Diyarname
Dewleta Tirkiyeyê bi gotina "pêşîlêgirtina qaçaxçiyan" di navbera xwe û Îranî de dîwar lê kiriye. Heta niha lêkirina vî Dîwarî gihîştiye 204 kîlometreyî. Bi vî awayî piştî Bakur û Rojava, li navbera Bakur û Rojhilat jî lêkirina dîwar ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve didome.
Li ser vê yekê ajansa dewletê AA'yê nûçeyeke saz kir û got ku heta niha 204 kîlomletreyê lêkirina dîwar demam bûye, ji bo 91 kîlometreyên din xebat didomin.
Dewleta Tirkiyeyê bi gotina "pêşîlêgirtina xebatên terorî û qaçaxçîtî" di sala 2021'ê de dest bi çêkirina vî dîwarî ku navê "dîwarê ewlehiyê" lêkirine, kir.
Dîwar li navçeyên Wanê Çildêran, Qelqelî û Serayê didome.

Heta niha 204 kîlometre dîwar lêkirine, 91 kîlometreyên din dê lê bikin...



