Li ser mebûsên Amedê yên DEM Partî, AKP û CHP’ê lêkolîneke biçûk min kir. Em wisa dest pê bikin: Meraq ew e; tu mebûsê kurd î lê tu bi kurdî peyamên xwe belav dikî yan na?
Ger tu kurd bî û tu peyamên xwe ne bi kurdî lê bi zimanên din belav bikî emê çawa bizanibin tu kurd î? Û emê çawa bizanibin tu ji kurdan hez dikî, qîmetê didî hilbijêrên xwe yên kurd? Ne?
Helbet ne mimkûn bû ez li yên hemû bajarên kurdan binêrim, jixwe ne hewce ye jî; bajarek tenê dikare hemûyan nîşanî me bide.
Ji ber ez ji Amedê me û ji ber Amed bajarê herî mezin ê kurdan e (qesta min ji aliyê bi destxistina Şaredariya Bajarê Mezin ve ye) min li ser mebûsên Amedê lêkolîn kir.
Ji 12 mebûsan 8 jê ji DEM Partî, 3 AKP û yek jî jê CHP'yî ye.
Min 21’ê Reşemî Roja Zimanê Zikmakî esas girt. Ew roj jî têde heta serê reşemî/sibatê çûm ku van mebûsan li qada X’ê çend peyam belav kirine û ji van peyaman çendê wan bi kurdî ne?
Ji bilî vê min li BÎO’ya wan nêrî ka bi kurdî nivîsîne yan na û min li kurtejiyana wan a li malpera Meclisa Tirkiyeyê jî nêrî, ka li wê derê nivîsîne kurdî dizanin yan na.
Li malpera Meclisê rêgez ev e: Tu kurtejiyana xwe çawa bidî wan, bi vî awayî belav dikin. Mesela hinan pêşî kurdî, paşê zimanên din rêz kirine, hinan pêşî ên din. Hinan qet negotiye ka bi kurdî dizane yan na. Mesela mebûsê DEM Partî Cengiz Çandar ligel ku kurdî nizane, lê ji ber ku niha kurdî hîn dibe wisa nivîsiye, "niha dersê dibîne" û ev xistiye kunyeya xwe.
Encama vê lêkolînê dê nîşanî me bida ka çiqas qîmetê didin kurdî yan nadin kurdî…
Niha jî em li kîteyan binerin (Li gor rêza alfabetik)
*Adalet Kaya / DEM Partî
- Bîo'ya xwe bi tirkî û kurdî nivîsiye.
- 50 peyam belav kiriye, tenê 7 jê bi kurdî. Ji van tenê didu wê nivîsîne, yên din ên saziyên xwe parvekirine.
- Di kunyeya xwe ya malpera Meclisê de negotiye kurdî dizane.
* Berdan Ozturk / DEM Partî
- Bîo'ya xwe bi tirkî û kurdî nivîsiye.
- 17 twit belav kirine jê 4 heb bi kurdî ne.
- Di kunyeya xwe ya malpera Meclisê de gotiye bi kurdî û îngilîzî dizane.
*Ceylan Akça Cupolo / DEM Partî
- Bio'ya xwe tenê bi îngilîzî nivîsiye.
- 112 heb twit belav kirine, tenê jê 14 bi kurdî ne.
- Di kunyeya xwe ya malpera Meclisê de gotiye bi îngilîzî, kurdî û di asta normal e bi îtalî dizane.
* Halide Turkoglu / DEM Partî
- Bîo'ya xwe bi tirkî û kurdî nivîsiye.
- 70 twit, tenê 8 jê bi kurdî
- Di kunyeya xwe ya malpera Meclisê de gotiye bi kurdî û spanyolî, di asta normal de îngilîzî dizane.
* Mehmet Kamaç / DEM Partî
- Bîo'ya xwe bi tirkî û kurdî nivîsiye.
- 36 peyam belav kirine, jê 20 bi kurdî ne. Ew Hevberdevkê "Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk" e. Vê yekîtiyê peyamên xwe bi kurdî belav kirine. Gelek ji wan Mehmet Kamaç RT kirine. Ew jî di nav vê 20'ên kurdî de cih girtine.
- Di kunyeya xwe ya malpera Meclisê de gotiye bi kurdî û farisî dizane
* Cengiz Çandar / DEM Partî
- Bîo'ya xwe bi tirkî û kurdî nivîsiye.
- 12 peyam, hemû tirkî
- Di kunyeya xwe ya malpera Meclisê de gotiye bi îngilîzî, erebî û fransizî dizane. Bi kurdî (kurmancî) dersê dibine.
* Serhat Eren / DEM Partî
- Bîo'ya xwe bi tirkî nivîsiye.
- 130 peyam belav kirine tenê 13 jê bi kurdî
Gelek peyamên DBP’ê bi kurdî bûne, Erenî ew RT kirine, ev jî di nav vê 13’yan de ne.
* Sevilay Çelenk Ozen / DEM Partî
- BÎO’ya xwe bi kurdî, tr, îngilîzî nivîsiye
- 57 peyam belav kiriye, qet bi kurdî nîn in.
- Di kunyeya xwe ya malpera Meclisê de gotiye bi îngilîzî dizane.
*Galip Ensarioglu / AKP
- BÎO’ya xwe bi tirkî tenê nivîsiye
- 55 peyam, yek jî bi kurdî nîn e.
- Di kunyeya xwe ya malpera Meclisê de gotiye, bi kurdî û zazakî dizane, di asta bingehîn de îngilizî dizane.
* Mehmet Sait Yaz / AKP
- BÎO’ya xwe bi tirkî nivîsiye. Bi erebî gotiye ev lê kiriye, "Serokê Koma Dostanî ya Tirkiye-Lubnanê".
- 42 peyam belav kiriye, qet jê kurdî nîn in.
- Di kunyeya xwe ya malpera Meclisê de gotiye bi erebî û kurdî dizane.
*Suna Kepoglu Ataman / AKP
- BÎO'ya xwe tenê bi tirkî nivîsiye.
- 136 peyam belav kirine, tenê yek bi kurdî belav kiriye, ew jî di Rojava Ziman de bi tirkî û kurdî peyam belav kiriye.
- Di kunyeya xwe ya malpera Meclisê de negotiye bi kurdî dizane yan na.
*- Sezgin Tanrikulu / CHP
- BÎO'ya xwe bi tirkî tenê nivîsiye.
- 99 peyam belav kiriye, tenê yek bi kurdî ye, ew jî peyama li ser mirina Mehmed Emîn Bozarslan e; Bi kurdî û tirkî belav kiriye.
- Di kunyeya xwe ya malpera Meclisê de gotiye bi kurdî û di asta navîncî de îngilîzî dizane.
Niha em kurt bikin
*Adalet Kaya / DEM Partî: 50 peyam, 7 jê bi kurdî.
* Berdan Ozturk / DEM Partî: 17 peyam, 4 jê bi kurdî.
* Ceylan Akça Cupolo / DEM Partî: 112 peyam, 14 jê bi kurdî.
* Halide Turkoglu / DEM Partî: 70 peyam, 8 jê bi kurdî.
* Mehmet Kamaç / DEM Partî: 36 peyam, 20 jê bi kurdî.
* Cengiz Çandar / DEM Partî: 12 peyam, hemû tirkî
* Serhat Eren / DEM Partî: 130 peyam, 13 jê bi kurdî.
* Sevilay Çelenk Ozen / DEM Partî: 57 peyam, qet bi kurdî nîn in.
*Galip Ensarioglu / AKP: 55 peyam, yek jî bi kurdî nîn e.
* Mehmet Sait Yaz / AKP: 42 peyam, yek jî bi kurdî nîn in.
*Suna Kepoglu Ataman / AKP: 136 peyam, tenê yek bi kurdî.
* Sezgin Tanrikulu / CHP: 99 peyam, tenê yek bi kurdî.
Piştî ev îstatîstîkan çend xalên din:
- Di nav hemû mebûsa de mebûsa AKP’ê Suna Kepolu Ataman 136 peyam belav kirine. Yanê di 21 rojî de 136 peyam, yanê hema bêje rojê 4 peyam. Lê TENÊ PEYAMEK BI KURDÎ. Dûre mebûsê DEM Partî Serhat Eren tê ku wî di 21 rojan de 130 peyam belav kirine; TENÊ SEDÎ DEHÊ WAN BI KURDÎ. Di rêza sêyem de mebûsa DEM Partî Ceylan Akça Cupolo bi 112 peyaman tê. DÎSA DOR SEDÎ DEH BI KURDÎ.
- Di peyamên mebûsên DEM Partî de bala min kişand, qet nûçeyên, yan jî nivîsên ji çapemeniya kurdî mînak ji MA, Ajansa Welat, Diyarname, Ronahî TV, Rûdaw û hwd. belav nekirine. Hinan ji çapeminiya tirkan peyam belav kirine, lê ji çapemeniya kurdan, ev ên ku min nav dan qet tiştek ne belav kirine, ne RT kirine.
- Mebûsê AKP’ê Ensarioglu piranî peyamên Erdogan dubare kirine.
- Herî zêde Mebûsê DEM Partî Mehmet Kamaçî bi kurdî twit belav kirine. Ji 36 heban 20 jê bi kurdî ne ku ev yek dike sedî 60’ê peyamên wî bi kurdî ne. Yên din sedî 10 derbas nakin. Jixwe hinan qet bi kurdî belav nekirine jî.
Rewş ev e...
Yên AKP û CHP'ê ne xem e, lê bi taybetî yên DEM Partî ku her dibêjin "Xebata pirzimanî", "Em perwerdehiya bi kurdi dixwazin" û filan û bêvan... Lê tiştên ku dikin û tiştên ku dixwazin li hev nake... Derdeke AKP û CHP'yiyan ya wekî vê nîn e, lê yên DEM Partî li aliyek dibêjin derdeke me ya kurdî heye û li aliyê din li gor vî derdî tevnagerin.
Gotina dawî ev e û ev ji bo hemû mebûsên Amedê û mebûsên bajarên din e: Tu li bajarekî sedî 98 kurd in bûyî mebus (dibe sedî 2 ne kurd bin, hema wisa min nivîsî), tu dengan ji van kurdan digirî, lê tu bi zimanê wî gelî peyaman belav nakî…