Diyarname
Li Herêma Baskê, li şikefta Altxerri xêzên ku 39 hezar sal berê hatine çêkirin hatin dîtin.
Hat gotin ku wêneyên xêzên ku hatine dîtin temenê wan nêzî 39 hezar sal e û li Ewropayê ev wêne, wêneyên herî kevn in li şikeftê hatine dîtin.
Komek zanyar yên ji zanîngehê Cantabria, Burgos û
Toulouse ya Fransayê di encama xebatan de gihîştiye van risman û dîroka wan. Ev şikeft di sala 1962'yan de hatibû kifşkirin û heta îro fîgurên wekî yên bîzon, pezkovî, bizin, hesp, masî, hirç û mar hatine dîtin ku dîroka wan jî digihîşt 14 hezar û 500 sal ber^.e
Li Ewropayê heta niha di şikefta Altamira hatibûn dîtin ku tên zanîn dîroka wan digihîje 36 hezar salan.


