Diyarname
Nîşaneya "Rûken"ê, bi navê xwe yê orjînal "Smiley" niha bû 35 sal ku hatiye çêkirin û ev 35 sal in em vê bikar tînin. Mucîdê vê sembola kenê zanyarê kompîturê Scott Fahlman li ser populerbûna vê îcadê hê jî şaşwaz e.
Fahlman yekem car "Smiley" di malpereke forûmê de bikar aniye û paşê ev belav bûye. Ew dibêje: "Min li klavyeyê dinêrî ka ez dikarim çi bikar bînim. Paşê ez fikirîm... Ez nizanim çawa ew qas bû navdar."
Ew dibêje "Smiley" nîşaneyek navneteweyî ye û vê lê zêde dike: "Ew ne sipî ye, ne reş e, yan jî ne çîniyekî ye ku dikene, navneteweyî ye."


