Ji bo guhdarîkirinê: Hatim dawiya xelekê. Ew xeleka bedew. Ev qonaxa dawî ye. Hê ji xwe re wiha dibêjim li rastiya xelekê hayê dibim. Dawî tune. Bê destpêk im. Dizivirim. Berdewam im. Na. Ne dewam im. Ezê...
Vî çendî ji xwe dipirsim; dinya cîheke çawa ye? Bi vê pirsê re li xwe hayê dibim, aniha li dinyê me. Ev pirs axlebe wiha tê pirsîn; gere ev dinya cîheke çawa be? Lewma bi min pirs ji dinyê dûr e. Dixwazim bipirsim;...
Ji bo xwendinê: Wext: Ez hê tune bû me li ser rûkê vê dinyaliga qedera min bi bûn û nebûna wê ve girêdayî ye. Rewş: Bihara çûyî maşotekî girtiye ser pelê dar û zêviyên temamê xakê....
Ji bo guhdarîkirinê: Di qulikên pelê titûna ter re dibînim. Du çingîn têne guhên min. Yek jê çingîna tasa avê ye, ya din seriyê li hesin ketî. Berî têkevin serşokê di xwêdanê de bûn. Kêliyeke...
Ji bo guhdarîkirinê: Sibatoka me ji dînikbûna xwe razî ye îsal. Beriya maşot bigire ser vê xakê, rojeke sibatê min berfa ser xênî dimalt. Qirik li min ziwa bibû. Min çengek berf avêt devê xwe, doxa...
Ji bo guhdarîkirinê: Çend meselok: 1.Ji bo xatirê Danill Harms: Sibehekê bê taştê rabû çû ser karê xwe. Qedehek çayê hat xwe li ser masa wî danî. Hêlaw jê dere. Bi du dengan kuxiya. Loqek belxem...
Ji bo guhdarîkirinê: Di xwendinê de çend tişt ne muhîm in: 1– Mijar. Di vir de qesta min bêhtir mijarên navûsere ne. Mîsal di danasînê de dibêje: “herba cîhanê tu carî wiha nehatiye vegotin.” Em niha...
Pel û çilo zer bûne êdî. Heta pirên wan weşiyane. Çend roj berê firtoneyek rabû. Şiliyeke bi hemdê xwe bariya. Bû mij û moran. Dîtira rojê bû sayî. Çend gewmikên avê bûn cemed. Dîtira roja din...
Ez û hevala xwe li meyxaneyekê rûniştî ne. Mekan mişt dûman e. Gelo serê min xweş bûye nizanim lê çavên min xumam dibînin. Dibêje, “Ezê ji te serpêhatiyek xwe bibêjim, lê di dexlê te de me tu ji...