ELEZÎZ
Rêberê Serhildana Dêrsimê Seyîd Riza û hevalên wî li cihê ku ew hatibûn îdamkirin ji aliyê HDP û gelek kesî ve hatin bîbiranîn.
Seyîd Riza û hevalên wî di 77’emîn salvegera qetilkirina xwe de li "Bugday Meydani" (Qada Genim) ya Elezîzê hatin bibîranîn. Bi sedan welatî bi pêşengiya Platforma Demokrasî û Kedê ji bo bibîranîna Seyîd Riza û hevalên wî hatin cem hev û pankarta “Dêrsim qetlîama mirovahiyê ye”, “Şehîd namirin” vekirin û li Qada Genim daxuyanî dan. Li ser navê girseyê Hevserokê HDP’ê yê Elezîzê Yunus Guneş axivî û got ku Tirkiyeyê di çarçoveya polîtîkayên yekkirinê de li dijî nasname, çandên cuda polîtîkaya înkar û îmha û asîmîlasyonê pêk aniye.
Guneş got ku dîroka Tirkiyeyê bi komkujiyên ku tê xwestin ser wan bê girtin tijî ye û wiha dom kir: “Di sala 1921’ê de li Koçgiriyê, Palûyê, Agiriyê, Zîlanê, Dêrsimê, Mereşê, Çorumê, Sêwasê, Roboskî mirov qetilkirin, berî 77 salan jî di şexsê Seyîd Riza û hevalên wî de ji 50 hezar kesan zêdetir mirov qetilkirine. Ev feresat heman feresat e. Em di navbera komkujiya CHP’ê ya di sal 38’an de li Dêrsimê û pratîka asîmîlasyonîst a AKP’ê cudatiyê nabînin. Îro jî li Şengal û Rojava DAIŞ a hov a ku ji aliyê dewletên emperyalîst ve hate mezinkirin dîsa hewl didin gelan tune bike.”
Piştî daxuyaniyê merasîma bîranînê bi çepik û dirûşman bi dawî bû.
DÎHA


