logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve
  2. Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)
  3. Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray
  4. Kayûm şandin ser Halk TV
  5. Ji bo 1000'î ma 19!

Dilşêr Bêwar

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Dilşêr Bêwar

Dilşêr Bêwar

Pisîka Sorbelek

  • Dîrok: 10/02/2026

Şiliya dibarî, dara çinarê a li baxçe ji pelan dikir. Hizna demsalê di bin çirûskên lambeya kuçeyê de dihênijî. Bi daketina çilkên baranê re, peqik bi ava çal û kortan diket. Reşêleya ji refê xwe qetiyayî, di siya çengeyê camê de diricifî. Nalîna kemanê, çilkîna çilkên şiliyê û qirçe qirça êzîngên sobê salon dorpêç kiribûn. Çirûskên ji sobeya êzingan disûjîn, di nav salona ku bi ronahiyeke qels ronî dibû, ahengeke qehweyî pêk dianî. Qederek din şipyayî, di pacê re li derve mêze kir. 
Lembeya ku ronihiyeke qels li salonê belav dikir, şûna xwe ji lembeya li ser sêpayê re hişt. Li ser qoltixa sêpa li kêlekê ye rûnişt. Ket temaşeya reqsa çûriskên sobê yên bi tariyê re direqisîn. Kitêba li ser sêpayê girt. Berçavkên xwe yên xwendinê li ser pozê xwe bi cih kir...
Termosa tije ava kelî, qehweya hazir a bê şekir, kocikê pisik li ser vezeliyayî, roja ku siyê star li xwe nedikir, banka li devê kendal cîh li xwe xweş kirî, leylana bi rûyê deryayê ketî, pirtûka li ber qedandinê, çavên girtî yên di pişt qapaxan de li dû fîlma hiş ji xwe re afirandî, qajîna qaqlîbazan, kulpe kulpa dil, xuşe xuşa pêlan û newkîna pisikê ya di nav rûpelên pirtûkê de berê hişê min dan bîst sal berê.
Di wan rojên ku biharê dil li xwe dikir gulistan, li ser bankeke li devê kendêl rastî pisîkeke sorbelek hatim. Hêdîka li ser bankê rûniştim. Pisikê mû ji xwe neleqand. Li der û dorê tu kes nedixuya. Min û hiş gelek li berhev dan. Tilî hêdî hêdî li ser pişta qedifeyî ya sorbelek çû û hatin. Hêza sirên nepenî wekî ricifa orgazmayeke li rihê min geriya.
Bihurîna salan gelek tişt ji bîra min biribe jî, çend dîmenên zelal hê jî li terengên hiş rûniştî ne. Ez bixwazim jî ezê nikaribim kite kitên di rûpelan de vebêjim; lewre bi guhertina şarê lê dimam re, rojnivîska qedifeyî ya di bin sorbelekê de çawa ji nişke ve li min eyan bû, her wiha jî winda bû.


"Ji xilaskirina zanîngehê re sê meh mane. Îro li ber bara kafebarekê rastî çavpisîkek hatim. Qey te digo, xweda sirf ji bo dilbijokiya min ew nitirandiye. Porê çûrê dirêj bi çend guliyan re li nav pişta wî dihejiyan. Pozek piçûkê narîn, didanên mircanî, dêmên ku bi lebata lêvan re gul lê dibişkivîn. Bejneke ne kin ne dirêj a lihevhatî. Dev, lêv û çavên ku kêliyeke jî ken xwe jê nedikirin. Bi koma hevalên xwe yên jin û mêr re bi hîqehîq bû. Hesteke tenê carna di xewnên şevan de li min dibû mêvan, ez girtim nav pencên xwe. Ger ji wan çavên reqsok nebûna, li wê naverastê ji min bixwesta ku ez xwe rût û tazî bikim û ew bi bedena min bikeve, min ê negota na. Bi hatina Gulperiya lêvçirtik re em ji barê dûr ketin. Bi dûr ketinê re hestên min hest dikirin vemirîn."

"Çendeke pejna çavpisik nayê."

"Îşev wexta ez û Gulperî ji kafeya ku em her êvar lê dibûn mêvan derketin, li devê derî em bi çavpisîk re rû bi rû man. Gulperî û çavpisîk rûyê hev mirçandin. Cara ewil me merhebayeke da hev. Ew û hevalên xwe yên piraniya wan keç in ketin kafeyê, em jî çûn mala em lê diman. Çer ketim mal, reverev revîm daşîrê. Li daşîrê bi destê ku me dest dabû hev min li xwe xweş anî."

"Du meh e min zanîngeh xilas kiriye. Du şev berî em ji bajarê lê dixwînin berê xwe bidin mala xwe, em komek heval li malekê ji bo şevbihêrkeke li hev civiya bûn. Bi kêf me dixwar û vedixwar. Saet li dora dehê şevê çavpisik û çend hevalên xwe jî hatin mala em lê bûn. Bi hatina wan re mal veguherî şevbêrkeke şeng. Tiqin, mirçîn, piste pist û reqîna ji solên kesên dans dikirin bi nav guhê hev diket. Bi şûşeya bîrayê re çavê min li çavpisîk bûn. Kenîn û serdestiya sohbeta wî dil ji min dibir. Çend caran navrana min şil bû, her Xwedê dizane. Bi destê sibê re em şeş kes di mal de man. Xwediyê malê û hevala xwe kişiyan oda xwe. Li salonê ez, çavpisîk û du kesên ku min ew li wê malê nasîn, man. Demek şûn de her yek ji wan li ser qoltixekê di xew re çûn. Piştî sohbeteke dûdirêj çavpisîk bi destê min girt, ez kişandim odeyekê. Bi girtina derî re kubarê kafebaran veguherî cinawirek. Bi derbekê re ez avêtim ser nivînan. Min hê xwe serrast nekiribû, kilotê min ê di nav şilekiyê de mabû ji hev çirand. Wê segbaviya ji nişke ve, beden li min kût kir. Qêrîn û lava di qirika min de fetisîn. Mîna berazekî gilêz bi devketî, çoyê xwe rada newala min a şil. Bi wê derba hov re, qêrîneke lawaz ji min çû. Heta bi oriniyeke ji ser min vekişiya nema bedena min a şerpeze ji şûna xwe leqiya. Ez çawa ji wê malê derketim û çûm mala xwe hê jî nizanim. Qey tu dibê hiş ew zemana reset kiriye ji hişê min."

"Piştî çend salan, di kokteyleke ku dengê kesî nediçû kesî de, rastî çavpisîk hatim. Guliyê xwe jê kiribûn. Li şûna guliyan fûlareke mor li dor histûyê xwe gerandi bû. Qelûneke di nava tiliyên wî de ji xwe qayil bersiva pirsên kesên tevlî kokteyla resiman bûbûn, dida. Wê kêliyê min nalet li hişê xwe û hevala ku bi darê zorê ez bi xwe re biribûm kokteylê barand. Hê di nav wê hêrs û şaşwaziyê de bûm. Hevala min ez bi ber bi wî ve kişandim. Piştî wê kirina hov, min kincê ji cemedê li bedena xwe kiribûn. Dema min dît xilasî tune û çavpisîk li me mêze dike, bi wê serma hişk re meşiyam. Wexta em bi hev dan nasîn, çavpisîk destê xwe yê qelûn di nav de da nava cênika xwe û got:
— Tu bi min xerîb nayê. Navê te ne Gulîzer e?
Bi nîv keneke xwînsar min got:
— Naxêr misyo, ne bawerim min tu dîtî bî!
Wî û hevala min bi şaşwazî li min mêze kirin. Hê gotina wî di dev de bû. Ji wir dûr ketim."

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Miriyê Hêlikan

  • 02 Pûşper 2026

Mala em lê ne, qorek mêvan tên û qorek radibin. Ûfîn û kufîna Reso ye. Piştî ku fatihe hat xwendin, Xêredîn li Reso vegeriya û got: — Resê xêrê, dîsa firefira firnikê te ne? Bi dengekî keribî, Reso li...

Pêlên Lacîwerd

  • 06 Rêbendan 2026

Ji bo guhdarîkirinê:     Behra ku ewran qumaşeke laciwerd jê re biriye, bi sewta kemanê re dilive. Hîva di pişt ewran de, carnan li ser pirtî diçilwile. Firçeya di dest de, li dor memikên ku gupikên wan...

NEZANÎN

  • 21 Tebax 2025

Ji bo guhdarîkirinê:   Mija li nav porê te me. Ev hevok ji ku za û çima hat li serê nivîsê rûnişt nizanim. Zanîna dîzanim nezan im. Zanîn çi ye daw û doza çi li me dike wê jî nizan im. Bi vê nezaninê...

Hemû Nivîsen Dilşêr Bêwar

Dilşêr Bêwar kî ye?

Dilşêr Bêwar, di sala 1977'an de li gundê Qelêçî ya girêdayî navçeya Tatosê hatiye dinê. Dilşêr navê wî yê resen e. Wî dibistana seratayî li gund, a navîn li Tatosê û lîse sala yekem li Erziromê, du salên mayîn li Tatosê xwendiye. Ji sala 1997'an heta 2008'an li Îzmîrê jiyaye û pişt re berê xwe daye Stenbolê. Ji wê demê ve li Stenbolê dijî, dixebite, dixwîne û dinivîse. Ew karker û hostayekî înşaatê ye. Heta niha di hin kovar û malperan da helbest, çîrok û rexne/krîtîkên wî hatine weşandin. 
Bi navê "Notên Xwendinê" e-pirtûka wî derketiye.

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Rûyê herî xweşik ê cîhanê

ad

Abramovichî 120 mîlyon dolar da vî berhemî

ad

Ciwaniya Maradona li vir derbas bû

ad

Berendamên AKP'ê yên Amed û Batmanê

ad

Tû û mekanê bîrê

ad

Xelata Edaletê dan Emîne Şenyaşar

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

  • 13 10 2026
news

Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)

  • 13 10 2026
news

Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray

  • 13 10 2026
news

Kayûm şandin ser Halk TV

  • 14 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname