___Mem Mîrxan___
Dibe ku li ser helbesta Bakur tezên lîsansa bilind û doktorayê hatibin nivîsandin, lê bawer im hîn bêtir divê bêne nivîsandin. Ez niha ji derfetên lêkolîn û lêhûrbûnê dûr im û vê nivîsê bi telefona destan dinivîsim. Bi boneya xwendina pirtûka Dilovan Alî, ez dixwazim bi kurtasî be jî dîtinên xwe bi we re parve bikim.
Li bakurê Kurdistanê helbesta kurdî ji rastiya zimanê kurdî her ku diçe dûr dikeve. Zimanê kurdî ku xwedî aheng û melodiyeke erdî û xwezayî ye û êşên mezin di nav xwe de dihewîne, qalib û çandeke hezar salan bi xwe re çêkiriye.
Lê piraniya helbestkarên nûjen (ez por spiyan jî tevlî vê komê dikim) ên destpêkê wekî Kawa, Îrfan, Lal û Rênas ekolek afirandin. Em Janya (şêweya taybet) deynin aliyekî, berhemên din her çiqas di naverokê de ji hev cihê bin jî, di şêwazê nivîsandinê de gelekî nêzî hev in. Xwendevanên van şaîran wekî murîdên şêxekî, dest bi teqlîda şêwaza wan kirin û ji wan hinek niha xwedî berhem in jî.
Di helbesta wan de bi giştî govendeke peyvên ji hev dûr (xerîb) heye. Ku tu zorê nedî xwe, tu nizanî gelo helbest behsa çi dike. Peyvên nû di ristên helbestê de wekî "li ser piyan mabin" ji xwe re li cihekî digerin. Carekê min ji gorbihuşt Ehmed Huseynî pirsî: “Helbesta kurdî divê çawa bê nivîsandin?” Got: “Divê em helbesta kurdî wekî axaftina diya xwe nenivîsînin, lê divê diya me zanibe me çi nivîsandiye.” Helbet çand, dîrok, felsefe û bawerî; ji Mela heta Ehmedê Xanî û Cegerxwîn, tim bûne mijarên helbestê. Di van helbestên salên dawî de ev mijar êdî xuya nakin. Piraniya van pirtûkan, dema tu ji destê xwe datînî tu tiştek di bîra mirov de namîne. Car caran mirov xwe sûcdar jî dibîne û ji xwe dipirse: “Çima min tiştek fêm nekir?”
Lê min ji helbesta Dilovan Alî fêm kir û gelekî jî kêfa min jê re hat.
Dilovan Alî tevî ku ji Başûr e û bi Soranî diaxive, rihê wê helbesta kurmancî ya ku ez lê digerim zeft kiriye. Wekî mînak:
Em ê Behîvan Kom Bikin
zivistaneke xemgîn di rê de ye
kolan bi diltengî pelan himbêz dike
em ê behîvan kom bikin
ne ku qaqlîbazek ji birçîtiyê bimire
xwezî em li pey agirperestan biçûna
li ser aveke paqij,
ji esmanî re me stran bigota
me ewr şa dikirin.
Wekî hûn jî dibînin, mirov bi hêsanî rihê kurmanciyeke zelal û belek hîs dike. Di helbesta "Holik" de jî helbestkar wêneyên rengîn û fêmbar pêşkêşî me dike:
ez xewnê dibînim
li qeraxa çiyayekî bi berf
di nav zinarên sar de
şivanê koçer li tembûrê dide...
serê min, esmanê herî tenê ye!
Rexne û Naverok
Pirtûk bi pêşgotineke dûr û dirêj dest pê dike. Bi dîtina min, ji pêşgotinê bêtir ev nirxandineke hûr û kûr e ku carinan mirov ji xwendinê sar dike. Ji ber ku behsa hemû helbestan kiriye; wekî "spoiler"a fîlman her tişt beriya xwendinê vegotiye.
Dilovan bingeha helbestê li ser koçberiya li 4-5 welatan avakiriye. Hemû xem û derdê helbestê vê mişextiyê vedibêje. Di berhemê de navê gelek bajaran, behr û kolanan derbas dibe. Ew kolan ne kolanên geştûguzariyê ne; kolanên êşên xerîbiyê ne.
Helbesta “Trajediya Di Nav Birînan De” wekî kakilê vê pirtûkê ye. Stenbol, Ege, Patra, Santa Maria, Milano… Bi hişê kurdekî ku bêriya yar, dê û welatê xwe dike, hatiye hûnandin:
“...li Egeyê mirin bi pêlan re bilind dibe
jinek digel sê zarokan bi ser keştiyê de vedireşin
zilamekî pîr di himbêza jina xwe de
ji hevalê xwe re dibêjim: netirse mirin ji me hemûyan mezintir e.
difikirim zemanê derewîn çiqas bêxem e
heta niha fêm nekiriye ku Ege ji kurdan re, Kerkûkeke din a birîndar e.”
Her çiqas behsa şer, pevçûn, Enfal, Roboskî, Sûr û Cizîrê bête kirin jî, ev hemû karesat parçeyên êşên penaberiyê ne. Ji ber ku helbestkar bi Kurmanciyeke gelekî xurt ev helbest nivîsandine, ji derveyî penaberî û xerîbiyê, cî û warên ku Kurmancî lê tê axaftin bêtir bûne mijara helbestan.
- Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor/ Dilovan Alî / Doz / avrêl 2026 / 85 rûpel
**
Nivîseke din a Mem Mîrxan a ku berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:
- Li ser nûkirina Bulvara Firatê, dar, trafîk û vîzyona bajêr çend gotin


