Diyarname
Berdevkên Koma DEM Partî Gulistan Kiliç Koçyigit û Sezai Temelli ligel mebûsên DEM Partî li ber avahiya Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê li ser girtîhiştina Sehalattin Demirtaş û girtiyên din daxuyanî dan çapemeniyê.
Li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) duh roja dawî bû ku Tirkiyeyê îtîraz nekira dê siyasetmedar Selahattin Demirtaş bihata berdan. Lê Wezareta Edelatê deqeya dawî îtîraz kir.
'JI BO TOLÊ DEMÎRTAŞÎ BERNADIN'
Koçyigit di axaftina xwe ya li ber Wezareta Edaletê de got, "Ev kirin tenê wezaret ji bo demê qezenc bike ye, wekî ku li Tirkiyeyê hiqûq heye tevdigere, xwe giran dike" û wisa dom kir, "Wezareta Edaletê sê caran îtîraz kiriye, wekî ku biryara teqez tune be. Lê DMME'yê du caran biryara teqez daye. Em ji Wezîrê Edelatê dipirsin, ev biryar çi ne? Li Tirkyeyê bêhiqûqî hata dawî bûye serdest. Roja dawî li Daîreya Mezin a DMME'yê îtîraz kirin. Ma haya we ji Xala 18'an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê nîn e? Biryar zelal û eşkere ye, lê wezaret naxwaze vê yekê fêm bike. Birêz Demirtaş, Yuksekdag û hevalên din ji ber 'Doza Kobanî' bernadin. Ji bo tolê hildin wan bernadin."
'TIŞTÊN DAIŞ'Ê NIKARÎ BIKE AKP DIKE'
Koçyigit got ji wan pirsa "Li aliyek qala aştiyê dikin, li aliyê din hevalên me bernadin" kir û got, "Bi vî awayî aştî dikare bê çêkirin? Tiştê hatiye kirin di bêhiqûqiyê de israr e. Tiştên ku DAIŞ'ê nikarî bike, AKP bi vê dozê dixwaze bike. Di bêhiqûqî de israr dike. Emê li dijî vê têbikoşin, li hemberî bêhiqûqî emê Têkoşînê bidomînin. Em dîsa bang dikin dest ji bêhiqûqî berdin, biryara DMME'Yê bînin cih."
'VÊ SERÎLÊDANÊ BI PAŞ VE BIKIŞÎNE'
Piştî Koçyigit, berdevkê din Seazia Temelli jî got "Ew tenê du gotinan dibêje" û got; "Ev ne hiqûqî ye, kêmîn e. Em li bendê ne Wezareta Edelatê îtîraza xwe bi paş ve bikişîne. Ev pêvajoya aştiyê, ev muzakere ku bi gelek fedekarî û berpirsiyarî em bi pêş ve dibin, em qebûl nakin ku Wezareta Edaletê vê bi jehrî bike. Wezareta Edaletê di cih de gere vê serîlêdana xwe bi paş ve bikişîne."
**
Nûçeya Eleqedar:
- Baroya Amedê: Divê Demîrtaş û girtiyên din bên berdan