Diyarname
Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Festîvala Fîlman a Bogazîçî hatin eşkere kirin. 10 fîlm dikevin vê pêşbaziyê
14'emîn Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Festîvala Fîlman a Bogazîçî îsal di navbera 8-15'ê sermawezê de li dar dikeve. Festîval ji aliyê Weqfa Çand û Hunerê ya Bogazîçî ve tê organîzekirin. Festîval xeata "Yûnûsê Zêrîn" dide fîlm^ne serketî.
Festîvala ku bi piştgiriya Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê tê organîzekirin, fîlmên pêşbaziyê eşkere kirin.
Di Pêşbaziya Neteweyî ya festîvalê de van fîlmên van derhêneran cih girtin:
- Murat Saraçoglu / At Ustunde
- Ali Ozel / Beklenti
- Buşra Bulbul / Bir Anne Hakkinda
- Sinan Sertel / Elisa
- Bişar Bektaş / Gayda Yolu
- Reis Çelik / Kor Gece
- Abdullah Şahin / Mutemmim Cuz
- Aydin Orak / Ölü Arinin Îgnesî
- Biket İlhan / Tatli Maya
- Muzaffer Mehmet Çaglar / Varlik
Di vê pêşbaziyê de wê xelatên Fîlmê Serketî, Derhênerê/a Serketî, Senaryoya Serketî, Lîstikvana Serketî, Lîstikvanê Serketî, Derhênerê/a Dîmenê yê/a Serketî, Vesazkirina Serketî bidin.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e


