Di dilê sedsala bîstan de ku agir û hesin lê serdest bûn û Şerê Cîhanî, totalîtarîzm û dagirkeriyên nûjen li seranserê rûyê erdê belav bûbûn, 'Wêjeya Kurdî' yek ji damarên herî bi êş lê jîndar xwe ji nû ve kifş kir; stûnên nû danî û kir wêjeya berxwedan, şoreş, dîaspora û zindanê.
Ev ne tenê cureyeke edebî ye; ew belgeya dîrokî ya têkoşîna hebûn û nebûnê ye, şahidnameya gelê ku her roj, di navbera jiyan û mirinê de, biryara xwe ya herî mezin dide; bi zimanê xwe berdewamkirina jiyanek bi rûmet e.
Berxwedan, di koka xwe ya kûr de, ne tenê rawestandina li hemberî zordariyê ye. Ew xwîn û hibrê bi hev re distirê; ew agirê ku di nav janekê de dişewite û ronahiyeke germ dide rêya azadiyê. Wêjeya berxwedanê ne vegotineke statîk e; ew bang û dengekî şoreşgerî ye ku di dilê xwendevan de lehengî, fedakarî, azadî û hêviya pêşerojekê wekî daristaneke kevnare ya çiyayên Kurdistanê diçîne. Ew bi taybetî dagirkeriya hiş, bîr û nasnameyê dike armanc. Li dijî teslîmiyetê, li dijî tirsê, li dijî bêdengiya ku wekî xelekek e sar û giran di hişê de mirov vedihese, bi hemû hêza xwe radibe û bi tîpan li berxwe dide.
Di çarçoveya edebiyata gelên bindest û kolonîbûyî de, ev wêje bi pîvanên klasîk ên rojavayî nayê ristandin. Ew xwedî estetîkeke cuda ye; estetîkeke ku ji nav pergala zilmê, ji nav agirê zindanên tarî, ji nav xwîna şehîdan û ji nav hêstirên çavên dayikên li ber deriyên zindanan xwe daye der. Li hemberî estetîka sitemkarî, kedxwariyê û bedewiya vala ya hunera serdestiyê, ew estetîka têkoşîna rizgariyê bi temamî, ya ku hem can û hem jî rih azad dike, radixe ber çavan. Peyv di destê nivîskarê/a kurd de dibe çekeke herî bi hêz û mayînde; ne ji hesin û pola ye, lê ji agirê dil, ji bîra civakî û ji hêrsa gel tê avakirin. Her helbest, her roman, her çîrok, her bîranîn û her cureyên din, redkirineke eşkere ya li hember bêdengiyê ye; bangewaziyeke eşkere ya serhildanê ye.
Ji dawiya salên 1970'yan û bi taybetî ji salên 1992'yan û vir ve, nivîskarên kurd -yên ku di zindanan, di sirgûnên dûr û sar, li serê çiyan û li welat di bin gefa mirinê ya her demî de nivîsandine- ev hewldan kirine hunerek, kirine manîfestoyek zindî û wekî çekek e rojane bikar anîne. Hat fêmkirin ku nivîsandin bi xwe çalakiyeke berxwedanê ye. Her rêzek ku li ser kaxezeke qirêj an jî li ser dîwarên zindanê hatin xêzkirin, bingeha welatekî ku wêjeya kurdî di nav nexşeya cîhanî de cih bigire, datîne.
Wêjeya berxwedanê ya kurdî, di heman demê de, parastina bîra civakê ye. Dagirker dikare navên gund û bajaran biguherîne, dîrokê bi awayekî din binivisîne, motîfên dîrokî bi tanq, top û bombeyan bişewitîne an jî bi kendavan bi nav bike û bi her awayî ziman qedexe bike; lê nikare gotina ku di dilê gel, di bîra dayikan, di stranên dapîran de hatiye veşartin jê bibe. Wêje li vir dibe keleheke bêhempa; keleha cih û warên kevnare, keleha çîrok, fabl, destan, stran, klamên zindî ên evînî û serhildanê yên ku di şevên tarî de dihatin vegotin, êşên ku di dilê dayikan û hêviyên ku di çavên zarokên li ser çokên wan mezin bûne. Ev wêje qirkirina bîrê asteng dike û bi dengekî bilind, lê bi zimanê wêjeyî dibêje: “Em hîn dijîn û bi zimanê xwe hene.”
Nivîskarên kurd navên nû li wêjeya berxwedanê danîn: Wêjeya Zindanê, Wêjeya Dîasporayê, Wêjeya Çiyê û Wêjeya Xweser a li Welat. Li van qadan gelek nav jî derketin. Mînak di zindanan de wêjeyek mezin afirî û navên girîng derketin. Fatma Savcî li wir dest bi nivîskariyê kir û gelek helbest û metnên xwe li pişt dîwaran nivîsî, Yaşar Aslan li wir çîrokên xwe lê kirin, Menaf Osman romanên xwe li wir temam kirin, Mizgîn Ronak li wir 30 salan nivîsand. Bi heman awayî nivîskarên wekî Elmo Begarî û gelekên din jî di bin mercên herî zehmet de berhemên girîng dan û vîna berxwedanê ya gelê xwe bi zimanê wêjeyê vejandin.
Li Çiyê, Dîaspora û Welat jî wiha gelek pêşeng û qelemşûrên hêza xwe da ser û kesayetên hêja xwe dan der.
Bi vî awayî, di nav vê wêjeyê de, zindan dibe perestgehek pîroz, sirgûn dibe welatekî duyemîn ê azadiya ramanê, çiya dibe keleha parastinê û welat jî ronahiyeke nû ye ku rêya nifşên nû ronî dike. Peyv li hember guleyan radiweste, carinan jî ji guleyan dûrtir diçe û di dil û hişê ciwanên ku pirtûkên kurdî dixwînin de cih digire. Ji zindan, çiya, sirgûn û welat, li hemberî qirkirina ziman berxwedaneke mezin hatiye afirandin. Roman, helbest, çîrok û nivîsên din bûne hêvî û rêya têkoşîna bêveger.
Bi kinahî, ev stûnên wêjeyê bîra civakê ye ku li hemberî mirinê jiyanê ji nû ve bi awayekî xweşiktir û bi rûmettir diafirîne. Peyva ku bi xwînê hatiye nivîsandin, bêhna difna dawî ya li zindan, li çiya, li sirgûnê û li welat hatiye dayîn, îspat dike ku gotin bi her awayê xwe bi hêz e; peyv ji topan bi bandortir û dirbtir e, mayînde û nemir e ku dîrokê ji nû ve dinivîsîne û nifşan bi gihandina gel hev diguherîne. Bo wê ev stûnên bingehîn ên zimanê kurdî ne.
Ev in stûnên wêjeya berxwedanê.
Wêjeya berxwedanê ya kurdî îro ne tenê dengê welatekî birîndar e; ew sirûda gerdûnî ya her mirovê azadîxwaz e ku li her quncikê cîhanê, li hember zilm, dagirkerî û bêdengiyê radibe, li her qadê dibeze û bi qîrîn bibêje:
Qada têkoşînê û stûnên ziman yek in; azadî ya ramanê ye û ev helwesteke nîştîmanî ya herî bilind e.


