Diyarname
Dawiya hefteyê Kongreya Civaka Demokratîk li Amedê li hev civiya û di dawiyê de kongreyê biryar da ku herêmên xweser bêne sazkirin û li ser vê encamnameyek eşkere kir. KCD'ê xwest mesele li Tirkiyeyê bi her awayî bê nîqaşkirin. Li ser vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Hevserokê HDP'ê Selahattin Demîrtaş, mebûsê HDP'ê Sirri Sureyya Onder, Hevserokên KCD'ê Hatip Dîcle û Selma Irmak, Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksek û Berdevka HDK'ê Sebahat Tuncel de lêpirsîn da dest pê kirin. Dozgerê li gor Zagona Cezaya Tirk a xala "Sûcên li dijî Pergala Zagona Bingehînî û Sûcên li hembeRî vê pergalê têne kirin" der barê wan de lêpirsîn da dest pê kirin.
Ji ber kesên navborî di civînê de axivîbûn der barê wan de lêpirsîn hat dest pê kirin. Bi vê yekê pêşî lê girtin ku li nav civakê mesele bê nîqaşkirin jî. Piştî lêpirsînê ger pêdivî pê bê dîtin dê doz bê vekirin.
Nûçeyên eleqedar:
- KCD: Bila herêmên xweser ji aliyê meclisên xweser ve bên rêvebirin
- Demîrtaş: Sedsala li pêş me dê sedsala statuya Kurdistanê be