li zemanê mala bavê
keçek xwe dide ber derzîya makînê
û dayikekê didirû ji dengê min re…
Li zemanê dengê min ne tazî, bajaran xwe dane ber siya dîwaran. Bajar dişibin qursikên li bin makîneya cildirû ya ji xêndî min û xwehên min tu kes jê re nabêje, Yadê.
Xwedê jî zane, Siltana ez jê re dibêjim, Yadê, ji hemû Siltanên xwediyên dinyayê wêrektir e, wekî çirûskên roja êşiyayî ya bi şox û şengiya xwe ji pişt çiyayê mezin ê sînga min hiltê.
Loma bêhna şerbetê ji zarokên Siltanên dinyayê tê
yê min tenê ez bêhna şîrê Siltanê didim dinyayê.
Dinya şaş bizîvire
Fediya mezin wekî qisûrekê di çavê ezmên de nemir bibe
çi ji Siltanê re
şixulê Siltanê pir e – bi gêrikên hewşa xwe re dipeyive.
Nivîskarên wasat, bo ji edebiyatvanê xurt hez nekin
çiqas bonkêrên sedeman bin jî
çi ji Siltanê re
Siltanê ne bonkêra zemên e rabe kêlîkên xwe yên hêja bi wasatbûna wan re xerc bike. Bi qasî zarokên sikakên zemên meşxûl e – fikrên qert li ser agirê kuçikê xwe dibirêje.
Di çardaxa vê epîgrafê de, ez jî kuçikekî li tenişta kuçikê Siltanê çêdikim, qelemê diçelpînim, agir lingên xwe di koşka kuçik de radide, sola êgir ji bin lihêfa dinyayê derdikeve û bi qirçeqirç dendikên vala çerez dike.
Dibêjim di guhê êgir de: “Fikrên bê kakil zêde çerez neke, bo rengê te dengê xwe winda neke
Rûpelê êgir dibe valabûneke zer.
Xalekê dikim çav ji kuçik re. Çaydênk didim ser. Du xalên li ser hev datînim ber – hevokeke din li rûpel zêde dikim, agir dibe aramiyeke gur.
seba nikarim helbestan binivîsim
mejiyê entelîjensiya wasat di çaydênk de dikelînim.
Siltanê ji ber kuçik radibe, di zemanê dayiktiyê de li kurê xwe digere û gazî zinarên li pişta Dêrikê dike:
“Looo çiyano, ma we nedî Kovanê min çû kîjan zemanî?”
Ji zemanê vê nivîsê bangî dêya xwe dikim:
“Va ez têm yadê – bêhna te û yara min jî wê bi min re bê. Em ê rûnên li miqabilî hewşê, li ber paceya odeya te, ya dara zeytûnê bûye kilê çavê wê.