logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Şerm û guneh di biwara kurdî de

  • Dîrok: 02/02/2017
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

LUQMAN GULDIVÊ

Em berê xwe didinê ku tiştek wekî şermekê timî wekî endamên civaka kurdîaxêv xwe li nav dev û guhên me dixe. Ev şerma hanê, dema mirov pêşî lê dinihêre, şermeke neheq diyar e. Ev sir û razek nîn e, ez behsa bikarneanîna zimanê me yê malê, yê dayikê, ew ê ku êdî para bêhtir ji bo zarokên me ne yê malê û ne jî yê dayikê ye. Belkî zimanek e ku dê û bavên wan carinan pê bi hev re, carinan bi kes, dost û gundiyên xwe re pê dipeyivin. Ne parçeyek ji jiyana rojane û giştîbûneke rihî ya ferdî, lê fîguranekî zimanî di nava jêhatîbûna wan a komunîkasyonê de. Mala Xwedê ava muzîk heye û bi rêya muzîkê gelek caran kurdî xwe digihîne rih û guhên zarokên me.

Em li wê şermê vegerin. Hîsa şermê ji wê yekê ye ku ji me nehat em vî emanetê bi qîmet ên ku pêşiyên me dayî me, bidin zarokên xwe. Em çiqasî şerm bikin? Pîvana wê divê çi be? Em lê dinihêrin ku me barê wê ew qasî giran kiriye ku; a) em xwe her gunehbar dikin; b) em xemsar dibin, c) em hinekên din gunehbar dikin. Em li eslê meselê vegerin û muhasebeyekê bikin. Cihê şermê ye ji bo me ji ber ku em bi erka xwe ya dê û baviyê ranebûn, virde û wêdeya vê yekê nîn e. Ango wekî dê û bav erkek e ku mirov mîrateya heq a zimanî bide zarokên xwe, me bi pirranî ev nekir.

Em lê dinihêrin di warê berxwedan, têkoşîna siyasî de, bi hin tercîhan me gera çerxa asîmîlasyonê ranewestan, heta li hin cihan me kir ku ew xurttir bigere; me bi xwe serê xwe xist bin kevirê wî aşê asîmîlasyonê û me serê xwe da hêran. Êdî waweylê nikare vî gunehê me bişo. Wekî lingua franca bikaranîna tirkî di nava sazî û dezgehên kurdî de gunehekî siyasî ye ku di stûyê tevgera azadiya kurd de ye. Mirov belkî karibe hin sedem yan jî hincetan bibîne û bi wan vê yekê rave bike, lê ji weşanên du zimanî yên wekî Serxwebûn û Berxwedanê, ber bi weşaneke yek zimanî ya bi navê Serxwebûnê me rê kudandibe, li deverekê şaşîtiyek hatiye kirin û divê em vê rexne bikin û lê mikur werin.

Em li dê û bavan vegerin, yên ku kurdî kirin zimanê xwe yên malê jî, bi wê erkê pê ranebûn ku zarokên wan zimanê rih û hestên xwe bikin kurdî; ji ber wê jî nifşên didu û sisêyan ên piştî asîmîlasyonê, malbatan zimanê xwe kirine zimanê malê jî, nikarîbûn vî zimanî li malên xwe bikin zimanê malê. Ev nifşên didu û sisêyan tenê bi kurdî dizanin.

Ev qas qisûr û kêmasî helbet ji bo wan kesên têgihîştine çi qewimî, wan dikarî çi çêtir bikira cihê şermê ye. Ne tenê mimkûn e ku ew xwe gunehkar hîs bikin, lê belê ya rast û lazim ew e ku xwe gunehkar hîs bikin. Lê belê ev yek nabe ku sûcdar û gunehkarê bi rastî bi me bide jibîrkirin. Ew jî dewlet û saziyên dewletê ne ku bi projeyên asîmîlasyonê rabûne û ew li ser miletekî ferz kirine. Ji bo wê jî ya ku karibe bike ev şerma li jor min behsa wê kir sivik bibe, divê berxwedan û têkoşîna li dijî çerxa siyasî ya vê dewletê were xurtkirin, divê em bikin ku çerxên asîmîlasyonê yên aşên vê dewletê û saziyên wê hew bigerin. Dema ku me wekî dê û bav karî bi vê erka xwe rabin, wê barê şerma me siviktir bibe. Lê barê sûc û gunehê dewletê siviktir nabe. Ji bo wê jî em çi qasî karibin û zanibin, ew qasî kurdî bixin zimanê mala xwe, ew qasî bikin zimanê agahdarbûna xwe û yê danûstandina xwe, ev rengê herî besîd û serketî yê vê têkoşînê ye. Û ev bi rastî jî wezîfeyeke ku her dê û bavê kurd dikare xwe bide ber barê wê û bi ser bixe.   

guldive@yahoo.fr

02.02.2017, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Siyadê berendamê xelatên belgefîlm, kurtefîlm û fîlmên fastastîk eşkere kirin

ad

Di salvegera Cegerxwîn de nivîseke ji bo bîranîna wî

ad

‘Komek Arîşe û Hêviya Zimanekî Yekbûyî` hat îmzekirin

ad

Bienala cihêreng li benda mêvanan e

ad

Anter û Ayhan hatin bibîranîn

ad

Burkay –Metîner

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname