hate qedexekirin. Hin caran alîgirên jin bi qiyafetên mêran derbasî cihê temaşeyê bûne û di vî warî de gelek serboriyên berxwedanê hatine jiyîn. Di fîlmê “Offside” yê derhêner Jafar Panahî de ev mijar hatiye ristin. Lê ji ber zextên FIFA’yê salên dawî li hin cihan ev qedexe hatine sistkirin.
Di Kûpaya Cîhanê ya 2026’an de Îran di koma Zelanda Nû, Misir û Belçîkayê de cih digire û heta niha li hemberî Zelanda Nûyê 2-2 û li hemberî Belçîkayê 0-0 bi wekhevî ji qadê veqetiyaye. Ev ji bo tîmê serkeftineke mezin e, ji ber ku demeke dirêj e welatê Îranê di nava şerekî erjeng de ye. Ev xurtbûna tîmê ji kevneşopîya wê ya rabirdûyê tê û li ser şopa Alî Daeî yê di dîroka futbola cîhanê de wekî kesekî herî golavêj û peyrewên wî Alî Kerîmî û Mehdî Mahdavîkîya jî tê. Di roja me de jî Mehdî Taremî û Serdar Azmûn li ser wê şopê di lîgên futbolê yên Ewropayê de çalak in.
1998, MAÇA ÎRAN Û DYA’YÊ
Di nivîsên xwe de ji ber şert û şirûtên di qada futbolê de têne jîyîn, em wan wekî tevgerên polîtîkî yên navdewletî dinirxînin, ji ber ku bûyerên li holê van daneyan raberî me dikin. Di sala 1998’an a Kûpaya Cîhanê de tîma Îran û tîma Amerîkayê hatibûn hemberî hev. Bi vê pêşbazîyê re rageşiya navbera her du dewletan derbasî qada futbolê jî bûbû. Tîma Îranê li hemberî tîma Amerîkayê bi ser ketibû û ji wê rojê pê ve maçên tîma Îranê yên li hemberî welatên Rojavayê wekî berxwedanên neteweyî û serxistina nasnameya Îranîbûnê derketine pêş.
Divê neyê jibîrkirin, rêvebirên Îranê çiqasî dixwazin di kontrola xwe de futbolê wekî amûreke bîrdozî bi kar bînin jî, bertekên civakî carna wê armancê serobino dike. Tevgera “Jin Jiyan Azadî” bandora xwe li trîbunan jî kiriye û gelek caran ew der bûye cihê dijberiya pergalê; wekî berzkirina sloganên dijber, nexwendina sirûda netewî û yên din. Di Kûpaya Cîhanê ya 2026’an de ji ber rageşiya navbera Amerîka û Îranê, tîma futbolê ya Îranê mecbûr ma ku kampên xwe yên xweamadekirinê bibin welatê Meksîkayê. Li maçên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji ber rêgezên hişk ên vîzedayînê û astengîyên seyahatkirinê (tîm berî bi rojek maçê derbasî wir bû) ligel federasyon û FIFA’yê nîqaşên mezin ên dîplomatîk hatin jîyîn.
MAÇA ÎRAN-BELÇÎKAYÊ, QELEPARÊZ BEÎRANVAND
Dema temaşekirina pêşbazîya tîmên Îran û Belçîkayê wekî kurdekî ez bi hesasiyetên netewî bûm alîgirekî tîma Belçîkayê û min her xwest ew bi ser bikevin. Heta deqeya 66’an jî futbolîstên Belçîkayê bi xurtî li qada tîma Îranê di hewldanên golavêtinê de bûn. Lê qeleparêz Alîriza Beiranvand ku li Îranê di tîma Traktor FC de qeleparêzê serkeftî ye, di maçê de 7 caran nehişt ku gog têkeve tora keleha wî. Helbet ev bû serkeftina wekhev a tîma wî ya li hemberî tîma Belçîkayê. Di beşa duyem a maçê de digel zorlêdana tîma Belçîkayê di deqeya 53’yemîn de Îranê fersendeke golavêtinê bi dest xist, lê qeleparêzê belçîkî Courtois destûr neda. Belçîkayê di deqeya 59’emîn de fersenda herî mezin a golavêtinê bi lêdana De Bruyan bi dest xistin, lê di lêdana şûta De Cuyper de Alîrizayê kelehvan wekî pisîkekê dirêjî gogê bû û nehişt gol çêbibe.
COURTIOS NEHIŞT
Tîma Îranê ku heta du parên maçê bêtir di rewşa parastinê de bûn, li ser xwarina qerta sor a futbolîstê Belçîkî Ngoy hêza xwe ber bi qada belçîkiyan ve bir û li fersendên golavêtinê geriyan. Belçîkaya ku ji destpêka maçê ve di lîstikê de serdest, bi talûkeyên golxwarinê re rû bi rû ma. Kelehvanê Belçîkayê Courtois bi tevgerên xwe yên pisporane rê li ber golan girt û nehişt top têkeve tora keleha wî. Jixwe ew qeleparêzekî serkeftî bû û di sala 2018’an de wekî qeleparêzê herî serkeftî yê cîhanê hatibû pejirandin. Bejna wî ya du metreyî jî di serkeftina wî de xwedî risteke giring bû.
Di encamê de pêşbazî bêyî encamgirtina serkeftina tu aliyekî, bi wekhevî qediya û her du tîm jî bûn xwediyên di pûanan. Ji vê rewşê jî diyar dibe ku tîma Îranê di maça xwe ya li hemberî Misirê de dikare bigihîje armanca xwe û ji koma xwe derbasî rêya duduyan bibe. Ev futbol e û hemû encamên şaşwazker (surprîz) dibe ku biqewimin. Em jî dikarin wekî temaşekarekî futbolhez li rewşên cihêwaz ên wê biqewimin temaşe bikin û li gora kêfwergirtina ji futbolê alîgirîya xwe diyar bikin. Ne wekî hişmendiya oryantalîstekî, bi fikirîna oryantalekî bi xwe û li ser dahatûya jiyana kurdên rojhilatê Kurdistanê têkçûna rejîma Îranê ya Mollayan ji bo me cihê kêfxweşîyê ye, têkçûna tîma futbolê ya Îranê jî di nav de. Bi van sedeman rihê Jîna Mahsa Amînî û hemû şoreşgerên Îran û rojhilatê Kurdistanê şad be.
23.06.2026 / Swîsre
**
Di çarçoveya Kûpaya Cîhanê ya 2026'an de nivîsa Yaqob Tilermenî ya berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:
- Şeva lîstikvanê kurd Denîz Undav a di Kûpaya Cîhanê de
- Ji bo cîhanê goga lingan, ji bo kurdan gef û gur û fişarên tirkan
***
Dibe ev nivîs bala we bikişînin:
- Ji Messi dîrokeke nû: Di Kûpaya Cîhanê de kesê herî zêde gol avêtin
- 49 mîlyon kesî nikarîn bi 438 hezar kesî!
Ji bo temamê maçên rojê:
- Roj bi roj maçên Kûpaya Cîhanê (temamê lîsteyê)
**
Rûpela Taybet a Kûpaya Cîhanê:
- KÛPAYA CÎHANÊ 2026
***
Dibe ev nivîs bala we bikişînin:
- Ji Messi dîrokeke nû: Di Kûpaya Cîhanê de kesê herî zêde gol avêtin
- Şeva lîstikvanê kurd Denîz Undav a di Kûpaya Cîhanê de
- 49 mîlyon kesî nikarîn bi 438 hezar kesî!
- Ji bo cîhanê goga lingan, ji bo kurdan gef û gur û fişarên tirkan
Ji bo temamê maçên rojê:
- Roj bi roj maçên Kûpaya Cîhanê (temamê lîsteyê)
**
Rûpela Taybet a Kûpaya Cîhanê:
- KÛPAYA CÎHANÊ 2026


