___ Faîk Ocal___
Helbestên ku bi dest û piyên jiyanê me digirin û ber bi asoyên nediyar ve dikin bedew û bêdawî ne, gerdûnî û sewirî ne, zayok û berhamdar in. Helbestên ku ji heqîqetê para xwe hilnegirtî di rastiya xwe de asê dimînin, ditengijîn.
Helbest divê mîna teyran bifirin bi peyvên efsûnî û îmgeyên metefîzîk, ku wisa dibin, me jî bi xwe re difirînin û em diçin cîhanên rengîn û bengîn.
Helbest divê mîna avê biherike di cihokên dil û hişên me de, ku wisa dibin, rêyên cihewaz li ber me vedibin, em bi çavên yên din li xwe dinêrin, li rastiya xwe mikur tên.
Çawa du rûyên mirov hene wisa du rûyên helbestê jî hene: Rûyê xuyanî û yê nehenî. Di rûyê xuyanî de neynikên şênber, di yê nehenî de jî neynikên razber hene. Bi wî awayî em ê li helbestên Reyhan Sarhanê binêrin. Di “Li Hewşa Bêriyan”ê de çi heye û çi tune ye, yan jî kî heye kî tune ye.
Di helbestên Sarhanê de tenê dil û evîn û bîranînên wê hene. Wisa ku tenê rûyek heye, rûyê xuyanî û em li neynika şênber dinêrin. Xwe bêhtir tiştekî din nabînin. Lê li vir ‘xwe’yeke li rastiya xwe dûrketî, ji per û baskên heqîqetê de bêparmayî heye.
Di neynika şênber a wê de çi û kî heye?
Li gorî pirtûkê em ê tê de herin.
Ewil em ê behsa terz û naveroka pirtûkê bikin.
Helbest bi tîpan hatiye nivîsandin. Li ser her tîpê reqem hene. Sarhanê li gorî tîpan helbestên kurt nivîsîne. Di tîpa H’yê de heft, di ya N’yê de şeş, di ya D’yê de heft, di ya E’yê de şeş, di ya L’yê de çar, di ya B’yê de neh, di ya C’yê de yek, di ya S’yê de du, di ya M’yê de heft, di ya J’yê de heft, di ya G’yê de yek (di rûpelên 80-81’an de eynî helbest dîsa hatiye nivîsandin), di ya Ş’yê de sê, di ya T’yê de deh, di ya P’yê de yek, di ya Ç’yê de çar, di ya W’yê de çar, di ya X’yê de du, di ya R’yê de pênc, di ya V’yê de du, di ya K’yê de çar helbest hene. Gişt not û çar helbest in.
Reyhan Sarhanê de di heft cihan de bi peyvbazî navê xwe bikar aniye. (Rûpel; 15, 31, 65, 81, 89, 90, 92, 93). Evîna Edûl û Derwêş jî wekî mînak girtiye û di çar cihan de cî dayê navê van. (Rûpel; 35, 38, 41, 49).
Sarhanê pirtûka xwe li ser ev hersê peyvan ava kiriye. Dil, evîn û helbest. Tenê du kes hene: Ez (Rihan-Reyhan û tu (kesê ku nediyar).
Helbest kurt in. Di nava helbestên kurt de Rihan dikeve pey evîna xwe, kesê nediyar jî dide pey doza xwe. Wisa:
“min da dû dilê xwe
te da dû doza xwe
de ka tu bêje
niha kîjan dil e
kîjan jî doz e.” (r. 56).
Lê ew negihîjin hev. Ji bo wê jî çîroka van dibe evîn. Evîna Rihanê (Edûl) û kesê nediyar (Derwêş). Kes nikare êş û giraniya evînê bipîve. Her kes di evîna xwe de dijî û di evîna xwe, xwe bêdeng dike. Reyhan Sarhanê jî wisa kiriye. Bi dil û canê ketiye pey evîna rasteqîn. Li pey evîna wê helbestên di vê pirtûkê de derketine holê.
- Li Hewşa Bêriyan / Reyhan Sarhan / Weşanên Bêjing / 104 rûpel /2025 / Îzmîr
**
Nîvîsên Faîk Ocal ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
- 'Beybûnên Yasemînê' ya Ferhadê Mihemed


