Diyarname
Wezareta Parastinê ya Danîmarkayê di adara 2025’an de ragihandibû ku ji sala 2026’an pê ve leşkeriya mecbûrî ji bo jinan jî dest pê dike. Di vê çarçoveyê de Prenses Isabella jî wê here leşkeriyê.
Li gorî biryara nû, dema leşkeriyê ya ku berê 4 meh bû, hem ji bo mêran hem jî ji bo jinan derxistin 11 mehan.
Li Danîmarkayê di sala 2024’an de 4 hezar û 700 kes çûbûn leşkeriyê û ji sedî 25’ê wan jin bûn. Lê bi pergala nû re êdî jin jî wekî mêran bi awayekî mecbûrî dê berê xwe bidin qişleyan.
Qesra Kraliyeta Danîmarkayê ragihand ku keça Kral Frederik û Kralîçe Maryya bi navê Prenses Isabella ya 18 salî ku vê havînê wê dîplomaya xwe ya lîseyê digire, dê di meha gelawêjê de biçe leşkeriyê.
Hin agahiyên der barê Prenses Isabela de bi vî rengî ne:
- Dê li Alaya Siwariyan a Mihafizan 11 mehan wezifeyê bike.
- Isabella, di dîroka welat de dibe yek ji jinên pêşîn ku leşkeriya mecbûrî dike.
- Li gorî çapemeniya Danîmarkayê prenses dê 5 meh perwerdehiya bingehîn û 6 meh jî perwerdehiya operasyonel bibîne.


