logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Em ê çawa vê birînê bi hev bidin nasîn û vê xewnê şîrove bikin?
  2. Siyasetmedarên ji Bakur wê herin Rojava diyar bûn
  3. Li Hewlêrê leşkerî fransiz hat kuştin
  4. Festîvala Fîlman a Stenbolê beşek ji fîlman eşkere kirin

Kazim Polat

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Kazim Polat

Kazim Polat

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Dîrok: 06/02/2026

Ji bo guhdarîkirinê:

Demek berê di nav pirtûkên min ên di refan de, pirtûka "’Tarih" (Dîrok) a Herodotes a bi wergera tirkî ber çavên min ket. Bi salan e di nav pirtûkên min de, di quncikekî de, bi hemû heybeta xwe ya stûr sekiniye. Nizanim çend sal berê min kirîbû û heta îro li wî cihî danîbû û dest neavêtibû wê. Min ew ji wî quncikî hilgirt destê xwe û çav di nav rûpêlan gerand; dema min sernavekî bi Medan ve tekildar dît di cih de çend rûpel min ji wir xwendin. Pişt re ez vegeriyam serê pirtûkê, ji serî heta dawî min xwed. Bi rastî xwendina vê pirtûkê pir hesan bû; tu dibêjî qey li rêzefilmekî temaşe dikim (bi xwe ji temaşakirina rêzafilman hez nakim), herikbar bû û ev jî bi dîtina min ji hostatiya çîrokbêjiya Herodotes e.

Min piştî xwendina hemû pirtûkê biryar da ku ez pasajên bi dewlet û împaratoriya Medyayê û Medan ve tekîldar ji xwe re wergerînim kurdî. Min wergerand kurdî, ji bo ku bi dîtina min gelek bûyer û çîrokên balkêş ên ji rastiya dîrokê dûr têde hebûn; li ser van bûyer û çîrokan bi kurdî bifikirim û biponijim. Min kir…

Niha ez dixwazim hinek li ser van bûyer û çîrokên balkêş bisekinim; binirxînim û şîrovê bikim; ji bo ku eger Med pêşe-Kurd in - ku di van vegotinên Herodotes, ez ji sedî sed qanî bûm ku Med pêşe-Kurdan in – bi dîtina min, ev bûyer û çîrokên Herodotes vedibêje, îro hê jî di nav jiyan û çanda me kurdî de bi cih girtine û bi bandor in.


Dîrok û Çîroka Medan Ji Vegotinên Persan

Her çiqas Herodotes li ser dîrok û bi gelemperî li ser jiyana Medan gelek agahî dide me jî, lê pêşî ev agahiyên Herototes dide, hema hema sed û pêncî sal piştî rûxandina keyîtiya Medan berhev kirine û ya duyem, Herodotes van vegotinan ji dema êdî Persan Med bi temamî ji serweriyê, rêvebiriyê û sarayê dûr xistin de ji Persan digire. Ev vegotin çiqas rast e çiqas şaş e, biguman e. Vê yekê, Herodotes di pûrtikê xwe de eşkerê dike, dibêje, "niha emê vê ji xwe bipirsin, kî ye ev Kyros dê desthilatiya Kroisos bi dawî anî û Asya çawa bi destê Persan ket? Vê yekê em ji cure bi cure vegotinên Persan hîn dibin. Ez ji nav van, şûna yên çîroka Kyros cîla dikin û dibirîqînin, yên bûyarê wekî bûyî didin der vebêjim; her çiqas ev ne ji çîroka Kyros cuda cuda bi sê dirûvên cuda didin jî, ezê dîsa jî van bişopînim."

Yanê em li vir ji Herodotes fêm dikin ku Pers di vegotinên xwe yên dîrokî, an jî "çîrok"a rastiyê "cîla dikin û dibirîqînin" û "cuda bi cura" vedibêjin; rastiyê, rast e rast nabêjin; dîrokê xira dikin, li gor xwe ava dikin.

Herodotes dema destpêka avakirina dewleta Med vedibêje, wiha dinivîse: "Asûran, Asyaya jorîn pêncsed û bîst sal di bin serdestiya xwe de digirtin; cara yekem Med jê veqetîn; ji bo serxwebûna xwe bi şerkirinê, egîdiya xwe nîşan dan; ji kolêtî filitîn, azadiya xwe bi dest xistin.

Piştî van heman tiştî gelên din jî kirin... Di nav Medan de kesekî jîr ê bi navê kurê Phraotes (Ferhat an jî Firat e) Deiokes hebû. Wî Deiokesî çavê xwe li bilindiyê bû û wiha dikir: Med wê demê li gundan bela wela dijiyan û Deiokes di gundê xwe de kesê herî rêzdar bû; bi baldariyeke mezin û bê bêzarbûn dadgerî dikir. Mediya ji serî heta binê di nav tevliheviyekê de bû..."

Eşkere ye agahiyên di vê paragrafê de jî bi tahrîfat ji Persan girtî ye, ji bo ku kesê ku dewleta Mediyayê ava bike, divê ne kesekî ji rêzê bibe; lê agahiyên ku Herodotes ji Persan wergirtin û gihandine me, Deiokes kesekî gundî, lê di gund de kesê "herî rêzdar" nîşan dide. Lê em zanin ji wê demê heta demên nêzik, bo keytî an qiraltiyê divê ew kes ji malbateka resen an jî esîl ya herî biçûk ji mîratiyekê bibe. Beravajî dema qala Kîros dike ji vegotinên Persan dibêje bavê wî ji malbateke resen an jî esîl bû. Ezê li jêr qal bikim ku Herodotes û Yewnanî bi esl û asterê Kyros biguman in.

Em ji vegotina Herodotes dihêsin ku Persên serweriya Medyayê bi dest xwe xistin, heta dema Darios ê derbeya duyemîn a li hemberî Medan kir û Med bi temamî ji serweriyê û serayê dûr xistin Pers û key an jî qiralên Persan di bi siya reseniya keyitiya Medan serweriya xwe bi rê ve dibirin. Ew Kyros û zarokên wî keytiya xwe bi malbata keytiya Medan ve girê didin û bi wan xwe meşrû nîşan didin. Heta dema Darios xwe pirî caran wekî Med bi nav dikirin. Cara yekem Darios gor ku lêşkerekî ji rêzê bû û piştî bi derbeyekî serwerî bi dest xwe dixe, ji xwe re zirnijadek a Axamenî yanê dîrokekê sexte ji xwe re ava dike; bi vî avayî ji reseniya Medan difilte û Medan bi qir kirineke mezin ji seray û serweriyê dûr dixe.

Agahiya diduyan a ku Persan dayiye Medan biçûk bixin, "Med wê demê li gundan bela wela dijiyan" e. Divê ev agahî jî şaş bibe, ji ber ku Herodotes heft mîratî an jî federasyonên eşîran ên Medan dijmêre. "Yên di bin serweriya Deîokes kombûn bi tenê ahaliya Medan bû; Med ji cure bi cure bavikan pêk dihatin: Busan, Paetaken, Strukhatan, Arîzantan, Budîyan, Magan". Ev jî vê rastiyê nîşan dide: Medan rêveberiyên xwe hebûn û "Med wê demê li gundan bela wela" nedijiyan.


Di Vegotinên Lydiyayan de Kyrosê Persî

"Rojekê heştir wê bibe keyê Medan." Ev gotin falbazên Lydiyayî gotibûn ya ku Herodotes vedibêje. Herodotes dibêje, "Kyros bû ew heştir; ji bo ku dê û bavê wî ne ji yek nijadê bûn; diya wî ji nijadekê resen dihat, bav jî bi qasî wê ne resen bû; diya wî keçekê Medyayî a ji keyê Medan Astiyages (ev Azîdehaq e û ezê di nivîsê de vî navî bi kar bînim) çêbûye; bav jî pers, qet layiqê wê nabe jî, merikekî di bin banê xwedanê xwe de destûra jiyanê dayibûyî bû..."

Li vir eşkereye Herodot Persan ji çavkaniyên Grêkan yanê Yewnanan dide û li hemberî Azîdeheq Kyros hema hema bê resen dibîne; gor Herodotes û Lydiyayî û hemû Yewnanan di civata Rojhilat de resenî û asîlbûn para Medan e û Pers ji ku û ji kîjan eslî hatine nexuya ye; ne di bilindiyê Medan de ne. Lê dema Herodotes ji vegotinên Persan vediguhêse, Pers ji Kyros û xwe re çîrok û dîrokek resen ava dikin û Herodotes jî bi xwe pir van vegotinan bawer nake lê dîsa jî ji nav van hinekan tê bawarkirin vediguheze.

(Nivîs ê berdewam bike)

 

Not: Piştî min ev nivîs nivîsî, edîtorê malperê bi bîra min xist ku pirtûkek bi navê "Dîrok" a Heredotos bi wergera Ziya Avci ji Weşanên Azad derketiye. Ezê wê jî bixwînim.

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Elewiyên kurd: Çi karê wan bi Mustafa Kemal û Hacî Bektaşî Velî heye

  • 03 Sibat 2010

(Ji notên xwendinê yên dîrokê- III)Wan rojên dawî bi pirsgirêka kurd ve pirsgirkêka elewîtî jî kete rojevê û tê gengeşî û...

Ma tu bi kurdî biaxivî wê kurd rizgar bibin?!

  • 14 Sibat 2011

Ez kêm caran dicim komelan. Vê carê min bihîst ku ji bo zarokan dersên zimanî kurdî di komelaya bajarê ku em dimînin de dê bidin. Bi kêfxwesî ez...

Ji Seheyatnamêya E.Celebi Komkujîya Kurdên Êzîdî

  • 26 Sibat 2021

Di gera xwe ya Kurdistanê de Evliya Celebî di berhema xwe ya bi navê Sehayatnameyê de ji serî heta dawî li her heremê rastî kurdên êzdî tê, qala wan bi...

Hemû Nivîsen Kazim Polat

Kazim Polat kî ye?

Nivîskar Kazim Polat ji kurdên Mereşê ye. Ew heta sala 1992'yan di nav çapemeniya tirkî de bi salan xebitiye. Lê di sala 1992'yan de dev jê berdaye. Tam wê demê gotiye: "Heta ku ez bi zimanî kurdî, an jî bi zimanê kal û pîrên xwe nikaribim binivîsînim ez dê tirkî nenivîsînim."
Piştî vê yekê bi temamî dest ji tirkî ber dide û bi kurdî dide distîne, dinivîse.
Ji destpêka salên 90'î ve li Swîsreyê dijî. Van salên dawî hem li wir, hem li Elbistanê ye.
Heta niha pirtûkek wî derketiye:
"Êşa Zimanê Min" (Ceribandin, Weşanên Şemal, 2015)

Youtube Me

Video Project 4

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast1 #podcast #diyarname #news #deng #motivation #film#pirtûkênkurdî #Ehmedhuseynî

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news

Dilşêr Bêwar: Pêlên Lacîwerd

news

H. Kovan Baqî: …dayikekê didirû ji dengê min re

news

Mesûd Qeya: Ezê bikim

news

Omer Dilsoz: Rexneya Rexneyê

news

Yeqîn H.: DESTPÊK

news

Şaredariya herî kurdewar, binêrin çi kir...

news

Em hejmara çapkirina 386 pirtûkan derxin 10 qatên wê

news

Di nivîs, şano, fîlm, û di helbestên 'Lewerger'ê de 'Dê'

news

Hemû agahiyên ji bo hilbijartina Kurmancî-Zazakî

news

Li KOBANÎ pirsgirêkên tenduristiyê

news

Piştî peymana 29.01.2026'an li Rojava rewşa perwerdehî, çand û weşangerî dê çawa be?

news

diyarname podcast#podcast#news# #diyarname #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #fûarapirtûkan

news

diyarname podcast #booktok #books #diyarname #pirtûk #news #fûarapirtûkan

news

diyarname podcast#L werger#diyarnamenûçe#çandhunerkovar# #pirtûkênkurdî

news

diyarname podcast Claudette Colvin ku di 86 saliya xwe de mir çi kiribû?

news

diyarname podcast#pirtûkênkurdî #weşanxane#çapkirin#pirtûk# #diyarname20salîye

news

diyarname nûçe Podcast 2025: Hemû pirtûkên bi kurdî: Ji par zêdetir in #booktok

news

diyarname podcast 2025: 1180 nûçe, 204 vîdeo #diyarname #pirtûkênkurdî #books

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
news

Ziman Dirêjo Hed Nezano

  • Kadir Stêra
news

Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

  • Omer Dilsoz
news

Berxweş

  • Mesûd Qeya
news

Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin 

  • H. Kovan Baqî
news

Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

  • Hogir Berbir
news

Destpêk

  • yeqîn h.
news

Pêlên Lacîwerd

  • Dilşêr Bêwar
news

10 hezar girtî bên berdan Tevgera Kurd wê bikaribe çi bike bo wan?

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

A bî endamey Akademî

ad

'Şanoya te hebe dewleta te heye'

ad

Li ZB'yê li ser kurdî panelek li dar ket

ad

650 jinên ji 50 welatan bang kir: Rêveberiya Xweser qebûl bikin

ad

BDP: 'Bila gora Ş. Seîd, S. Riza û S. Kurdî bê dîtin'

ad

Panzêran Portekîz da ber xwe û bir! (Vane golên maçê)

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Em ê çawa vê birînê bi hev bidin nasîn û vê xewnê şîrove bikin?

  • 12 03 2026
news

Siyasetmedarên ji Bakur wê herin Rojava diyar bûn

  • 13 03 2026
news

Li Hewlêrê leşkerî fransiz hat kuştin

  • 13 03 2026
news

Festîvala Fîlman a Stenbolê beşek ji fîlman eşkere kirin

  • 13 03 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname