logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li 4 welatan derbî: Ev hefte hefteya maçên mezin e
  2. Ji dibistanan, heta E-store, notên ji civîna Amedsporê
  3. Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn
  4. 5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye
  5. Şewata li Parîsê tîma Barselonayê da ber xwe!

Mesûd Qeya

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Mesûd Qeya

Mesûd Qeya

Ne ev lê tiştek din

  • Dîrok: 16/10/2026

Tiştekî li gor diranan. Hem li newalan û hem li zinaran. Hem ji reş hem ji spî. Hem ji berf û hem ji baranê û ji derveyî vê garanê. Ne li gor adetê ne jî bêyî adetê. Yanî ne tu tişt. Piştî wextekî tehemula însên ji tu tiştî re namîne dibêjin. Dibe wele. Mumkin e. Mîsal vî çendî ya min nema ye. Tehemul yanî. 

Wer xuya ye însan nema dikarin hin tiştan daqurtînin. Tehemul ji tu tiştî re nema ye. Yanî  qet nebe bi min wer xuya ye. Gere mere carna di ber benê xwe de rûne. Heta ne carnan, jixwe tişta tekane em dikin ne ev e? Eger bi min bimîne ev e. Jixwe em di ber benê xwe de  rûnenên emê çi bikin? Ne tu tişt. 

Bi min wer tê ev kar û şuxlê me li xwe birîye, balon e. Dibe tehemula min ji vê nepxa balonê re nema ye lewma diqerqilim. Belê ji vê rewşa xwe ya niha re "qerqilîn" dibêjim. Bê hemd serê xwe pê diêşînim lewma. Dikarim ha li wê rastê jî bihêlim. Lê ew hişmendî ya qaşo "qedîm" nahêle. Tenê bi vê bimîne jî mere fam dike bê ev hişmendî çiqasî seqet e. Ewil bar e. Paşê meşxuliyet. Ev meşxulbûn bi her hewldanê dike mere xwe ji bîr bike. Lewma çerx dizivire. Hingê dizivire qedîmtir dibe. Pardon, qewîtir. Biborin pişta min ji ber vê qedîmbûna me ne rast e. Min qewîtir nake. Heta pirî caran kenê min bi me tîne. 

Bila xelet neyê fahm kirin bi vê lîstika fikirînê re ez li rastî an xeletiyekê nagerim. Ya rast li tu tiştî nagerim. Lewma mafê axaftinê bi xwe re dibînim. Ji aliyê din îro ro kî nizane rastî û xeletî çi ye? Ez jî tevlî ne tu kes. Li vir behsa dizî, kuştin, derew û heqxwarinan filan nakim. Jixwe ji seqetiyên hişmendiya me yek jî ev e; wexta behsa etîk û neetîkbûnê dibe tişta ewil tê hişê me kuştin û hiştin, xwarin û nexwarin, birin û nebirin e. Çima? Çimkî lazim e çerx bizire. Qaşo ne em, bin dinya ne tu tişt e çimkî. Tişta jê re dibêjim "çerx" ev e. Em li ser asasekî ne li rê gihane heta vê rojê. Lewma tehemul nemîne emê çi bikin? 

Ev asas ji me re çi dibêje? Dinya bi qasî teheyula min heye. Dar ji bo min sêv û xurmeyan digire, kevok ji bo min difire, çem ji bo min diherike filan û heta mirin jî bo min e. Eger reş ne spî lê reş be bi saya nêrîn û terîfa min e. Eger "dinya çima ne bi awayekî din lê bi vî awayî ye" be dîsa sebeb bo min e. Seba tiştên qaweta min tênagihêjin jî sebeb yên din in, heta qawetekê jê re dibînim an sebebek (li gor xwe) çêtir. 

Lewma ye dibêjim tiştekî "ne tişt" ji me re lazim e. Qe bila tiştekî me jî ne ji bo tiştekî din be. Qe bila dinya bi serê xwe bizivire. Qe bila sêv bi hemdê xwe bigihên û bi erdê de herin, bibin malê kurm û kêzan. Qe bila carekê jî bizin me bidoşin, kitêb me bixwînin, agir bi mala keve, kaniya me bimiçiqe, şîrê me kel here, dendika me tahl derkeve û zebeşê me kal, xwarina me tahmsark, pezê me gur xwaribe, destarê me derizî û qemyona me qulipî be. Em ne "tu tişt" bin. Qet nebûbin. Ne misqalek rimilk bin. Ne kulmek dan, ne 
çivîkek li ser ban, ne hebek tirî, ne jî dendikek hijîrê bin. 

Heyhat dibêjim tişta min bi ber vê fikirînê dibe jî dîsa ew tekane hişê însanî ye. Ev e têkçûna min ya dewasa, ev e repbûna qedîm. Hêna xwe li min radikişîn
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Serpêhatiya ‘Ortewêranê' û Mijdar

  • 30 Sermawez 2024

Pel û çilo zer bûne êdî. Heta pirên wan weşiyane.  Çend roj berê firtoneyek rabû. Şiliyeke bi hemdê xwe bariya. Bû mij û moran. Dîtira rojê bû sayî. Çend gewmikên avê bûn cemed.  Dîtira roja din...

Cotmeh û Rê

  • 28 Kewçêr 2024

Ez û hevala xwe li meyxaneyekê rûniştî ne. Mekan mişt dûman e. Gelo serê min xweş bûye nizanim lê çavên min xumam dibînin.  Dibêje, “Ezê ji te serpêhatiyek xwe bibêjim,  lê di dexlê te de me tu ji...

Îlon û Kûçik

  • 25 Rezber 2024

Ji bo Julio Cortazar Her tiştî ji ew roja heta derengiyê şevê alavên malê didan serhev dest pê kir. Sibeha wê şevê bûbû qerepele. Kûçikê ji bûyîna xwe de dengnekir wê sibehê li quleke herî teng û rê...

Hemû Nivîsen Mesûd Qeya

Mesûd Qeya kî ye?

Youtube Me

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

PÎYASE Û WÊJE

ad

Xwedê xelqekî wisa bide her qlûba sporê

ad

Li ser sînor 30 kolber hatin kuştin

ad

'Bavê petrol û gazê' Nadir Nadirov mir

ad

Şanoger jî di şewatê de mir

ad

Pîrekê Amerîka bi şîmpiyonê dinya

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li 4 welatan derbî: Ev hefte hefteya maçên mezin e

  • 20 10 2026
news

Ji dibistanan, heta E-store, notên ji civîna Amedsporê

  • 20 10 2026
news

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

  • 20 10 2026
news

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

  • 20 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname