Diyarname
Li gundek biçûk a Susuza Qersê du birayên bi navê Toso û Çao hene ku ji hev cuda ne lê tiştê wan ê wekhev e ew ku ew kerr û lal in; bi nîşaneyên li gor xwe li hev dikin, hev fêm dikin. Van birayan carinan bi jîrekî û zanayiya xwe, carinan bi bernavê ji bav û kalan ji bo wan maye zimanek nû ya kurdî saz kiriye. Gelê gund jî ligel kurdî û tirkî ev zimanê sêyemîn qebûl kirine. Belgefîlmê bi navê "Birayên Bêdengiyê" çîroka van her du birayan nîşan dide; çîroka her du birayên xwedî zimanê cuda, çîroka vî zimanê cuda, helbet çîroka bav û kuran û çîroka jinên bi hêz ên gund pêşkêş dike.
Belgefîlm ji aliyê derhêner Taylan Mîntaş ve hatiye kişandin û yekem car roja 9'ê mehê (yekşem) saet 16'an de li Festîvala Fîlman a Stenbolê derdikeve pêşberî temaşevanan. Piştî nîşandayîna belgefîlm dê ligel derhêner Mîntaş gotûbêjek jî li dar bikeve.
KUNYE:
BIRAYEN BEDENGIYE
Derhêner û senaryo: Taylan Mintaş
Derhênerê dîmenê: Taylan Mintaş
Vesazkirin. Baptiste Gacoin, Taylan Mintaş
Muzîk: Başar Under
Lîstikvan: Asim Mintaş, Cengiz Mintaş
Sazkar: Erol Mintaş
Sala kişandinê: 2017
Ziman: Kurdî û Tirkî; bi jêrnivîsa îngilîzî
Mawe: 86 deqe
Cih û dîrok:
09.04.2017, Saet 16.00, Salona Beyoglu ya li Beyogluyê.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- 'Kameraînsan', 'Ken Loach' û belgefîlmên din
- Ji bo 11 rojan serdestiya fîlman dest pê kir
- Gelek fîlmên klasîk dibin mêvanên festîvalê
- Taylanên Bira bûn Serokên Juriyê
- 'Anayurt Otelî' bi awayekî nûkirin dê bê nîşandayîn
- Kedkarên sînemayê tên xelatkirin
- Serîlêdanên Festîvala Stenbolê dest pê kirin


