Dema keça me ya mezin li Swîsreyê dest bi dibistanê, sala şeşan kiribû, li gel kêmzanîna wê ya bi zimanê fransî, wê di polê de ji ezmûnan notên herî bilind, ji dersa matematîkê wergirtibû. Ji ber ku babetên dersê bi awayekî hêsan û fêmbarî dihatin dayîn, keça me ji ber tecrubeya xwe ye li Tirkiyeyê ji mijaran zû tê digihîşt û di ezmûnan de bi hêsanî bersiva pirsan dida. Çinku li gor bernameya matematîka li dibistanên Tirkîyeyê, li vir dersdayîn ne tevlihev bû. Lê di sala pêncan a keça me ya biçûk de mamosteyê dersê di ezmûnekê de bersiveke wê ya geometriyê nepejirandibû û sifir not dabû wê. Dema min ji mamostê sedema nedayîna notê pirsîbû, ji min re gotibû tu şaş difikirî. Min çi qasî behsa mamostetiya xwe ya 22 salan kiribû, min zanîna xwe ya matematîkê qal kiribû jî, camêr ji gotina xwe daneketibû. Herî dawîn min jê re gotibû, ez ê giliyê te bikim! Wî jî bi guhnedêrî ez bêminet kiribûm.
Di ezmûna matematîkê de pirs hêsan bû; şiklên geometrik hatibûn dayîn û îşaretkirina koşeyên çik ên 90 dereceyî hatibûn pirsîn. Keça min ji 20 koşeyan 12 jê rast çekiribûn, lê mamostê bersiv wekî şaş pejirandibû. Ji ber wê jî notê "0" dabûyê. Dema min ji mamoste xwestibû ew şaşîtiya xwe rast bike, gotibû tu rastiyê nizanî. (Qey) ez şaş bûm û li dibistanên Tirkiyeyê matematîkê ez xapandibûm! A soxî…
Min bi matematîkê dest pê kir, dixwazim pê berdewam bikim. Sala 2003’yan bû. Ez li Bakurê Bajarê Yozgatê, li navçeya Çekerêkê, li gundê Çandirê wekî mamosteyê sirgûn dijiyam. Erebeyek min a modela 1994’an bi markeya Fairway a rengsor hebû. Min jî fena gelek kurdan ji rengê sor hez dikir, bi sedema 5 qirûşên wê zêde bûn. Wê salê bi navê Feridun Duzagaç stranbêjekî tirk bi sernavê “Orjinal alt yazili (binnivîsa resen)” albumek weşandibû ku gotin û muzîk aydî wî bûn. Min di erebeya xwe ya rengsor de li ser hev, li wê albumê guhdarî dikir. Kêfa min ji gotinên stranan, muzîkên wî yên bi şêwaza tevlihev a pop-rock û muzîka xweserî re dihat û mamosteyên tirk (mirov dikare bibêje tirkperest) ên li erebeya min siwar dibûn, bi guhdarîkirina vê muzîkê kirasên cuda li bejna min difesilandin; wekî “kurdekî terorîst” li min nedinêrîn.
Strana herî bêtir a min jê hez dikir, bi navê "Boş Ders Şarkisi" (Strana Dersa Vala) bû. Ji ber guhdarîkirina bêhejmar li stranê, gotinên wê hê jî di jibera min de ye. Dîsgotina wê, beşa herî xweş bû:
“Ez xwe, ji xwe derînim, namîne sifir
Ev matematîk me dixapîne xoca'm
Di dest de dimînin pirs, hêsir, hêviyên vala
Hesab hev du nagrin, nagrin xoca'm”
Ez bawer im ev gotin teqabûlî jiyana gelek kesan dikin ku ji ber dersa matematîkê tim serê wan pê re êşiya ye. Ji xwe ji bo gelek kesan jî, hebûna vê dersê bê wate ye û di jiyanê de li tu tiştî nagunce. Lê ji bo zarokên ji çûna dibistanê hez nakin, bêtirên dersan bê wate ne. Beşek dîtir a ji stranê li ser dersa “Hayat Bilgisi” (Zanîna Derbarê Jiyanê de) ye:
“Ev dersa heyat bilgîsî
Çi derseke giran e xoca'm
Difikirim, bi biryar im
Ez ê nikaribim bibim însan”
Ger ez ji cihê mayî yê li Yozgatê berdewam bikim… Gund li kenarê çemekî hatibû avakirin ku aliyek wê ji gundên bajarê Çorumê dihat, aliyê din ber bi gundên bajarê Tokatê ve diçû. Gelek zerzewat û fêkiyên gund li bazara Çekerêkê dihatin firotin. Li nava gund goristanek hebû ku gorîçeyên wê dişibiyan tehtên mezin ên ji zinaran jêkirî û li ser gorîçeyan sembolên serdema Hîtîtan hebûn. Tu gundiyan wateya navê gund ê bi navê “Çandir” nizanîbûn. Beqal û qehweciyê gund yê qut û gilover defîneger (xezînecî) bû; li gora gotegotan gelek caran li derdora gund berhemên dîrokî peyda kiribûn û ew çend caran ji teref cendermeyan ve hatibû girtin. Navnûtika wî Dombîlî bû û ji ber ku min navê wî yê rastîn nizanîbû, min jê re digot, “dayî”. Te dît mirov carna ji hinekan re ji bêgavî dibêje, dayî. Xwendekarên min jî di tenefusan de hey digotin, “dikana dombîlî” û berê xwe didan wê derê, zilaman di nav xwe de digotin, “qehweya dombîlî” û li wir şerê xwe yê bi lîstikên kaxez û okeyê gûr dikirin. Ez jî çend caran çûbûm qehweya dombîlî û min bi hempîşekarên xwe re bi lîstika okeyê lîstibû. Navnûtikek xwediyê qehweyê balkêş bû, lê di rastiyê de wiha jê re dihatin gotin. Min çend caran xwestibû ji Dombîlî dîroka gund bipirsim, lê simbêlên wî yên di şiklên hîva xelek de ez disekinandim.
Jixwe li gund navên mirovan bêtir wekî navnûtik bûn: Cîgulî, Anarşît, Gamsiz... Min di pirtûka Ferhenga Sirgûnê de çîroka Anarşît nivîsandibû. Her wiha navên din ên gundiyan jî balkêş bûn: Done, Dursun, Duran, Yosma, Dondu, Satilmiş, Fati û Sati... Min ev nav di çavdêriya xwe ya dema hilbijartinan de dîtibûn. Hejmarek mezin a navan bi vî awayî bûn.
Em bi hejmaran berdewam bikin… Ji ber pêvajoya lihevkirina “Kurd û Turkan” a vê serdemê, gotineke birêz Ocalan heye ku dibêje, “Bin kilometrelik yol, kuçuk bir adimla başlar. (Rêyeke bi hezar kîlometreyî, bi gaveke biçûk dest pê dike.)”. Li gora matematîkê 1000 km dikare bi xwelivandinê jî dest pê bike. Îro ev gotin wekî vecîzekê di devê gelek kesan de ye. Çendê han dostê min ê hêja Fehim Işik di bernameyek televîzyonê de digot, “1000 km, teqrîben du mîlyon gav in.”, camêrekî din digot, “Ez 5000 km’yan dûrî Kurdistanê me û min gava yekemîn ber bi welêt ve avêtiye.”
Di rastîya matematikê de 1000 km rê, bi gaveke teqrîbî ya mirovan di navbera 1,3 mîlyon û 1,5 mîlyonî de ye. Ger em serê xwe bi matematîkê re biêşînin hesabgiriyê bikin, encameke wiha derdikeve holê:
1. Gavek kurt a teqrîbî 70 cm: 1,428.570 gav
2. Gavek navber a teqrîbî 75 cm: 1,333,333 gav
3. Gavek dirêj û lezgîn a teqrîbî 80 cm: 1,250.000 gav
Li gora van îstatîstîkan mirov dikare bibêje, “matematîk me dixapîne xoca’m”. Feylesofê çînî yê bi navê Lao Tzu (B.Z. sedsala 6'an) di pirtûka xwe ya bi navê “Rê û Erdem” de wiha gotiye, “Rêwîtiyeke 1000 mîlî bi gavekê dest pê dike.” Ez bawer im birêz Ocalan ji vê gotinê sûd wergirtiye û di nava hevdîtina xwe de ji bo bibe mînak, bi kar aniye.
Me bi matematîkê dest pê kir û em di nava pêlên jiyanê de di geryanekê re bihurîn. Vê hefteyê li Koşuyoluya Amedê konekî mezin ji bo 49 pakrewanên şervan ên kurd hatibû vekirin. Gotina nivîskar Miraz Ronî a li ser rûpela wî ya facebookê ji bo min balkêş û dîrokî bû. Gotibû, “Lê dîsa jî pirsa esasî ev e: gelo hê her yek ji me welatiyek e, yan tenê ji herfên ku hatine tomarkirin, herfek e?” Hew Xwedê dizane bê kezeba dê û bav, xwişk û birayên wan şehîdan bê çawa dişewitin...
Mirov dikare ji bo 49 cangoriyan bibêje, ew her yek hejmarek in? Yan her yek, ji binemalekê, xwedî xeyalekê, li ser rêya armancekê, xwedî çîrok bûn û mirov bûn… Bi van hejmarên çûyiyan ku dê her carê li bajarekî ji bo wan behî werin dayîn û mirovên kurd dê pê re di nava xwe de bifetisin, bêyî dîtina çend hestiyên wan…
Wekî di beşa sêyem a stranê de hatiye gotin:
“Kîjan behr diherike ku, çi ji min re?
Dema ku ez di nava xwe de difetisim
Hê li ku derê evîn hebe, bibêje
Ger neyêm destdan, ez ê bimrim”
Mirov bi mezinbûnê qîmeta matematîkê fêm dikin û di her kêlikên jiyana xwe de bi kar tînin. Lê ya esasî û balkêş, ne çar kirariyên matematîkê me dixapînin, mirov li gora “hesabên xwe” bi hejmaran dilîzîn û di serê mirovên dîtir de encamên cuda diafirînin. Bi kurt û kurmancî, “mirov me dixapînin xoca’m” û divê em jî di vî warî de hişyar bin û pişta xwe nedin matematîkê. Mirov bi matematîkê nizanibe, nikare bê hesab û kîtab hez bike jî…
22.08.2026 / Swîsre


