Ji bo guhdarîkirinê:
Ji rojname û televîzyonê hîn bûm ku zarokekî tirk ê deh salî dema tevî dê û bavê xwe bi awayekî qaçaxî sînorê Swîsreyê derbas dikin, ji ber sermê û westanê miriye. "Qaçaxçiyan" ew li nêzî sînor hiştine. Neçar mane ku xwe li gundê herî nêz ê Swîsreyê bigirin. Di nava çiya û daristanan de bi saetan rê meşiyane. Hewa sar bûye. Dawiyê, bav dîtiye ku nabe îcar rabûye zarok li pişta xwe kiriye. Lê êdî lê dereng bûye. Dema ku gihîştine gund, êdî ji seqemê qudûm bi zarok re nemaye û miriye.
Berteka min a ewil mîna ya swîsriyeke ketûber bû:
"Mirov çawa diwêre tevî zarokan bikeve rê û rewşên wiha? Bêxemiyeke wiha nayê qebûlkirin."
Berteka min tûj û yekser e. Tavilê li xwe û şoka ku tê de me divarqilim. Borazeke qerisî ya dawiya mijdarê, odeya min a têra xwe germ dike qeşa û dengê bîranînê ji nişkê ve di hinava min de gur hulor dibe:
Çawaa? Te çi zû her tişt ji bîr kir? Ma ne te bi xwe jî heman tişt kir! Tam û heman tişt. Û zaroka te hema hema nû çêbûbû.
Erê, baş tê bîra min.
Hingê, bîst û yek salî me. Du sal in ku zewicî me û keçeke min a çar mehî heye. Êvareke mijdarê, bi rêberiya "qaçaxçî"yê xwe em sînorê navbera Macaristan û Nemsa/Awistûryayê derbas dikin. Navê wî Joseph e; ez wî baş nas dikim.
Em komek in ku kêm zêde ji deh kesekî pêk tê û çendek jê zarok in. Keçika min a biçûk di hembêza bavê xwe de raketiye, min jî du çente hilgirtine. Di çenteyekî de bîberon, paçik û çend cilên pitikê hene; di çenteyê din de jî ferheng hene. Derdora saetekê em bêdeng bêdeng li dû Joseph dimeşin. Dinya hema hema tarî bûye. Carinan fîşekên hewayî û projektor her derê ronî dikin, dengê fîşekan û çekan tê, paşê kerrdengî û tarî dîsa dikeve erdê.
Joseph li keviya daristanê disekine û ji me re dibêje:
Hûn li Nemsayê ne. Hema rasterast pêşve herin. Gund jixwe ne dûr e.
Ez Joseph hembêz dikim. Çi pereyê me heye, em tevî didin wî; jixwe tu qîmeta vî pereyî li Nemsayê tune.
Em wexteke dirêj dirêj di daristanê de dimeşin. Pir dirêj. Şax rûyê me diqelêşin, em dikevin kortalan, pelên rizî pêlavên me şil dikin, lingên me li reh û rîşalan dialiqe û di ber me ve tê. Çend lambeyên malên nêz vêketî ne, lê bi tenê çemberên biçûk ronî dikin û daran, hew daran. Gere me niha daristan derbas kiribûya. Lê weku em li dor xwe diçin û tên.
Zarokek dibêje:
Ez ditirsim. Dixwazim vegerim malê. Dixwazim herim nava nivînan.
Zarokekî din digirî. Jinek dibêje:
Em wenda bûne.
Xortek dibêje:
Em rawestin. Ger bi wiha here em ê di Macaristanê re derkevin; helbet ku em hê tê re derneketibin! Tevnelivin. Ka ez lê binêrim.
Em tev dizanin ku derketina di Macaristanê re tê çi wateyê: Ji ber derbaskirina sînor a neqanûnî cezayê hepsê û îhtîmala gullebarana ji hêla mifirdiyên sînor ên ûris î serxweş.
Ew xort hildikişe ser darekê. Dema ku tê xwarê, dibêje:
Ez zanim em li ku ne. Min pê deranî bê lambe li ku dikevin. Bidin pey min.
Em didin pey wî . hilmekê paşê, daristan firk dibe, û axir em li ser rêyeke rast a bê pejik, bê kortal û reh dimeşin.
Ji nişkê ve, ronahiyeke zêdebirq dide ser çavê me û dengekî hêl dibêje:
Rawest!
Yek ji nava me bi almanî dibêje:
Em penaber in.
Pasvanên sînor ên Nemsayî bi rûyekî girnijî bersiv didin:
Me jixwe guman dikir. Bi me re werin!
Me dibin meydana gund. Li wir komek penaberên din heye. Şaredar tê:
Yên xwedîzarok, werin pêş.
Em li cem malbateke gundî dimînin. Pir kubar in. Bi pitika me re eleqedar dibin, xwarinê û nivînan didin me.
Tişta sosret ew e ku niha ev roj çi qasî jî xumam tên bîra min. Mîna ku her tişt di xewnekê de, yan jî di jiyaneke dîtir de qewimîbin. Tê bêjî qey bîra min bibîranîna wê wexta ku min pareke mezin ji jiyana xwe wenda kir red dike.
Min rojnivîska xwe ya xef li Macaristanê hişt, û wiha jî helbestên xwe yên destpêkê. Min birayên xwe, dê û bavê xwe li wir hiştin; bêyî ku haya wan pê bixim, bê xatirxwestin, bê helalîxwestin. Lê ya ji bo min bû kula ser kulan ew e ku wê rojê, ango di dawiya mijdara 1956an de, min bi awayekî daîmî aîdiyeta xwe ya ji bo gelekî wenda kir.
Nivîs: Agota Kristof
Wergera ji fransî: Yeqîn h.