Enqere
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di Kongreya Ak Partî de axivî û got ku ji bo pirsgirêka kurd ewê piştgirî bidin Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan.
Ji başûrê Kurdistanê Barzanî û heyeta pêre beşdarî 4'emîn Kongreya Asan a Ak Partî bû. Berzanî di kongreyê de wekî mêvan axivî û wisa got:
- Rola Tirkiyeyê ya ji bo herêmê girîng e. Em dizanin ku li herêma me pirsgirêkên girîng hene. Lê ger vîna çareseriyê hebe, her pirsgirêk dikare çareser bibe.
- Rijîna xwîna ciwanên tirk, kurd an ji gelekî din me diêşîne. Ji bo xwîn nerijê em ji bo hemû alîkariyê amade ne. Em wekî gelên li vê herêmê dijîn divê em dest bidin hev.
- Ez sipasiya Erdogan dikim ku di axaftina ku li Amedê kir de* kir de got ku pirsgirêka kurd li benda çareseriyê ye. Paşê hat Hewlêrê serdana me. Ez bawerim divê hemû kurd piştgirî bidin vê pêvajoyê. Ji ber ku tu pirsgirêk bi şîdetê çareser nabe.
- Aştî tekane rêya rast hevkirina hev e. Tirkiye hem li herêmê hem li qada navneteweyî di asteke girîng de ye. Li Rojhilata Navîn pêvajoyeke girîng tê jiyîn. Em hêvî dikin dê gareke zûtir pêşî li gelê Sûriyê vebe ku qedera xwe tayîn bike.
- Em kêfxweşin ku têkiliyên Tirkiye û herêma Kurdistanê gihîştine asteke girîng. Têkiliya aborî ya Tirkiyeyê bi Iraqê re 12 mîlyar dolar e, sedî 80'yê vê bi herêma Kurdistanê re ye.
Ji bo axaftina Barzanî ya di kongreyê de bitikînin:
*Têbinî: Qala axaftina Erdogan ku di sala 2005'an de li Amedê kiribû û qala çareserkirina pirsgirêka kurd kiribû.


