Demhat Dêrikî
Pêşek
Werger wekî pêdiviyeke girîng ku mirovayetî ji xwe re bingeh girtiye di navbera du zimanê cihê de, di cîhana zimanan de bûye rêgezeke têgihiştinê. Bê guman werger; perwerdeke, dibistaneke û xudan rêbazên cihê cihê ye di zanista ziman de. Lê dîroka wergerê kevin e, ew digihê qonaxên berî peydabûna zimanê nivîskî. Ji dema derketina pir zimanan, werger jî di jiyana mirovan de wekî pêdiviyeke lezgîn derket. Ev yek jî bi fêrbûna kesan ji zimanên din re xuyabû. Qonax bi qonax werger teşeya xwe ya zanistî girt û yên ku di vî karî de kar kirin ku ji wan re gotin wergêr bûne xudanên hindek taybetmendiyan. Kar û bizavên wergerê jî pirtûkxanên miletan dewlend kirin. Bi riya vî karî, miletan; çand, huner, wêje, dîrok, floklor, ol, dîtin û jiyna hev naskirin.
Dîroka wergerê
Dîroka wergerê bi dîroka pir zimanan ve girêdayî ye. Ji dema pir ziman çêbûn û komên xelkê, êl û qabîlên despêkê bi ser hev ve bûn, werger jî derbasî nava wan bû da ku karibin bikevin têkiliyê, ji hev têbigihêjin û peymana di navbera hev de girêbidin. Anko, ji dema mirov xwe naskir, têgihîşt, derbasî qonaxa zanînê bû û zimanê cihê cihê derketin, werger û pêdiviya wergerê jî derket. Heger tê gotin û em bêjin nivîs berî pênc hezar sal despêkiriye, wê demê wergera devikî berî pênc hezar sal e û dibe ku dîroka xwe diçê heta heşt-deh hezar sal berî zayînê. Destnîşana van mijûyan jî, meretona bi hezarê salan ya dîroka pêşketina mirovayetiyê ye. Nexwe werger dibe du beş: 1. Wergera devikî 2. Wergera nivîskî. Ev her du beş her yek ji wan xudan merc û qonaxekê ye û her yek ji wan xudan komek pirsgirêk e. Her yek ji wan teknîk û arîşên xwe cudane.
Lê pêşketina wergerê di dîrokê de (qonaxên despêkê ), piranî bi riya olan çêbûye. Ji bo endamên olan û nivîskar û hişmendên wan da ku karibin cîhana ola xwe bi xelkê bidin naskirin û wan bikin bin bandore raman û dîtinên xwe, destavêtine karê wergerê û berhemên olî ji zimanê xwe wergirandina zimanên din. Bi taybetî ev kar Dêr pê radibûn. Nimûneyên wergerê di dîroka Yewnana kevin û Misrê de pir in. Lê di qonaxa qirinê dehan de Bexda bû cihekî girîng û heta dikarim bêjim ku bû navenda wergerê. Gelek berhem ji Yewnanî kirin zimanê erebî û ji van wergeran zanyar û nivîskarên ereb pir mifa jê dîtin. Paşê, ji erebî gelek berhem kirin latînî û yek ji van welatan Spanya ye. Dema li sala 1450'yan çapxana peyda bû, lez û bez kete karê wergerê. Di qirinê nozdehan de û piştî şoreşa pêşeyî, karê wergerê kûrtir bû, berferhtir bû û ev kar bêhtir bi zanistî hate kirin. Lê, piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, werger û karê wergerê derbasî qonaxeke nû bû ku ev qonax ji hemû qonaxên din delemendtir bû.
Taybetmendiyên wergêr
Ew kesê ku berhemekê, bûyerekê, daxuyaniyekê, yan nûçeyekê (çi devikî û çi nivîskî) ji zimanekî din bike zimanekî din, yan derbasî zimanekî din bike (nimûne: Kurdî bike îngilîzî, îngilîzî bike kurdî û hwd… ) û ew pisporê vî karî be û bi pisporê karê xwe bike, jêre dibêjin wergêr. Lê, divê wergêr xudan taybetmendiyên karê xwe be û pêdiviye ev xislet li cem hebin:
1- Divê li cem wî/wê (wergêr) çand û hunera her du zimana hebe. Pêwîste pêzanîn li ser dîrok û jiyana her du miletan hebin.
2- Divê beşê ku tê de wergerê dike bijîşk û pispor be
3- Divê di karê xwe de hişmend be û hiş xurt be, di têgihiştinê de sivik be
4- Divê di teknîka wergerê de kûr be, zana û pispor be
5- Divê di her du zimana de desthilatdar be
Kurd û werger
Dîroka miletê kurd di mijara wergerê û wergêr de pir lawaz e. Di vî warî de kurd hejar in. Ev lawazbûn û hejarî bi dîroka miletê kurd a bindestî, talan û komkujiyên siyaseta sor û sipî ve girêdayî ye. Ger li serdemên kevin di vî warî de hindek pêngav hatibin avêtin jî, ew ji aliyê dijminên wan ve hatine sotin! Pir sedemên siyasî, olî û ramanî hene ku pirtûkxana kurdan vale hiştine. Lê, ew demek bû û em pir cara egerên wan deman tînin ziman. Ez dixwazim li ser rewşa îro rawestim û ka em rewşa wergerê di roja îro de bibînin bê ka di çi astê de ye.
Bi taybetî dixwazim li ser başûrê Kurdistanê bisekinim, ji ber ku îro başûrê Kurdsitanê nîv dewleteke û pir derfet li vir hene ku karek bi rêk û pêk bê kirin di warê wergerê de. Li herêma soran û behdînan piranî di aliyê filmên ku li ser kanalên kurdî tên pêşkêşkirin, di wergera nivîskî de hindek gav tên avêtin, li mixabin her pît dîsa bi erebîne, wergera devkî jî berhem bi tiliyan tên jimartin û ev werger bi zaraveyên soranî û bi kurmanciya devoka behdînan ve sînorkirî maye, anko bi mîloyan kurdên parçeyên din ê Kurdistanê başe baş mifayê ji van berheman nabînin (ev jî girêdayî pirsgirêkên me yê ziman in). Di wergera çend pirtûkan de jî, her rewş ev e. Ya kembaxtir û aloztir piraniya van berheman ji wergera wergerê hatine wergerandin bo zimanê kurdî. Gelek nivîskarên bakurê Kurdistanê berheminan ji tirkî wergdigerînin kurdî, lê koka van berheman ya îngilîzî ne, yan almanî ne, yan rûsî ne yan jî fransî ne. Mebest li vir ew e ku berhem yekser ji koka xwe, ji zimanê xwe bê wergerandin zimanê kurdî. Dema werger ji wergerê bê kirin pir arîşe derdikevin, wekî pir caran hevok tam nayê, peyv ji wateya xwe derdikevin, ew çêja xwendinê ya balkêş namîne, hindek têgeh berevajî dibin û xwendevan ji têgihîştineke rast dûr dikeve. Demek li ber çav e ku em kurd di wergerê de pir lewaz in û heta em girîngiyeke zêde nadin wergerê. Lê ev şaştiyeke mezin e, miletan bi wergera berheman pirtûxanên xwe dewlemendkirine, zimanê xwe zindî kirine û pêşxistine. Îro wekî derfet û merc li herêma kurdistanê hene li tu parçên din ên Kurdistanê nîn in, lewma divê hukumeta Kurdistanê vî karî di nava hindek nivîskaran de derxe pêş û kadro û xebatkarên vî karî ava bike. Lê, divê neyê jibîrkirin ku wergerên bên kirin ji jêdera zimanê berheman bi xwe be û ev werger xizmeta parçeyên din ê Kurdistanê bike. Anko, bila werger biçûk neyê dîtin, neyê piştguhavêtin, neyê jibîrikirin û hukumeta Kurdistanê dezgehekê ji bo vî karî ava bike û ev dezgeh di bin çavdêriya kesên pisporê vî karî de xebata xwe bi rêvebibe û bila ev kar parçên din ê Kurdistanê di hembêza xwe de hilgirê. Ji ber ku pêdiviya miletê kurd bi pêngaveke wisa heye.


