logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve
  2. Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)
  3. Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray
  4. Kayûm şandin ser Halk TV
  5. Ji bo 1000'î ma 19!

Dilşêr Bêwar

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Dilşêr Bêwar

Dilşêr Bêwar

Niha hat bîra min

  • Dîrok: 01/10/2026

Zarûyên te halê wan xweş in. Herkes li mala xwe ye, li ser karê xwe ne. Heyat her diçe zehmet, bibêjî ji heqê xwe derdikevin. Dizanim dewlemendî xweş e lê gere tu bizanî diziyê bikî. Erê ma derew e? Tabî canim dewlemend diz in. Dizên keda xelkê ne. Ji xwêdana xelkê didin hev. Ha xwêdan ha xwîn. Kesî ji mala bavê xwe neaniye. Helbet dizanim wê hinek kes bixebitin hinek jî bixwîn an na pêşketin û nûbûn çênabin. Kesî negotiye bila herkes bibe xwediyê balafirên taybet malneket. Lê axir însan carê tê dinyayê loma divê bikare bi keda destê xwe re bê ku zehmetiyan bikişîne heyateke asayî bidomîne. Dizanî di vî warî de li welatên Ewropî pergalek xweş rûniştiye. Qe nebe mîna me ji birçîmayînê natirsin. Dikarin bi heqdesta xwe re heyateke normal bijîn. Na bi Xwedê merû bi xebatê li vî welatî hew dikare bi nanoziko bijî. Bê ku merû bikeve hêqê kesên din ne mimkûn e ku kilora xwe di rûn de bike.

Dibên ya qise derî li qiseyan vedike. Niha hat bîra min. Teyî tu jî dizanî li gund berê du sê bir pez û qasî hezar serî dewar hebû. Li gor dibêjin niha sî hezar pez û şeşsed serî dewar heye. Îja eraziyê gund kêm e. Payîza dereng yên ku pezê wan zêde ne pezê xwe dibin Diyarbekir û Rihayê, bi derê biharê re li gund vedigerînin. Bi vegera pezê wan re malik li çêrê dişewite. Pez pir e û çêre kêm e. Loma kesên xwedî du sê çêlekin di dawiya havînê de mecbûr dimînin giya bidin dewarên xwe. Feqîra çi bikin ji bo mast û şîr çend terşan xwedî dikin. Lê pez ne werê ye bi awayek têr dibe dîsa. Çima kes dengê xwe nake? Ma bikin wê çi be? Na heyran na ne talaşa xwediyên birê pez in. Erê dikarin ji pezê xwe re mexel kirê bikin û ji gund derkevin. Lê nakin. Pere şirîn in...

Ji wan pêncsed darên ku min te bi destê xwe danîn tenê qasî sed hebî mane. Pir mezin bûne kokên xwe xweş di erdê de berdane hew maye serê wan li ewran bikeve. Ê te û lawê te lê mêze nekirin ez çi bikim. Niha di nava gund de bi hezaran dar hene. Wexta tu li vî warî bûyî serê sibeyan û berêvaran li ser dara dibû vîçe vîça çûkên çolê. Merû ji guhdarkirina vîçîna wan têr nedibûn. Niha hema bibê beytik nemane. Qijikên malmîrat gund dane ber xwe. Li taxa me hê ew qas tune ne. Wexta merû xwe berdide nav gund dengê wan guhê mera dibe. Bi sedan hêlînên wan hene li ser darên taxa jêr. Qaq qaq û waqa wan guhê mera dibe.

Wele kêf kêfa te ye niha. Piraniya cînarên te bar kirine jî ji vî warî. Qey dibêm niha dîwana we şên e. Bawerim niha navbera te û horiyan jî xweş e. Erê canim îşê te tune tu veşêrî ma ez bi xûyê te nizanim? Her du kewên gozel jî li dû te hatin warê tu lê yî. Bawerim dîsa bi wan re di nav filortê de yî.

Çer jî kêfa te hat ne? Wele sohbeta bi hîn jinan re xweş e. Qe xwe nede nezaniyê heyran. Ez filortên te ji ku dizanim bila ew jî ji min re bimîne. Na ma tu qala warê li yê dikî ku ez jî her tiştî di ta û derziyê re bikim?

Beriya nexweşiya te ez havînek hatibûm gund, niza tê bîra te? Dema ji mal derketim li ser nêrdewana li pêşiya malê min bendê solên xwe girê dida. Ji nişke ve te bi milê diya min girt, ew ber bi çengê yê oda mêran ve kişand. Qaşo te hêdî qise dikir lê bayê dengê te dianî cem min. Bi lez diya min ber bi min hat û go:

- "Bavê te dibê hemî Mîtat û Elîşêr xwe dane kafiriyê nazewicin bila ew bizewice. Em herin... jê re bixwazin."

Salek berê Apê Evselam jî kêm zêde heman tişt gotin lê min qebûl nekir. Bi derewan qêriyam ser diya xwe û ber bi nava gund ve meşiyam. Min tam wê kêliyê qerar da bizewicim lê ne beriya Mîto û Elîşêr.

Di rê de min pîlan/komploya xwe hazir kir û ber bi mala Meta Wecê meşiyam. Wexta gîhiştim pêşiya mala Elî, Şoreta jina Oso yê pismamê te deng li min kir. Go:

- "Xêr ser û go li te direqise û devê te beş dike?"

Bi heman kêf û henekî min li vegerand:

- "Qîza goşto terim dizewicim."

Bi kêf destê xwe ber bi ezman bilindkir û go:

- "Ka ew roj!"

Ez bi tîqetîq jê bihurîm. Dema gîhiştim mala Wecê meta Fedo û Wecê li ber tenûrê bûn. Teyî tu jî dizanî meta Wecê çiqas xweş sohbet bû. Fedo girik çêdikirin Wecê jî nan li tenûrê dixist. Sohbet geriya bi awayek dîsa hat ser zewaca Mîto. Ji xwe tişta li bend bûm ew bû ku meseleyê vekin. Min berê tîrê da hedefê û bi hêrs ji meta Fedo re go:

- "Ew qas li ber dikevî qîza xwe bidiyê."

Ji ber ku salên wan hevnedigirt ne mimkûn bû bigota erê. Loma min berê wê xweş dabû xefkê. Wê bi kerb go:

- "Çima didim wî, didim te!"

Ji xwe qayil min go:

- "Min girt û çû."

Meta Wecê bi bayê bezê re ji cihê xwe qil bû. Hat her du sûretê min maç kir û go:

- "Qurbana zavê xwe!" û lê zêde kir: "Wele nîvê mehrê hat birîn."

Ez li kêleka xwe dam rûniştandin. Em bi hev re keniyan. Go wele bê şîranî nabe. Ji ber singê xwe pakêta cixarê derxist û cixare li me belav kir. Axir heta Mîtat û Elîşêr zewicîn nexweşiyê çav berda bedena te. Nebû nisîb tu daweta min bibînî.

***

Ev beşa diduyan a nivisa “Kilîta Li Qutiya Dil” e. Nîvîs wê bidome.
Beşa yekem ev e: Kilîta Li Qutiya Dil
 

Hin Nivîsen Nivîskar

NOSTALJÎ

  • 23 Rezber 2021

Ji roja ku te bişirîna xwe ya dawî diyarî min kir vir ve ye nema tehemûlî zivistanan dikim. Çend saet man ro cihê xwe ji wê hejmara bêyom re bihêle. Wan çaxan...

Pisîka Sorbelek

  • 10 Sibat 2026

Şiliya dibarî, dara çinarê a li baxçe ji pelan dikir. Hizna demsalê di bin çirûskên lambeya kuçeyê de dihênijî. Bi daketina çilkên baranê re, peqik bi ava çal û kortan diket. Reşêleya ji refê xwe qetiyayî,...

Miriyê Hêlikan

  • 02 Pûşper 2026

Mala em lê ne, qorek mêvan tên û qorek radibin. Ûfîn û kufîna Reso ye. Piştî ku fatihe hat xwendin, Xêredîn li Reso vegeriya û got: — Resê xêrê, dîsa firefira firnikê te ne? Bi dengekî keribî, Reso li...

Hemû Nivîsen Dilşêr Bêwar

Dilşêr Bêwar kî ye?

Dilşêr Bêwar, di sala 1977'an de li gundê Qelêçî ya girêdayî navçeya Tatosê hatiye dinê. Dilşêr navê wî yê resen e. Wî dibistana seratayî li gund, a navîn li Tatosê û lîse sala yekem li Erziromê, du salên mayîn li Tatosê xwendiye. Ji sala 1997'an heta 2008'an li Îzmîrê jiyaye û pişt re berê xwe daye Stenbolê. Ji wê demê ve li Stenbolê dijî, dixebite, dixwîne û dinivîse. Ew karker û hostayekî înşaatê ye. Heta niha di hin kovar û malperan da helbest, çîrok û rexne/krîtîkên wî hatine weşandin. 
Bi navê "Notên Xwendinê" e-pirtûka wî derketiye.

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Kovara Kurt Tarîhî li ser Êdîziyan dosyayeke taybet amade kir

ad

A go rolê Prenses Diana kay bikero

ad

Li Farqînê qedexeya derketina derve: Ciwanek hat qetilkirin

ad

Sedî 22 elektrîk zem kirin

ad

Kurmancî ji ku ye?

ad

Belçîkayê bi 3-0 Tirkiye têk bir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

  • 13 10 2026
news

Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)

  • 13 10 2026
news

Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray

  • 13 10 2026
news

Kayûm şandin ser Halk TV

  • 14 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname