logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

10 hezar girtî bên berdan Tevgera Kurd wê bikaribe çi bike bo wan?

  • Dîrok: 28/12/2025

Pirs ev e: 10 hezar girtî bên berdan Tevgera Kurd wê bikaribe çi bike bo wan?
Ger hûn bêjin, "ka bila bên berdan paşê emê bifikirin çi bikin”, wê çaxê vê nivîsê nexwînin. Lê ger hûn meraq bikin ka pirsgirêk çi ye, kerem bikin em bi hev re lê binêrin.

Pêşî agahî:
Niha li girtîgehên bajarên kurdan û li girtîgehên bajarên Tirkiyeyê bi deh hezaran girtiyên siyasî, girtiyên kurd hene. Gelekan ceza xwariye; beşek jê jî hê doza wan didome. 
Bifikirin ku niha Pêvajoya Çareseriyê didome û biryar bê dayîn ku hemû bên berdan. Ne yek, ne didu, ne sed ne hezar, bi deh hezaran.*
Mesela nifûsa Licê dor 23 hezarî ye. Yanê bi qasî Licê girtî bêne berdan dê Tevgera Kurd çi û çawa bike? Ha, qesta min ji Tevgera Kurd ji DEM Partî bigire heta şaredarî, komele û saziyên din in.

Belkî hûn bêjin mesele çi ye?

Binêrîn û wisa bifikirin; kesekî dema tê girtin ji aliyê tenduristiyê ve tu pirsgirêkên wî/ê tune ne. Lê piştî tê girtin heta sal û nîv, hadê em bêjin 2 salan, dîsa pirsgirêkên wî/ê tune ne, lê bi vê demê re pirsgirêkên wî/ê yên tenduristiyê dest pê dikin: 
Mesela ji ber sermayê gurçik sînyalê didin.
Ji ber kêmgirtina oksîjenê di dan û standina nefesê de problem dest pê dikin.
Mesela ji ber ronahiyê pirsgirêka çavan dertê.
Ji ber bi têra xwe nikare xurekê, vîtamînê û tiştên din bigire pirsgirêk jixwe ber dertên.
Ji ber kêmtevgerê nexweşiya masûlkeyan xwe nîşaan didin.
Pirsgirêka diranan, êşa ku ji ber vê kişandine û hê dê bikişînin.
Hê em dikarin gelek nexweşiyên din li van zêde bikin, lê bes e.

Mesela, dema bi deh hezaran kes derên û ji van sisêyan yekê wan xwedî nexweşiyên bi vî rengî û tiştên din bin dê tevgera kurd çawa bike? Mesela bi têra xwe doktor, navendên tenduristiyê hene ku van derman bike?
Di berdanên berê de, em qala salên 2000’î dikin, me dît ku gelek kes ji van mecbûr man bi serê xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin. Gelek kes mecbûr çûn ber malbatê û serî bo wan tewand; alîkarî xwestin.

Baş e, pirsgirêk tenê ev e?
Na.
Ma çi ye?

Wisa bifikirin, kesekî/e 25 salî ye hatiye girtin, niha temen bi ser 40’î re ye, yan jî 50, ferq nake; dema derket wê çi karî bike? Wê çawa debara xwe bike? Wê here ku? Cihê mayîne heye yan na?

Tenê ev?
Na. 
Lê çi?
Mesela ji van deh hezaran kesî sedî 10’ê wan bixwaze bizewice wê çawa be? Ma ne? Tenê sedî deh. Me got nifûsa Licê, yanê dor 25 hezar kesî û sedî 10’ê wan dike 2500 kes. Ji bo vê 2500 kesî dê tevger çi bike? Biryareke çawa bide?

Bi kurt û kurmancî; em qala deh hezaran kesî dikin ku ev dê çi bikin?

Mesela hemû bikevin nava siyasete wê têde cih hebe? Yan herin komeleyan, şaredariyan? Lê dema herin wan deran yên li wê derê wê reaksiyonên çawa bidin?
Em dikarin pirsan zêde bikin, lê ez dibêjim em gotara xwe li vir bi dawî bikin.

Wisa dixuye ku ji bo vê yekê jî divê xebatên taybet bêne kirin.

*Not: Li gor îstatîstîka meha kewçêra 2025’an li Tirkiyeyê nêzî 400 hezarî girtiyên siyasî û edlî hene. 

Hin Nivîsen Nivîskar

Ji nû ve: 'Qir li nifşê nivîskarên kurd ên li Sovyetê ket'

  • 20 Adar 2014

Îro salvegera wefata nivîskar û helbestvanê kurd ê êzdî Çerkezê Reş e. Sala 2006'an de ew dê biçûya Amedê û beşdarî Konferansa Ziman...

Zaravayên meymûnan û yên me kurdan

  • 03 Berfanbar 2005

We miheqeq di Diyarnameyê de xwendiye, ger we nexwendibe jî we dîtiye; nûçeya li ser aksana meymûnan. Piştî vê nûçeyê, li ser zaravayên meymûnan...

Qedeqeya Rûdaw, Ronahî, DW û RT’yê

  • 06 Sibat 2022

Pirs ev: Qedexekirina Rûdawê li Rojava tişteke rast e? Bersiv hêsan e ne? Baş e, qedexeya Ronahî TV? Ew çi ye? Lê DW û RT ji ku hatin?Ka werin em lê binêrin.Roja...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Gelo Trump ji bo Şengalê xweserî xwest?

ad

Li ser Pira Deh Derî yadkirina Feqiyê Teyran

ad

Mesûd Berzanî di kongreya Ak Partî de axivî

ad

Li Başûr ji bo Newrozê 3 roj tatîl ragihandin

ad

Demîrtaş: Li hemberî êrîşan em mecbûrin hêviyê bilind bikin

ad

Nivîskar Asli Erdogan hat tewqîfkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname