Cizîra Botan di meseleya zimên de sembol e. Asta bikaranîna kurdî ya li wir rewşa serdest a zimên a li bajarên din jî diyar dike.
Cizîr di warê zimên de êdî serdemeke nû dijî. Navê wê jî serdema piştî xendekan e. Li kolanên Cizîrê bi çavê berê li kurdî nayê nêrîn. Kurdî hêdî hêdî dibe zimanê ragihandinê yê di navbera pîr û navseran de.
Pêşiya xendekan ji bilî îstisnayan zimanê mal û bazarê bi kurdî bû. Lê di vê heyama nû de, yanî ji serdema piştî xendekan û pê ve rewş berevajî bûye.
Tirkî di nava nifşê nû de bûye mode û li bazarê bûye zimanê ragihandinê. Kurdî heye, her kes pê dizane lê bi çavekî kêm lê tê nêrîn. Qedir û qîmeta wê ji çav ketiye. Xelkê bi xwe daye qebûlkirin ku kurdî dikare belayê bîne serê mirov, dikare ji pêşeroja zarokan re bibe kelem û di warê bazirganiyê de jî tu fêde pê nabe.
Çavdêriya ku min van rojan li Cizîrê kirî ecêbmayî hiştim. Helbet li benda kêmbûna bikaranîna kurdî bûm lê ne li hêviya erezyoneke bi vî rengî bûm; Li nava hejmareke gelekî bilind a malbatan êdî dê û bav bi hev re kurdî lê bi zarokên xwe yên biçûk re tirkî diaxivin. Malbatên din jî hêdî hêdî çav li wan dikin. Bapîr û pîrik bi neviyên xwe re bi tirkiyeke perçiqî diaxivin. Xal, metik, dost û nasên malbatan jî xwe mecbûr dibînin bi wan zarokan re tirkî biaxivin. Wekî ku peymanek di navbera hemû aliyan de hebe û li gor wê peymanê her kes xwe mecbûr dibîne bi zarokan re bi tirkî biaxivin.
Zimanê nû yê bazarê yê Cizîrê gelekî balkêş e. Heke xelk te nas neke, tu êdî biçî kîjan cihî, tu bi tirkî tê pêşwazîkirin. Wekî ku hemû rûyên nû xwedî potansiyela axaftina tirkî bin û ji wê yekê her kes xwe mecbûr dibîne bi tirkî bi rûyên xerîb re biaxave.
Rewşa herî sosret jî li cihên xizmeta giştî û ya bazirganî yên ji raya giştî re vekirîne. Mînak tu diçî çayxaneyên li parka Cizîrê ya li kêleka Çemê Dîcleyê, tu bi kurdî çi bixwazî û çi pirsê jî bikî, bersiva karkerên li wir bi tirkî ye. Wekî ku karker ji hêla xwediyên kar ve hatibin tembihkirin û mecbûr bin bi tirkî biaxivin.
Li piraniya daîreyên fermî û li cihên xizmetî rewş ji wan deran ne zêde cuda ye.
Ne tenê ew, êdî mirov li dikanan, li çayxaneyan, li berberan û ji erebeyên ciwan diajon dengê muzîka tirkî û bi taybetî şêweyê arabeskî dibihîze.
Ji hêla din ve êdî mirov di mal de, li derve, li kolanan û li parkan pêrgî nifşekê ku tenê bi tirkî bi hev re diaxivin tê; Xwişk bi bira re, yar bi yarê re, heval bi heval re…
Gelekî balkêş e ku kesên zanîngeh xwendine, kurdiya wan a bi devkî gelekî baş e û berê ji ber îdelaên xwe yên kurdewarî xwe fêrî xwendin û nivîsandina bi kurdî kirine, êdî bi tirkî radibin û rûdinin.
Helbet dibe gelek kes bibêjin heke rewşa zimên li bajarê Celadet Alî, Mihemed Arif û Şêx Ehmed ev be, gelo naxwe rewşa li bajarên dî çawa ye…
Divê were gotin, rewşa Cizîrê bi vî halî jî ji ya bajarên wekî Amedê gelekî baştir e lê belê heke ev yek wekî başî were hesibandin…
Tişta ji hemûyî xerabtir jî ew e ku ne ya niha di nava xelkê de ber bi çav û ne jî siyasiyên kurdan hêviyê didin mirov ku wê rewş baştir bibe. Beravajî wê, ya dixuyê ew e ku wê kurdî roj bi roj bi hevkariyeke xwezayî ya xelkên halxweş, ya kesên xwende, ya mirovên ji rêzê, ya siyasetvanan û ya bazirganan roj bi roj ji kolanên Cizîrê kêmtir bibe.


