logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Ji Fûara Pirtûkan a Amedê notên rojekê

Fûara Pirtûkan a Amedê bi hemû coşa xwe didome. Vane notên min ên rojekê...

  • Dîrok: 15/05/2015
  • Beş: Nûçe

Cemil Oguz / AMED

TUYAP'ê piştî lidarxistina 5 fûarên Amedê biryar da ku îsal fûarê li dar nexe. Li ser vê yekê weşanxaneyên kurdan, Komeleya Nivîskarên Kurd, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ketin nav tevgerê. Di dawiyê de biryar dan ku vê gulanê ew bixwe fûarê li dar bixin. Fûarê roja 12'yê mehê dest pê kir û heta 17'ê mehê didome. Ez 15'ê mehê serê sibê li wir bûm heta êvarê (helbet heta dawî ezê li fûarê bim) û vane notên min ên rojekê:

- Li fûarê du salon hene, yek mezin e; ew zêdetir li pêş e, yek aliyê paş e û hê biçûktir e.

- Îdîa ew e ku ligel ku yekem car e li dar dikeve jî organîze baş hatiye kirin; min jî wisa hîs kir.

- Hemû weşanxaneyên kurdan ên li Bakur û ên li metropolên Tirkiyeyê beşdarî fûarê bûne, stand vekirine. Hin weşanxaneyên tirkan jî stand vekirine.

- Ji saziyên sivîl ên kurdan ên wekî Kurdî-Der, Komeleya Nivîskarên Kurd, DÎSA, Weqfa Îsmaîl Beşîkçî û hwd. jî stand vekirine.

- Ji kovarên kurdan, Kurd Tarîhî, Wêje û Rexneyê jî stand vekiriye.

- Ji weşanxaneyan cihê herî baş dane Nûbiharê. Cihek mezin û hema li pêş deriyê kes dikevin hundir.

Dengê kurdî serdest e

- Li gor weşanger dibêjin ji bilî roja ku baran barî ye bi giştî ji aliyê eleqeya xwendevanan ve fûar baş derbas bûye. Li bendê de ku dawiya hefteyê, yanê her du rojên dawî baştir derbas bibin.

- Ji dema TUYAP'ê cudatir wisa dixuye yên tên fûarê eleqedarê pirtûkan in.

- Ji TUYAP'ê cudatir li salonê ne tirkî, kurdî serdest e.

- Hema li standa her weşanxaneyê nivîskarek, an hin nivîskarên kurd pirtûkên xwe îmze dikin.

- Anonsa îmzekirina pirtûkan a navên nivîskaran û anonsa panelan her bi kurmancî û kirmanckî (zazakî) tê kirin; kêm caran bi tirkî tê kirin.

- Her roj gelek panel û gotûbêj hene. Ji bilî hinên kesên navdar bi giştî eleqeya temaşevanan ji bo panelan kêm e.

Zarokên Kobanî

- Zarokên Kobanî îro mêvanên fûarê bûn; hatin geriyan, li çepikan dan, hinan bi wan re wêne kişandin û ew çûn.

- Fûar li Sumer Parkê ku qadeke fireh a bi dar û ber e, gelek kes piştî fûarê, yan berî fûarê li wê derê bêhna xwe jî didin.

- Karek wan hebe, nebe hema bibêje hemû nivîskarên kurd ên li Amedê îro li fûarê bûn û me hev dît. Mirov dikare bibêje ji aliyê hatine nivîskarên Amedê ve pirsgirêk nîn e.

- Di rojekê de panela Celîlê Celîl, ya Mesûd Serfiraz (bi ya min ev balkêş bû, di serdema Osmanî de weşangeriya kurd) û gelekên din jî hebûn. Li ser zêdetirina eleqeya ji bo panela û gotûbêjan divê xebatek baştir bê kirin.

 

 

Pêşbaziya Arjen Arî

- Di çarçoveya fûarê de merasimek ji bo 2'yemîn Pêşbaziya Helbestan a Arjen Arî li Salona Merasimê hat lidarxistin. Îsal Yahya Omerî bi dosyaya xwe bû yekemîn. Omerî xelata xwe ji destê helbestvan Berken Bereh girt. Her wiha ji bilî vê xelatê, îsal Xelata Rûmetê dan kesek ku ne kurd lê gelek keda wî ketiye nava kurdî; ew jî karsaz Osman Kavala bû. Kavala xelata xwe ji destê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli girt û sipasiyeke ji dil kir.


Lawje li ser dikê bû

- Ji bilî çalakiyên li fûarê, her roj konser an guhdariya muzîkê jî heye. Êvarê konsera koma Lawje hebû. Li Amfiya ku tije bûbû de Lawjeyê ji Culemêrgê deng û renga kurdî bi muzîk û şiroveyeke bi  coş pêşkêşî temaşevanan kir û roj bi coş bi dawî bû.

Panela Diyarnameyê

- Du rojên dawî, 16 û 17'ê mehê jî dê fûar bidome, mêvan dê bên fûarê. Her wiha çalakî, gotûbêj û panel jî dê dîsa li dar bikevin. Yek ji wan jî panela Diyarnameyê ye. Panela Diyarnameyê di çarçoveya çalakiyên 10 Saliya Diyarnameyê de hatiye organîzekirin. Panela bi navê "Di warê pirtûk û zimanê kurdî de rola malperên kurdî" dê 17'ê mehê roja yekşemê saet 15.00'an de li dar bikeve. Rojnameger Cemil Oguz û Zekî Ozmen dê li ser meseleyê biaxivin û Zulkuf Kişanak jî dê moderatoriya panelê bike.

 

**

Nûçeyên eleqedar:

- Rola malperên kurdan ji bo pirtûk û ziman tê nîqaşkirin 

- Fûara Pirtûkan a Amedê vebû 

- Fûarey Kitaban a Amedî dest pêkena  

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 04 2026

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

news
  • 14 04 2026

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

news
  • 12 04 2026

Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

news
  • 03 04 2026

Rêveberiya Kobanî: Em vê tayînkirinê qebûl nakin

news
  • 02 04 2026

UNICEF'ê li ser dibistanên Rojava daxuyanî belav kir

news
  • 02 04 2026

Hikumeta Sûrî kayûm şand ser Çelebiyê, gel daket kolanan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Hevdîtina Zimanê Zikmakî

ad

Festîvala Kurteçîrokan bi beşdariya 45 nivîskaran dest pê kir

ad

Polîsan li Cizîrê zarokê 14 salî qetil kir

ad

Dîmeneke ji sedsala 21'ê!

ad

Ne Kurdolojî, 'zimanên zindî' yanê çi?

ad

Baroyan û Îtîfaqê bertek nîşan da

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname