Diyarname
Serokê Kilûba Chelsea, karsazê rus Roman Abramovich tabloyeke din xist nav koleksiyona xwe. Abramovich tam 120 mîlyon dolar da tabloya tabloya Edvard Munch ê norwecî yê bi navê "Qêrîn".
Di sala 2017'an de tabloya Leonardo da Vinci a bi navê "Salvator Mundi" bi 450 mîlyon dolarî hatibû firotin. Niha Abramovich ev tablo bi 120 mîlyon dolarî girt ku bi vê yekê ev tablo jî ket nava tabaloyên herî buha.
Pereyên ji tabloyê hatine bidest xistin ji bo Norwecê dê bêne xerckirin ku hedef ew e bi van pereyan muze, otel û navendeke hunerî bê avakirin. Abramovich berê jî talboya Lucian Freud a bi navê "Sueya Qelew" bi 33.6 mîlyon dolarî kirî bû. Abramovich di sala 2003'yan de kilbûba îngilîz Chelsea bi 140 mîlyon poundî kirîbû.


