Diyarname
Komîserê mafên mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Volker Turk rewşa li Rojhilata Navîn wekî "xeternak" bi nav kir û bang li dewletan kir ku dawî li şerî bînin.
Li ser daxwaza welatên Kendavê, Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) îro li Cinêvê civînek bi mijara şerê li dijî Îranê re li dar xist.
Di civînê de Turk diyar kir ku ev şer xwedî potansiyeleke mezin e ku dewletan ji çar aliyên cîhanê ve bikişîne nava xwe û wiha dom kir: "Rêya yekane ya garantîkirina rêgirtina li ber zêdebûna aloziyê bidawîkirina şer e. Di serî de welatên xwedî giranî, ez bang li hemû welatan dikim ku ji bo pêkanîna vê yekê bixebitin."
AGAHIYÊN NAVA ROJÊ
Li aliyê din îro pêşî agahiyî hatin ku DYA'yê ji bo rawestandina şer 15 xal pêşkêşî Îranê kirine.
Dûre hat gotin ku Îranê ev yek red kiriye. Piştî vê yekê vê carê hat gotin ku Îranê ji bo rawestandina şer 5 xal pêşkêş kirine.
Her wiha ji roja şer di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de dest pê kiriye meseleya Kendava Hurmuzê bûye pirsgirêka sereke ji ber ku ew der rêya jê birina çavkaniyê ye. Îro Îranê ragihand ku keştiyên 'ne dijmin' dikarin bi hemahengiya desthilata Îranê re di tengava Hurmuzê re derbas bibin, lê bi şertê ku keştî beşdarî kiryarên 'dijminane' nebin.


