Ahmet DERE
Ji meha avrêlê û vir ve li Kurdistan û Tirkiyê grevên birçîbûne hene. Bi taybetî di zîndanan de heman çalakî dorfireh bûye.
Ji 1’ê adarê vir ve li Ewropayê jî heman çalakî hatiye destpêkirin. Çalakiya herî mezin li Strasbourgê ye. 15 kes ji destpêka heman çalakiyê ve di grevê de ne, her 5 rojan carekê jî bi dehan kes, ji cur be cur welatên Ewropayê, tên Strasbourgê û dikevin heman greva birçîbûnê. Heya niha nêzê 300 kes hatine vî bajarî û ketine vê greva birçîbûnê. Di heman demê de li cur bi cur welatên Ewropayê jî, bi giranî di komeleyan de, bi hejmarekê mezin çalakiyên greva birçîbûnê çê bûne. Li hin deran hê jî dewam dikin.
Grevên birçîbûnê cureyekê çalakiyên herî pasîf û demokratîk e. Lê belê li Ewropayê ji aliyê hin derdoran ve heman çalakî wekî auto-torture (Îşkenceya xwe bixwe) tê dîtin. Lewre, bi taybetî ji salên 2000’î vir ve ji çalakiyên grevên birçîbûnê re zêde alîkarî nayê dîtin.
Li gorî çalakvanên li Strasbourgê armanca sereke ya vê greva birçîbûnê ev e; divê rayedarên tirk destûrê bidin parêzerên birêz Ocalan da ku ew bikaribin pê re hevdîtinan pêk bînin û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi birêz Ocalan re guftugo bên çê kirin (Di nava rêzedaxwazên heman çalakvanan de azadiya hemû girtiyên siyasî jî heye).
Wekî tê zanîn Strasbourg bajarekê navendî yê Yekîtiya Ewropayê û yê Konseya Ewropayê ye. Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê û beşê wê CPT (Komîteya Li Dijî Îşkenceyê) li heman bajarî ye. Armanca pêkanîna vê greva birçîbûnê li vî bajarî hebûna navenda van saziyên navneteweyî ye. Lê mixabin, digel ku ev bû mehek û nîv heman çalakî didome û tenduristiya hin çalakvanan ketiye rewşekê xeter, hê jî nêzîkatiyekê layîq ji aliyê saziyên Yekîtiya Ewropayê û her wiha ji aliyê CPT’ê ve nehatiye raber kirin.
Di nava van 45 rojan de çend caran parlementerên ewropî, nûnerên rêxistinên civakî yên herêma Strasbourgê û rayedarên şaredariya bajêr hatine serdaniya çalakiyê. Ev serdanî tenê di çarçoveya rêzdariyê de mane, heya niha gavekê bi bandor nehatiye avêtin. Wisa diyar e ku wê heman nêzîkatî dewam bike.
Di derbarê vê greva birçîbûnê de min ji cur bi cur derdorên van saziyên li Strasbourgê agahî xwest. Bi kurtayî rayedarên ewropî wiha dibêjin: “Di derbarê hevdîtinên parêzeran û birêz Ocalan de em nikarin tiştekê bikin. Dewleta tirk hemû kiryaran li gorî qanûnên xwe dike. Saziyên ewropî nikarin destê xwe dirêjî pirsgirêkên navxweyî yên Tirkiyê bikin.”
Bêguman ev nêzîkatiyekê parazvanî ye. Di derbarê kurdan de ewropî herdem heman tiştan dibêjin. Lê belê dema ku mijar dibe pirsgirêka azadiya olî û her wiha ya Kibrisê nêzîkatiya ewropiyan cuda ye. Tenê di derbarê kurdan de ewropî naxwazin xwe tevlî pirsgrêkên “navxweyî” yên Tirkiyê bikin. Divê ev jî wekî durûtiya ewropiyan were dîtin.
Li gorî zanabûna min, divê helwesta ewropiyan di destpêkê de hatiba nirxandin û armanca vê çalakiyê baştir û bi awayekê realîst hatiba tespît kirin. Carna, digel çalakiyên pir lewend jî, hin daxwaz nayên qebûl kirin. Çalakiya ku daxwaza wî neyê qebûl kirin bandorekê neyênî çê dike. Ez hêvîdar im çalakiya li Strasbourgê bi encamekê neyênî dawî nebe û bi taybetî keda lewend ya 15 çalakvanan vala neçe.
Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin/ 09.04.2012


