Diyarname
Polîsan êrîşê alîgirên Amedê kir
Piştî maçê alîgirên Amed Sporê li Amedê ji bo pîrozbahiyê derketin kuçeyan lê polîsan bi gazên çavsotîner êrîşê wan kir û ew belav kirin. Alîgirên Amed sporê bi taybetî li Ofîsê hatin ba hev, dest bi pîrozbahiyê kirin, ajokarên erebeyên ku ji rê derbas dibûn jî bi lêdana korneyan beşdarî pîrozbahiyê bûn. Polîsan nehişt temaşevan bimeşin û êrîş kir.
**
Û maç bi dawî bû û AMED Spor bi ser ket: 2-1.
Bi vê yekê Amed spor di dîroka xwe de yekem car derbasî çarîk fînalê bû. Di temamê maçê de lîstikvanên Amed sporê nehiştin lîstikvanên Bursayê êrîşên cidî bikin.
Teknik dîrektorê Bursayê Hamza Hamzaoglu par li Galatasarayê bi tîma xwe 3 kûpa girtin lê îsal Amedê bi vê encamê nehişt ew bigihîje miraza xwe. Hamzaoglu par jî li hemberî Amed sporê têk çûbû (2-0) lê wê çaxê Galatasaray karibû ji komê derê.
Teknik dîrektorê Amedê Harun Kiliç yekem car serketinek wisa bi dest dixe û tîma xwe derdixe çarîk fînalê
Deqîqe 90+5
Bursayê gol avêt. Lîstikvanê Bursayê Sutter gol avêt û hêvî da tîma xwe.
Deqîqe 87
Lîstivanê Bursayê Hosogai li tîman Amedê Deniz li erdê xist, hakem raste rast were sor nîşan da.
Deqîqe 65
Vê carê Deniz Nakî (li Duren a Almanyayê hatiye dinê, kurd e û 26 salî ye) derket ser dikê û golek din avêt: 0-2
Deqîqe 46
Nîveka duyemîn bu serdestiya Bursayê dest pê kir lê Amed spor di berxwedanê de bû.
Deqîqe 45
Encam neguherî û nîveka yekemîn bi 0-1'ê bi dawî bû.
Deqîqeya 20
Maç heta vê deqîqeyê wekhev derbas bû. Di vê deqîqeyê de Ercan Çapar (Ji Şemrexê ye û 26 salî ye) li ser navê Amedê gol avêt: 0-1
Di Kûpaya Zîraatê ya Tirkiyeyê de îro saet 14.00'an de li stada Bursayê Tîma Bursa û Amed Spor hatin hemberî hev. Kîjan tîm bi ser bikeve dê derbasî çarîk fînala bibe.
Waliyê Bursayê hatine temaşevanên Amed sporê ji bo temaşekirina maçê qedexe kir. Li stadê tedê temaşevanên Bursayê helbet ligel diruşmên xwe yên nijadperest hebûn.
Buhaya tîman û hin îstatîstîk
- Buhaya tîma Bursayê 56 mîlyon û 550 hezar Euro ya Amedê tenê 2 mîlyon û 450 hezar Euro ye. Amed di Koma A de bêyî careke têk here wekî duyemînê komê derbasî nav 16 tîman bû, Bursa wekî yekemînê koma B û her du tîm bûn reqîbê hev.
- Bursa di sala 1963'yan de hatiye avakirin
Amed spor di sala 1990'î de
- Stada Bursalê cihê 45 hezar kesî lê heye
Stada Amedê cihê 1540 kesî lê ye
- Bursa piştî 4 tîmên mezin tekane tîm e ku di Lîga Super a Tirkiyeyê de bûye şampiyon
Amed spor di dîroka xwe de encax kariye heta Lîga Duyemîn bê û hê nekariye bê Lîga Yekem an Lîga Superê
- Teknîk Dîrektorê Bursayê H.Hamzaoglu 46 salî ye û li Gumulcineyê (Yewnanistan) hatiye dinê
Teknîk Dîrektorê Amedê Harun Kiliç 43 salî ye û li Amedê hatiye dinê.
Stad: Bursa Buyukşehir Belediyesi
Hakêm: Abdullah Yılmaz, Samet Çiçek, Abdullah Bora Özkara
Bursa:
Mert Günok, Hosogai, Dany, Sivok, Aziz Eraltay, Jorquera (Dq. 66 De Sutter), Faty, Dzsudzsak (Dq. 66 Erdem Özgenç), Sercan Yıldırım (Dq. 46 Emre Taşdemir), Stoch, Necid
Amed:
Levent Taşkın, Abdullah Çoban, Şevket Güngör, Ercan Çapar, Şehmus Özer (Dq. 76 Özgür Akıncı) (Dq. 90 Özgür Akıncı), Yusuf Yağmur, Önder Karaboğa, Başaran Balcı, Deniz Naki, Mansur Çalar (Dq. 87 Ercüment Balıkçı), Sercan Özçelik
Gol: Dq. 20 Ercan Çapar, Dq. 65 Deniz Naki (Amed Spor), Dq. 90+4 De Sutter (Bursaspor)
Qerta Sor: Dk. 88 Hosogai (Bursaspor)
Qertê Zer: Dk. 43 Faty, Dk. 84 Stoch, Dk 84 Erdem Özgenç (Bursaspor), Dk. 6 Şehmus Özer (Amed Sportif Faaliyetler)


