Dengên li pey heqîqê bin, tu carî winda nabin, tu wan binax jî bikî, wê di dawiya çîrokê de ew deng bibe kulîlkek, û li çar hawîrdoran belav bibe.
Min jî di zarokatiya xwe de, li dengêke bi vî awayî guhdarî kiribû; lê qederê salekê min nedizanî ew dengê kê bû. Hema min li wî dengî guhdarî dikir.
Ev dengê hanê zarokatiya min dixemiland.
Wekî berê êdî kasetên kurmancî nedihatin veşartin; bêhna axê, û kayê ji wan nedihat; lê gelek kaset bênav bûn. Li ser hin kasetan jî navên stranbêjên tirkî dinivîsandin;l ê kasetên kurmancî bûn. Nav li ser wê kasetê jî tunebû; lê bêhna heqîqetê jê difûriya.
Cardin di bîra min de zarokatî; lîstik, gera li ser sergoyan, çûyîna me a çolê, û gava em diçûn li çolê digeriyan di hişê me de zaroyên çolê. Me her yekî navek jî li xwe dikir; Hogir, Adil, Rûgeş û hwd. Me ew nav ji mezinên xwe bihîstibûn, ew navên zarokên rojê bûn. Jixwe em bi çîrokên zarokên agir mezin dibûn. Me li wê çolê dengê xwe li stranan hênik dikir. Meraqa min li ser kasetan hebû, li ser teyiba hebû.
Wê ew qas sal di navberê de biçûya, min ê cardin berê xwe bida gera kaset û teyibê. Sala ez li Qoserê dijiyam min berî dabû sûkê û li cem yekî ji Qamişloyê teyibek kirîbû, şagirteke min jî kaset firotibûn min. Di nav wan kasetan de cardin ew dengê zarokatiya min. Ew dengê kê bû?
Ez ê berê we bidim wî dengî. Rojekê ji rojan bû, min berê xwe dabû dibistanê; lê hişê min li malê mabû. Xweha min teybek kirîbû, wê ji me re bişanda. Ez dibêm sala 2002'yan bû. Ez li bendî bûm bibe nîvro, û ji dibistanê vegerim malê. Wê mamoste bihata, lê berî ew bê bi çend deqeyan hevalê pola min hatibû li kêleka min rûniştibû, ji çenteyê xwe kasetek derxistibû:
- Min ev kaset di rê de dît, bila ji te re be.
Hevalê min dizanîbû ku di wî temenê zarokatiya xwe de bê çawa pir ji kasetên kurmancî hez dikim; ew kasetên li ber çavên zarokatiya me dihatin veşartin. Geh di bin erdê de geh di bin kayê de. Leşkerên li der û dora gund, li kasetan digeriyan. Erê, bi dilê kêf min ew kaset ji dest wî girtibû. Min digot, bila dersa dawî jî biqede, û ez biçim malê. Mîna fala qereçiyan li hev hatibû.
Ez li malê bûm. Zivistan bû, dêya min, û xweha min wan li malê şamborek çêdikirin. Xweha min a din jî diyariya xwe ji mala bavê re şandibû; birayê min kasetek kurmancî danîbû ser teybê. Hişê min li ser kaseta di çakêtê min ê dibistanê de. Min ew kaset ji çakêtê xwe derxistibû:
- Ka bê ev çi kaset e?
- Kaseta çi?
- Ev kaset.
Min li çavên wî dinêrî. Meraqa min fêm kiribû û kaset danîbû ser teybê: "Kekê min tu car namire. Wî soz daye ew ê bifire."
Wekî we jî texmîn kir, ew dengê Rotînda bû. Heger peyvên min têra qalkirinê bikira, min ê qala çîroka stranê bikira. Ew strana ku bi navê xwe Bawerî di wê teybê de olan dabû. Min hê pirtûka Rotînda nexwendiye; lê dibêjim belkî çîroka vê stranê jî di pirtûka xwe de qal kiribe. Temênê min ber bi 37'an ve diçe û ew stran hê wekî cara pêşî di zarokatiya min de bandorê li ser min dike.
Mirin li xwediya tahl tê, meriv dibêje qey nemiriye, meriv dibêje qey her tişt xewnek e; lê ne xewn e. Rastî bi xwe ye. Kêm caran nivîsê min bi girî ve dikir, gava têm ber bi dawiya vê nivîsê hêsirên min dibarin.
Di wê zarokatiya xwe de, li ber dikana gund bûm. Min hê cilên xwe ê dibistanê ji xwe nekiribûn, meytê Cahidê birayê min di wê wesayîtê de, bê qey roja qiyametê bû, her kesî ber bi mala me ve baz dida. Min ji xwe mirina wî hîs dikir; lê cardin jî lingê min di dilê min de asê mabû. Dawiya dawî çûbûm, girî kedî dibû. Min fedî dikir li ber çavên xelkê bigirîm. Li paş deriyê odeeyke ku min doh şev di xewna xwe de dît digiriyam. Ew veşartibûn; lê min bawer nedikir, min digot:
- Wê bibe êvar, û vegere.
Ma min ê çima bawer bikira? Çîroka min, û birayê min; çîroka wê dayika ku xebera kurikê wê yê şehîd jê re tê:
- "Na Azad şehîd neketiye, wî soz da ye, ew ê bê."
Belkî bi berfirehî çîroka stranê di pirtûka Çîroka Rojê û Zarokên Agirî de hebe. Ji ber vê ez ê cardin stranê vekim û berê we bidime gundê xwe.
Li gund min navê Amed cara pêşî cardin di zarokatiya xwe de bihîstibû. Amed navê kurikê nanpêja me ya li gund bû. Her kesî dizanîbû ku Amed çûye bûye stêrk; lê dayika wî her sibeh motorê wî derdixist hewşê û paqij dikir, her ku dayika min ji ser tenûrê bihata digot:
- "Hesîna cardin motorê kurikê xwe derxistiye; lê hê jî bawer nake ku kurikê wê ne li vê dinyê ye."
Gora wî nebedî, mîna bi hezeran gorên winda. Ew qasî ne hêsan bû ku qebûl bike. Çîrokên me di bin keviran de pir in, divê em wan ji wir derxin. Ji ber vê yekê pirtûka Rotînda dê bibe arşîveke pir bi wate. Min bi rêya telefonê xwe gihand Rotînda û xwest vê nivîsê binivîsim; lê ji nivîsê wêdetir, min dilê xwe vala kir. Ez carekê din rehet bûm û di wê hêviyê de me rojekê ez ê pirsên xwe amade bikim û ji Rotînda bipirsim.
Û bi hêviya ku rojekê ev pirtûka wî a ku ji çîrokên stranên wî pêk tê li her çar parçeyê welêt belav bibe tenê li Ewropayê belav nebe. Wekî gotina dawî serfektinê ji Rotînda re dixwazim û pirtûka wî pîroz be.


27'ê mehê ji bo derxistina pirtûkê çalakiyek li dar dikeve.