Stenbol
Nivîskar Cengiz Çandar di konferansa BDP'ê de rewşa Yasar Arafat û Abdullah Ocalan dan ber hev û got: "Hûn mecbûr in Ocalan wekî muxatab bigirin û pirsgirêkê çareser bikin."
BDP'ê bi navê “Pirsgirêka Kurd, şert û mercên wê û rola Ocalan” konferanseke li Taksim Elite World Hotelê, li Stenbolê li dar xist. Di konferansê de Hevsorokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, mebûsên BDP'ê Sebahat Tuncel, Nazmi Gur, mebûsê Blokê Levent Tuzel, Serokê Giştî yê SDP’ê Ridvan Turan, Serokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen, Rêveberê Weşana Giştî ya rojnameya Atilimê Îbrahim Çiçek, rewşenbîrên wekî Gencay Gursoy, Nuray Mert, Cengîz Çandar, Prof. Dr. Erol Katircioglû û Prof. Dr. Mîthat Sancar, Musteşarê berê yê MÎT’ê Cevat Oneş, Serokê Baroya Amedê M. Emin Aktar, Sami Evren, Ufus Uras jî di nav de gelek kes amede bûn.
Axaftina destpêkirina konferansê ji aliyê Hervserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş ve hate kirin û paşê dest bi panelan hate kirin.
Vaye ji konferansê hin not:
- Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş:
Hikumet piştgirî bide nêrînên Ocalan an jî nede. Raya giştî dê biecibîne, an jî neecibîne. Ger em realîteyekê gotûbêj bikin, divê vê yekê bibînin ku yê ku herî zêde li ser PKK’ya ku nêzî 30 salan e tekoşîn dimeşîne ew e. Ger dê di navbera PKK û dewletê de aştiyek pêk bê, rola Ocalan a di vir de
divê baş bê dîtin.
Em nikarin realîteyeke wiha tune bihesibînin. Ocalan realîteyek e. Bandora wî li ser rêxistina wî û bi mîlyonan gel heye. Hikumetê jî bi wî re hevdîtin pêk aniye. Partiya me jî aktorek a vê pêvajoyê ye. Li vî welatî em bi berpirsiyariyeke a pêkanîna aşitiyê û berpirsiyariyên wijdanî û mirovî re rû bi rû ne. Raya giştî ya Tirkiyeyê jî bi awayeke berfireh tolerans daye vê yekê. Hevdîtinên Osloyê jî tu rageşî di nava raya giştî de çênekiriye. Her kesê piştgirî daye vê yekê.”
Li hemberî hikumetek ku bibêje ‘Ez dixwazim pirsgirêkê bi rêyên aştiyane çareser bikim’ tu kesek çek bi kar nayne. Lê ger hikumet bibêje 'Ez bi biryar im, operasyonên KCK’ê dê bidomin, ez bi biryar in ez yên filan şkeftê de tune bikim’ wê çaxê tu kesek ji hikumetê bawer nake. Divê zelal bibe ka kurd bi kîjan statûyê li vî welatî dijîn.”
- Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar:
Di dema muzakereyê de pêşî divê çek bêne rawestandin, divê hikumet jî piştgirî bide vê yekê.
Heta rewşa Ocalan a têde neyê başkirin di vê pêvajoyê de serketin çênabe. Bila Ocalan her mehê bi 3 kesan re hevdîtinê pêk bîne. Ev 3 kes dikare rojnameger bin. Derveyî kurdan kesên li raya giştî ya Tirkiyeyê dê bi vî awayî bêne agahdarkirin. Heta ev yek neyên kirin serketin çênabe.
Tuyê hem wekî ku di pirsgirêka kurd de diyalogê çêdikî dixuyî, hem jî operasyonan bikî, nabe. Bila her roj zarokên kurd 'hebûna xwe diyarî' nekin. Rakirina vê jestek e.
- Hîndekarê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê Prof. Dr. Mithat Sincar:
Li welatî ger pevçûna çekdarî hebe muzakere nayê wê wateyê ku divê tenê her du alî li cem maseyê rûnin. Muzakere divê bi gelek aliyan re bê kirin û gava pêşî jî rawestandina çekan e.
Bingeha herî girîng parlemen e. Divê alî raste rast li dora maseyekê rûnenên û bazarê nekin, divê pirsgirêkê nîqaş bikin. Aliyek din jî divê raya giştî bê qanîkirin. Divê ziman, zimanê amadekirina aştî û çareseriyê be.
Berî ku Zagona Bingehîn biguhere jî gelek tiştên ku bêne kirin hene. Ger di pêvajoya muzakereyê de hikumet ji dil be, ne hewceye li benda guherina Zagona Bingehîn bisekine.
Nivîskar Cengiz Çandar:
Dixwazin Ocalan û rêxistinê ji hev du cuda bikin, bi rêya Ocalan tasfiyekirina PKK’ê ji xwe re kirine hedef. Lê ev yek bê encam maye. Divê lîstikên li ser dabeşkirina Ocalan û PKK’ê neyên lîstin. Kakila rapora me amade kir ev bû.
Îsraîlê ji Yaser Erefat re digot 'kujerê zarokan', 'serkêşê terorîstan', lê paşê Yaser Erefat wekî rêberê gelê Filistînê qebûl kirin û hatin pêvajoya Osloyê. Li wir jî pêvajoya aştiyê dest pê kir. Bi salan e dewlet bi Ocalan re hevdîtinan pêk tîne. Mesele ne hevdîtin e, mesele nêzîkariya li hemberî hevdîtinê ye.
Pirtûka bi navê "Rojên Ocalan ên li Îmraliyê” heye. Ev pirtûk pir girîng e. Hate dîtin ku bê PKK’ê pirsgirêk çareser nabe. Di şert û mercên îro de, muzakereyên bi Ocalan re nabe. Divê şert û merc bêne guhertin.
- Hîndekarê Zanîngeha Hambûrga Almanayê Norman Peach:
Tirkiyeyê ev venexwendime, BDP’ê ez vexwendime, ez ji berê vê têm. Ez ji bo piştgirî bidim BDP'ê û gelê kurd ez li vir im.
Min du caran bi Ocalan re hevdîtin pêk anî. Li Şamê û li girtîgehek a Romayê hevdîtin pêk anî. Me digot divê li Îtalyayê bimîne. Lê tu welatên Ewropayê ew di nava xwe de qebûl nedikir.
Divê mirov tu carî dest jê bernede. Li Almanyayê gelek kesên wekî min difikirin hene. Lê nêrînên xwe eşkere nakin. Çarenûsa Ocalan û çarenûsa gelê kurd bi awayeke xurt bi hev ve girêdayî ye. Ew tune be, çareserî jî nabe. Ez di wê baweriyê de me ku dê Ocalan ji girtîgehê rizgar bibe û di nava gelê xwe de bi awayeke azad bijî.
- Mişteşarê berê yê MÎT'ê Cenat Oneş:
PKK en sedem, encam e. Ev encam jî bi standardên demokrasî ya Tirkiyeyê ve girêdayi ye.
Di vê serdema çareseriyê de peywireke girîng dikeve ser milên siyaseta kurd.
PKK tevgereke siyasî ya girîng e. Ev yek berpirsiyariyeke girantir dixe ser milê wê.
Parêzer Ozgur Sevgi Goral:
Heta niha 41 Komîsyonên Heqîqetê yên fermî hatine avakirin. Tiştên pêdiviya me pê heye ne azadî ye, gelek tiştên ku em ji hev hîn bibinin e.
Piştî avakirina Komîsyonên Heqîqetê demek dirêjtir rêxistinên mafên mirovan ku zêdetir amade ne û komîsyon lazim in. Fikra min ew e ku peyva terora ku dewletê kiriye girîng e. Li Arjantînê li ser peykeran û abîdeyan dinivîse li vê derê dewletê teror pêk anî.
Parêzvana Mafên Mirovan Eren Keskin:
PKK zarokên gelê li Kurdistanê dijî. Dema hiqûqek cihê li ser Kurdistanê dihat meşandin PKK tune bû. PKK di encama înkar û îmhaya vî welatî de derket holê. Vê yekê her kes dizane.


