Ez ê îro ne tu helbestan bêjim ne jî çîrokan. Gotinên min îro wê ji helbestan bêhtir hest bin. Ez naxwazim behsa te yan behsa xwe, jê bêhtir dixwazim behsa wê xaçirêka di navbera xwe û te de bikim. Wisa jî ev hestên herikî ji zanînê bêhtir xwe dispêrin nezanînê.
Min nizanîbû
Gava em li Amûdê çêbûn, tu berî min bi duwazdeh salan jidayik bû. Ez zû mezin bûm û tu jî wekî xwe ciwan mayî. Me dît ew duwazdeh salên di navbera me de mîna duwazdeh rojan in. Wisa mîna du ciwanan em bûn heval. Te helbest nivîsandin û min çîrok. Di şevên wêjeyî yên di jêrzemînan de, me bi zimanê xwe yê qedexe çêdikirin, wê hevaltiyê şax da. Min go qey emê wilo bi hev re mezin bibin û jiyana xwe ya siberojê li ser eynî axê û li bin eynî ezmanî derbas bikin.
Min nizanîbû,
erda bin lingên me, em mirovên bê dewlet, dê herdem biheje. Ezmanê ser me wê herdem bi balindeyên reş yên êşê tije be û her yek ji me “wekî noka tu li kevir xî”, wê bi deverekê de bipengize.
Para te bû berfa Swêdê û ez mam pasvanê girê Şermola yê herifî. Dostê mirî û dînên Amûdê.
Min nizanîbû
Emê bibin hevalên hev yên penaberiyê jî. Baş tê bîra min, te ji min re digot, heta tu karibî neyê vir. Li wir bimîne, li Amûdê bimîne, ezê bêm cem te. Min dipirsî çima, çi li wir heye? Her gav bersiva te ev bû:
- Ji bilî çixarekişandinê û qehwa tal û mirinê, tiştek li vir tune ye.
Min nizanîbû
Wê rewş rê nede, tu yê neyê cem min û ne jî wê rê bide ez li wir bimînim. Gava ez giham cem te û şûşeyên rihê min yeko yeko şikestin. Min xwe daqulkir, da piçik û pariyê qizêzan ji erdê bidim hev. Di wan kêlîkan de ez têgihîştim bê te çima ji min re digot, li wir bimîne.

Min nizanîbû
Dema mirov ji neçarî dibe penaber û tê welatekî nû, bi çavekî tê û çavê din li şûna xwe dihêle. Bi guhekî tê û guhê din li şûna xwe ji bîr dike. Wiha jî bi lingekekî tê û lingê din bendewarê vegerê dimîne. Wisa jî nîvê din ê jiyana xwe bi avdana şitlên bêrîkirinê diqedîne.
Min nizanîbû
Em ê bibin hevalên hev yên siyasetê jî. Mîna mirov pêkenokên kevin bibêje te ji min re behsa xewnên ciwaniya xwe yên siyasetê dikir. Te behsa vê partiyê, min jî ji te re behsa wê partiyê dikir. Lê me partî û siyaset û her tişt bi wêjeyê guhertibû. Tu bi honandina guliyên kurmanciyê daketibû û ew dikirin helbest, ez jî bi miriyên xwe yên ranazin û bi mêrên ku li welatê me avis dibûn, daketibûm.
Min nizanîbû
Gava rojên mîna duwazdehê Adara 2004’ê tên û berî wê û piştî wê gava guleyên qedereke reş li ber deriyê me xwîna mirovên me dirijînin, wê ne nîvisandina helbestê, ne ya çîrok û romanan ewê nikaribe ne bêhna min û ne jî bêhna te derxîne. Ji ber vê divabû di qada wêjeyê de ne yek li vir û yek li dera dîtir, lê belê hemû bi hev re û em bi awayekî komî tevbigerin. Banga xwînê bû sedema avakirina HRRK’ê (Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê) li Sandvîkena Swêdê.
Min nizanîbû
Wê rojek bê û tuyê di darbestê de bibî mêvanê navenda HRRK’ya ku te bi xwe li Qamişlo ava kiribû. Min nizanibû temen wisa kin e û xewna jiyanê mîna birûskekê tê û wisa jî bi lez û bez diçe.
Min nizanîbû
Maka her tiştî reşayî ye, mirin e. Jiyan tenê ew stêrka li ezman dixurice. Ew tîrêja ji ronahiyê ya bi lez û bez zikê reşayiyê diqelişîne û wekî ji nişkê ve tê, wisa ji nişkê ve jî diçe.
Min nizanîbû
Çiqasî kêfa te ji her kesî re bê, tu ji hemû al û sembolên xelkê xwe hez bikî û tu hemûyan bi hev re bikî kulmeke agir û di kûrahiya dilê xwe yê mezin de veşêrî, dîsa jî wê hinek hebin, nexasim ewên bejinkin ên di jiyana te de destên wan nedigihîşt bilindahiya serê te. Piştî çûna te kêrên xwe tûj kirin û dixwestin di pişta navê te de lêxin. Dixwestin te bikin yê komekê ne yê miletekî, yê gundekî û ne yê welatekî.
Min nizanîbû
Ji her miletî bêhtir kurd li hember hev dijwar, sert, xedar, bêbext û bêwijdan in. Wisa jî li hember xelkên din nefisbiçûk, mutewazî, bi edeb û hêmin û hürmetkâr in.
Min nizanîbû
Evên dibêjin kurd ne kurdên berê ne bi xwe dikenin. Ji nişkê ve min dît mîna berê em pişta xwe didin kîjan dîwarî, di şeveke bêdeng de bi ser me de dikeve. Em dostaniyê bi roj bi kê re dikin, bi şev radizên, roja din serê sibehê em kêra wî di pişta xwe de dibînin.
Min nizanîbû
Çîrokên têkçûnên ji ber xiyanetê û yên trajediyên ji ber bêkesî û belengaziyê, wekî ku bav û kalên me ji me re digotin, emê jî navan biguherin û eynî çîrokên xemgîn ji zarok û neviyên xwe re bibêjin.
Min nizanîbû
Çîroka mana me ya bê dewlet û çîroka êşa me ya giran ya piştê, wê her û her dewam bike û kî bixwaze derbekê li zikê me bixe, emê her û her bêjin: Aaax pişta min.
Min nizanîbû
Piştî bi hezarên şehîdan, bi hezarên birîndaran, bi sedhezarên penaber û mişextiyan, dîsa jî emê nebin dewlet û emê li ser xaka xwe necivin. Dîsa jî her yek ji me wê li welatekî biyanî bimre, tu li Swêd, ez li Almanya, yê din li Belçîka û Holanda û yê dîtir li Australya û Kanada.
Min nizanî bû Şêxê min,
Ku ev jiyana min û te ya wêjeyî li Rojava mîna balindeyekî ye, ez baskek û tu jî baskê din. Tu baskê min bû hevalo. Di 10’ê adara 2026’ê de baskekî min şikest û dil nema dikare ne bi helbestan, ne jî bi roman û çîrokan re bifire.

Min nizanîbû
Emê rojekê ji rojan wisa ji nişkê ve mezin bibin û bibin yên mirinê.
Min nizanîbû
Bêrîkirina piştî mirinê kaniya sereke ya xemgîniyeke bê nav e.
Min dizanî bû
Mirin rastiya bi tenê ya jiyanê ye. Ji ber vê, em ê heta mirinê bêriya te û kurmanciya te bikin.
Oxir be “Riho”. Li benda me be, vaye em bi rê de ne, dûr neçe, em jî tên.



