Diyarname
Bi orgazîneya Chalak Eventsê koma muzîkê Lawje li Stenbolê konsereke pêşkêş dike. Konser 17’ê mehê saet 20.00’an de wê li Navenda Çandê ya Suleyman Seba ya li Beşiktaşa Stenbolê li dar bikeve.
Lawje bi muzîk û dengê xwe, bi xebata ku li ser muzîka herêma Culemêrgê kiriye ciheke girîng girtiye di nav muzîka kurdî de. Ew niha dê stran û klaman, heyranok û şeşbendan, pahîzok û narînkan ji bo stenboliyan pêşkêş bike.
Koma Lawje ku ji sala 2013'yan ve xebata xwe ya muzîkê didomîne di vê konserê de dê hem ji albuma xwe "Selîqe" hem jî ji xebatên xwe yên din guldesteyan pêşkêş bike.
Wekî notek: Kesên biçin temaşeyê divê du derziyên koronayê li xwe da bin, yan jî testa PCR a ji bo 48 saetan kiribin.
Ji bo têkilî: 0545 520 4248


