Ji bo guhdarîkirinê:
"Cihê peyvekê tenê di serê min de heye, ya duda nakevê."
Qadirê
Hatiye serê herkesî. Piştî wexteke dirêj mere diçe cîhekî. Mîsal; qeraxa çemekî, serê zinarekî, rêyekê, bajarekî, gundekî, welatekî. Yê li pî mere an mere bi xwe dibêje: Ka ew ava berê, kê bîra xwe dibir wê rojekê ev çem ziwa bibe. Ka xumexum? Ka bilqîna masiyan? Pelên darên bîhan, bêhna gul sosinan, waxx û wax, filan. Ez dixwazim yekser tiştekî bibêjim: Navê vê pirsê çi ye? Helbet qesta min ji pirsbûnê wêdetir rewş e. Ev pirs wekî gelek pirsan nikare bi tena serê xwe bijî. Pirsên bi vî rengî axlebe encama rewşekê ne. Naxwe: navê vê rewşê çi ye? Bê guman ev taybetmendiyeke hêstiyarî ye. Nebawerim xweza, cîh, gund, bajar, çem û rê karibin heman pirsê ji xwe bipirsin. Belbî çem nizane ziwa bû ye. Belbî gund dibêje qey ez hîna gundê berê me. Bajar belbî xwe hîna wekî bajarekî nabîne. Belbî rê nizane ber bi ku de diçe. Belbî yanî. Pirseke din; em bi wa pirsên li jor re dixwazin çi bibêjin? Ka ew çemê berê?
Di her pirsên bi rengî de ji xemê wêdetir ez bêxemiyekê dibînim. Çima? Ka em xwe kêliyekê têxin şûna xwediyê pirsê û cardin bifikirin. Fermo. Berî aniha wexteke dûr ez carekê an çend caran hatime ber vî çemî, li wî gundî jiyame, li wî bajarî westiyame û bi saya wê rêyê di ser çiyan re qulipî me. Ez guherîme, dinya guherî ye lê hêmaya çem, gund, bajar û rê neguheriye. Min di hişê xwe de dinya heps kiriye. Baş an xerab dinya meşiya ye lê ez di cîhê xwe de mame. Tişta dîsa min bi ser hişê xwe de tîne guherîna dinyê ye. Lê ez? Yanî xwedîyê mafê pirsa di derheqê dinyê de di xwe de dibîne wekî hertiştî di xema min de be hîna vê dipirsim: ka ew çemê berê? Ev pirs bi heman awayî ji min re wiha dibêje: dinya hîna deyndarê min e. Min ew çawa di hişê xwe de heps kiriye divê heta hebe wiha bimîne. Ev "hefidandin"a hêstiyar tesîrê li hemû jiyana min dike. Mîsal ji jinekê an mêrekî hez dikim. Baş - xerab di navbera me de têkiliyek rûdine. Serê ewil em pir ji hevdu hezdikin. Ev hezkirin xerabîyekê bi me dike. Em hevdu bi vê hezkirinê re îdealîze dikin. Jin an mêr ê di hişê min de û yê li hemberî min êdî ne heman kes in. Lewma wexta ew çem ziwa dibe ez yekser wekî herkesî deyndarê min be ji xwe dibirsim: ka ew xumexuma berê. Çû bavê min. Tu negihayê. Çimkî tu ne li wir bû. Ne xema te bû.
Wexta ji yê li pî xwe re dibêjim; navê vê pirsê çi ye, ro hîna danegeriya ye pişta çiyan.
Wexta yê li pî min dibêje; mirin e, em di çend gundan re derbas dibin û dadigerin nava bajêr. Ro li ava ye.
Lewma, cîhê peyvekê tenê di hişê min de dimîne û ya duda nakevê.