Erda Kurdistanê ya berhemdar, lê tijî bi êş û jan, bi hezaran salan e bûye warê mîraseke dewlemend. Vê axê, janên xwe bi şahî û bi berxwedaneke nepen ve hûnandiye û hêviya gel di nava stran û kilaman de parastiye. Ev erdnîgariya xwedî dîroka kevnar, bi çîrokên xwe yên kûr, hêza xwe ji peyvên şêrîn, awazên dilşewat û birînên herî giran digire.
Di nava vê mîrata bêhempa de, çar hunermendên taybet derdikevin pêş; dengbêjên kor. Ewên ku ne bi çavên serê xwe, lê bi çavên rihê xwe roniya cîhanê dibînin. Ew tarîtiyê vediguherînin ronahiyê, janê dikin rîtm û êşê jî dikin sirûdeke neteweyî ya bêdawî.
Elîyê Qerejdaxî (Ali Sanal) ji Amedê, Hafiz Şêxmûs (Şeyhmus Bakiş) û Fadilê Kufragî (Fadil Dagli) ji Mardînê û Abdulkadir Kizilkaya jî ji Culemergê ye… Ev hunermend bi dengên xwe yên efsûnî û bi awazên erbane û bilûrê, me vedixwînin rêwîtiyeke kûr a li pey ronahiya hundirîn.
Qedera van çar hostayan bi windahiyeke trajîk dest pê dike, lê bi zayîneke hunerî ya bêhempa berdewam dike. Di temenê zarokatiyê de ronahiya çavên xwe winda kirine, lê deng û muzîkê wekî ronahiyeke hemdemî hembêz kirine. Ji bo wan, tarîtî ne asteng e, asoyeke bêdawî ya cîhana hundirîn e; ronahî di destên wan de dibe ritma erbaneyê, dengê bilûrê û awaza gotinan. Her yek ji wan xwedî çîrokeke bêhempa ye, bi çanda erdnîgariya xwe ve girêdayî ku pireke hunerî ava dikin; ji çiyayê Qerejdaxê heta deşta dûz ya Mêrdînê û ji sohbetên germ ên li odeyên çiyayên Culemergê dirêj dibe.
Elîyê Qerejdaxî, li Amedê ji dayik bûye, li Çiyayê Qerejdaxê bi dengê bilûra xwe hebûna xwe daye der. Di du saliya xwe de, ji ber nexweşiyeke bêçare çavên wî kor dibin; malbat bilûrekê dide destê wî da ku dilê wî aram bike. Ev bilûr zû dibe hevalê wî yê herî sadiq. Dema li çiyayan pez diçêrand, lêdida û hêdî hêdî bi kevneşopiya dengbêjiyê re bû yek. Dengê dilşewat ê bilûra wî bi bayê çiyayan re reqisî; stranên wî li ser kevirên Qerejdaxê hatin neqişandin, di kolan û newalên wê de bêdawî bûn.
Hafiz Şêxmûs jî di yek saliya xwe de rastî heman tarîtiyê tê. Zarokatiya wî li konê derwêşan ê mekanê Sultan Şêxmûs derbas dibe. Rîtmên erbane yên li wir dibihîze, di rehên rihê wî de olan didin û wî dikin hostayekî bêhempa. Lêdana erbaneya wî, bi xwendina qesîdeyan re, tarîtiyê ber bi esmanên ronî ve bilind dike. Dibe dengê miriyan, rêya heqîqeta rûnahî nîşan dide; di atmosfera hafiztiya xwe de, bi lêdana dilê jiyanê re dibe ronahiya herî bi hêz û bi qesîdeya “Can can tu canî” berz dike.
Fadilê Kufragî, di çil rojiya xwe de, ji ber rûnê germ ê ku li çavên wî hatiye kirin, ronahiyê winda dike û di tarîtiyeke kûr de dimîne. Lê bavê wî dibe çiraya wî; destê wî digire, dibe dîwanên gund û li wir guh didin dengbêjên mezin. Fadil hêdî hêdî dîroka ronî bi çavên tarî dihûne, dike deng û awaz. Bi vî awayî, dibe parêzvanê bîranînên dîrokeke winda; bendên tarîtiyê diçirîne, destanên kevnar û çîrokên jibîrkirî ji nû ve zindî dike.
Abdulkadir Kizilkaya jî, ji dilê çiyayên Culemergê wekî şitlekê riwekê çavê xwe ji cîhanê re vedike, lê di heşt saliya xwe de ji ber nexweşiyeke nediyar ronahiyê winda dike. Ji Bexdayê heta Tehranê bavê wî li dermanê ronahiyê digere, lê bêfêde ye. Zarokatiya wî di dîwanên mîr û begên gund de derbas dibe; li wir bi dengbêjan re fêrî stranên kûr ên wêjeya devkî dibe. Ev dibe pireke wî ya ronahiyê; dengê wî tarîtiyê diçirîne, digihîne dilên herî tarî û janbar.
Ji bo van çar hostayan, dengbêjî, lêdana erbane û bilûrê ne tenê huner e, dibe bendergeheke ku cîhana wan ji nû ve ava dike û ber bi ronahiyê ve dibe. Ronahiya di tarîtiyê de dibiriqe di awazên wan de; êşa wan dibe nota, tenêtiya wan dibe rîtmek bêdawî. Dengê wan mîrateya devkî ya çandê diparêze, dab û nêrît, ziman û hebûna jiyanî dom dike. Ew “rêwîtiya tarî” ya zarokatiyê vediguherînin ronahiyeke civakî; mîraseke hunerî ku paşeroj û pêşerojê girê dide, nifşan bi hev ve digihîne.
Bi vî awayî, ji bo me yên ku bi çavên wan ronahiyê dibînin, ew dibin bîra tarîtiya nedîtî û rêberê ronahiya me. Dengê bilûrê, erbane û awaza wan di guhên me de olan didin, fêrî me dikin ku dîtina rastîn ne di çavan de, lê di ruh de ye. Û ev rih, bi dengê wan ê bêdawî, her û her dê bijî û ronahiyê belav bike.