Zêrr
zerbûna xwe biriye ji xwe re, çiyayê qaf kiriye mala xwe
Zer
bûye çîroka însên a ji kitêba xwe weşiyayî
ba nikare wê hilkişîne wir
perikên Sîmir weşiyane ji bazikên bê
Enîşkên min girêkên masê ne, mase nikare bireve.
Di sînga bê re derbas dibin tilîkên min, li deşta vî rûpelî
loma zer in çîrokên bêkitêb
loma payiz in kitêbên bêçîrok
û xwende marûzî kitêbên vala dibin
di rojeva medyaya lastîkî ya civakî de
Loma her sibeh kevir min dikin guhdarê van gazinên xwendeyan:
Ev kitêbên qetiyayî populertir in ji memikên wê jinika strîptîzcî, di vê rojeva naylonî de.
Zêr zerbûna xwe stendiye ji van sikakên payîzê yên hew qelem lê dimeşin û dagirkeriya ûjdanê nivîskaran lê dixêzînin – ji bo qerekter heta bi heta qurbaniyên teqez bin, wekî kevirên dîwarên tirban pê tên çêkirin.
xwîna zemên diniqite ji devê qeleman
kurmikên birçî jî diniqitin navika wan
Loma ye çîrokên şikestî dibêjin, Her qelemek dareke kurmî ye li sikakên zer ên kitêbên serdema xwe.
Loma ye gotinên çîrokên şikestî netemambûyî ne û nikarin bibin keskbûneke temambûyî ji vê daristana zer re.
Ûjdanê nivîskaran lingekî mezin e
Pê li axa kîjan quncika metna xwe dike
Ne kevir şîn tên li wê, ne daristan dimeşin ber bi xwe ve.
Kitêb ji gotinan çêdibin û dibin tirba gotinan
kitêbên bi serdema xwe re dijîn bi serdema xwe diçin
kurmik pêşî qelemê dixwin paşê jî gotinan
birçîbûn bi serdema nû re tê û dibe şahînşah
Kitêbên bi serdema xwe re dimirin, gişkan ji kitêbxaneya xwe derdixim kitêbxaneya min şîn dibe, wan dibim diavêjim nava axa hewşê ax hişk dibe.
Serdem tê, demsalên hişkbûyî bi xwe re dibe wê nebûna ez jê hatime û hewşa min ji nû ve şîn dibe, wekî kitêbxaneya min.
Min kitêbên hişkbûyî ji kitêbxaneya xwe derxist şûn de, refik tijî bûn bi valabûna şîn.
Serdem diçe, tenê zane biçe, dişibe hemû çûyînan pişta wê. Li çûyînê, xem û tirsa nivîskarên serdema xwe jî kêr in di nava milên wê de. Roja “hemû” bû “herkes” û metin ji bo famkirina herkesî hatin nivîsîn, qedera vê wehşetê hat mohrkirin li nav milên serdemê. Hîn jî xwîna serdemê zer zer diherike ji mohra li nava milên wê – serdem dibe dareke ava wê jê xeyidî û pelên wê weşiyayî.
Ba nikare serdemê hilgire û bifire hilkişe çiyayê Qaf. Perîkên Sîmir ji bazikên bê weşiyane. Ba betiliye li sikakên deşta zer. Zer ji rengê xwe vala dibe, ji xwe diherike ber bi nebûna xwe ve. Hişkbûn darek e li ber serê bayê betilî. Kurmik jî nizanin bi zikê birçî bijîn li vê zerbûna ji rengê xwe valabûyî. Birçîbûn ne sûcê kurmikan e, ji însanan fêr bûne.


