Silêmanî
Serokê Dozgeriya Giştî ya Herêma Başûrê Kurdistanê bang li wezareta Çandê ya herêmê kir ku kanala televîzyonê NRT TV bigire. Dozgeriyê îdîa kir ku bi vî awayî wê rewşa navxweyî ya herêmê aram bibe. Dozgerî ji bo sedem jî dibêje, NRT TV bi nûçeyên xwe dike ku xelk bi ya biryarên Wezareta Tenduristiyê yên ji bo xweparastina ji şewba vîrusa koronayê neke.
Di rastiyê de îşaret bi bandora nûçeyên NRT TV tê kirin ku li ser xwepêşandanên xelkê bûn ji ber ku dikandar û mûçegir mexdûr bûn. Rêxistina Nûçegihanên Sînornenas (RSF) li ser mijarê xwest ku hikumeta Başûr êdî bi hinceta Covid-19’ê zextê li NRT TV neke.
Yenî Ozgur Polîtîka


