___Elîf Şekercî___
Banksy, ji sala 1990’an ve ber bi îro ve; Londonê bi nasnameyêk veşartî jiyana xwe ya hunerî didomîne û li cîhanê bi piranî bi berhemên xwe yên grafity tê naskirin. Di berhemên wî de hûrbîniyên wî yên li ser sîstemê, civakê; bi amûra stencil, bi tarzekî mîzahî tên pêşkeş kirin. Banksy, bi taybetî kuçe tercîh kirî ye û hê jî kuçeyan tercîh dike. Ev tercîh li gorî hin rexnegiran kuçeyan dike meskenê bîrê. Hin rexnegir jî ji ber berhemên wî yên bi mîlyon dolaran tên firotan ew wekî hevparê pergalê pênase dikin.
Hûner, ji destpêka xwe ve di nav xwe de du hêlê dihewîne. Ev her du alî hemberî hev, hebûna xwe domandine û didomîn in. Beşa yekem destgirtiya desthilatê ye. Ji bo berdewamiya sîstemê û ji bo konfora wê dixebite.
“Wêje heke ji bo berdewamiya ideolojiya serdest bibe amûrek, êdî nivîskar ne afirînerekî/e azad e. Êdî ew amûra ideolojiya dewletê ye.” Wekî Louise Althusser di pirtûka xwe ya “îdeolojî û Amûrên îdeolojik yên Dewletê” de jî gotiye diyar dibe ku hunermendên desthilatan leşkerên wan in. Gotin û gavên wan ji hêla hişmendiya wan bixwe ve nayên diyarkirin, bi destê otoriteyê tên diyar kirin û sînordar kirin. Hunera li hemberî desthilatê, jiyana xwe li dijî otoriteyê didomîne. Bê piştgirî peyvên xwe dibêje û karên xwe eşkere dike.
“Nivîskar ji bo guhertina cihanê dinivîse. Hêza peyvan, wekî çekên tijî ne; nivîskarên ku çekên xwe li hemberî pergalê bikartînin, nivîskarên azad in.” J.P.Sartre, di pirtûka xwe ya “Wêje Çi Ye?” de nivîskarên azad kî ne û çawa tevdigerin ji me re vegotî ye. Em jî tevlî vê îzafeyê dibin û dibêjin, hunermend divê şopînerên xwe bihejîne. Da ku bila gavên xwe bi zanebûnî bavêj in. Bila bizanibin ku gavên davêjin bi piranî ne gavên wan in.
Banksy, destpêka hunera xwe li kuçeyan ji bo hemû kesî, hunerekî gihîştbar ava kirî ye. Berhemên wî yên giştî derheqê pirsgirêkên civakî de ji bo gel xwestî ye bibe bersiv. Di berhemên xwe yên destpêkê de wekî 'The Mild Mild West' û 'Gorilla with Pink Mask' de bi şêweyekî serhildêr, sîstema polîs û desthilatdariyê li ser dîwarên Bristolê rexne kirî ye.
Berhemên Banksy kengî bûye para piyasayê û berhemên wî bi mîlyonan hatine firotan rexnegir ew wekî hevparê bazarê dîtine. Ev mesele ji ber ku meseleyek berfireh e û armanca me bal kişandina li ser berhema wî ya nû ye em tenê bi pirsên xwe dikarin derbasî berhema wî ya nû bin: Gelo berhemên tên firotin û tên kirîn êdî ne azad in? Berhemên bazarê her tim hevparên sîstemê ne? Gelo hunermed dikarin bê bazar bijîn? Gelo di nav bazara hunerî de alternatîfek jî venabe? Ev pirs di jiyana me ya hunerî de jî cih digirin. Hunermedên me kengî ji bo derketina sehneyan, bi piranî di bernameyên Newrozan de tên rexne kirin. Hunermendên ku jiyanekî bi konfor dijîn jî ji ber konforê bal dikşîn in.
Dema em vegerin berhema nû ya Bankys, peyker, di 29 Avrelê, saet: 05:00 berî ku roj ava bibe û kes bibîne hatiye danîn. Piştî ku li ser instagramê hunermedê jî hat parvekirin diyar bû ku peykera li Waterloo Place’ê ya Banksy e. Ev meydan ji bo pîrozkirina emperyalîzm û serdestina leşkeriyê di salên 1800’an de dibe nîşaneyê desthilatê. Peyker, nêzîkî peykerên Edwarda Seyem, Florance Nightingale, Peykera Şerê Kirimê ye.
Edwarda Seyem, bi zordariya xwe û bi hovîtiya xwe tê naskirin. Di dema wî de Şerên Sedsalî dest pê kirî ye. Gelê Fransayê bi stratejiya ‘Chevauchee’ bê xwarin ji nêza mirin e, gundê wan hatiye şewitandin û hatiye talan kirin.
Di Şerê Kirimê de jî Îngilistanê, bi şêweyekî hov li ser dijminê xwe meşiya ye û gelên Kirimê ji ber nexweşiyên vedir mirin e. Em piştî ku sedema tercihkirina cih dibînin ku Bansky di dilê pergalê de peykera xwe danî ye. Peykera wî wekî tîrêjek tavê dikeve nav pergalê û bersiva xwe, rexneya xwe ji wir dide derve. Em dema li peykerê dinêrin dibînin ku li ser kaîdeyê Zilamekî bi taximek reş xuya dike. Gavekî wî li ser kaîde, gavekî wî li valahiyê ye. Di destê wî de alekî reş û dirêj heye, ev al tê heta rûyê wî û her du çavên wî jî digire û wî kor dike. Ala di destê wî de ye, pergalê, otorîteyê, îdeolojiya hikumetan, temsîl dike. Nîv gav avêtin, mirovên ku wekî bizina bê fikirandin, bê bîrbûn li pey sîstemê ji bo konfora xwe û dewamiya hikumetê diçin temsil dike û nijadperestên kor rexne dike, Banksy, bi nîv gavê ji me re vê dibêje, dawiya dawî ev rê diçe valahiyê. Peyker lingekî xwe li ser kaîde ye û ev jî dibêje, hê ji bo vegerînê ne dereng e
Bi ya min wateyên sereke ev in lê ev peyker tenê şîroveyek nade me. Şiroveyek din jî jê derdikeve: Li pey ideolojiyan wekî bizin tevgerîn û korbûyîn e. Korbûna mirovan, bi vê peykera ku dibe antî-qehreman tê pêşkeşkirin û mêrê ku bi ala destê xwe kor bûye hin tişt tîne bîra me. Gelo em qet di dîroka xwe, yan dîroka gelemperî de bûn wekî peykera Banksy? Çavên me jî bi vî avayî tu carî hatin girtin? Çavên me sond xwarine yan çavên me girtî ne? Bersiva vê ez bixwe dema ku li gelê xwe mêze dikim dibînim, dema ku bi mirovên ku di jiyana xwe de demekî bûne radîkal û piştî demekî dev ji her tiştî berdane jî dibînim. Ev rewş jî ji bo min dibe bersiveke mezin.
Em berî ku baweriya xwe bi tiştan bînin çiqas difikirin? Em di nav xwe de çima lihev nayên û xwişk û birayên xwe li pey kesayetekî yan fikrekî dikin dijmin? Banksy, van pirsan jî dide fikrandin. Gelo em kor in?

***
Nivîsên din ên Elîf Şekerçî ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
- Li gorî zanista nîşaneyan û bi metoda Greimas analîza ‘Director’


