Ji bo guhdarîkirinê:
Mija li nav porê te me. Ev hevok ji ku za û çima hat li serê nivîsê rûnişt nizanim. Zanîna dîzanim nezan im. Zanîn çi ye daw û doza çi li me dike wê jî nizan im. Bi vê nezaninê ve tilî li ser klavyeyê direqisîn. Tişta direqise tilî ne an hiş e, wê ji nizanim. Guh di ser dil de bel dikim deng jê nayê. Newêrim berî bidim hişê fesad.
-Ma ez pîr bûme?
-Marijana te ev ji ku derxist?
-Ma wekî din maneyeke; ‘mija li nav porê te me’ heye?
-Tir li ku das li ku? Çi eleqeya wê bi te heye? Tu ji ku dizanî min ev hevok nivisiye? Ma tu remildar î?
Bi ken dibê:
-Ma hest ji bo çi hene? Ma nabe bayê ji min re ji nav pispisînên te hilçandibe?
-Tu jî mîna Sibatokêyî geh digîrî geh dikenî? Qey tu jî bûyî Elîzabeth Castello?
-Binêr bê ku haya te jê hebe dîsa ji min re dibêjî tu pîr î? Ma êdî tişt nema tu min dişibînî Sibatoka sipûsar a porspî?
-Ka li neynikê binêre, ma tayek spî di nav porê te de ye?
Ji bo didanên wê yên ji cixare kişandinê zerbûne dernekevin pêş di bin simbêlan de bi bişirîn dibê:
-Çiqas tirsonek û cidî yî law. Ma nabe ku bixwazim devjeniyê bikim? Kesek te nenase li sikumê te mêzeke wê di binê xwe de berde. Netirse ne remildar im, ne jî bayê pispisînên te ji min re anîn. Qasek berê wexta ji daşîrê vegeriyam min hevok li rûyê têlefonê de dît.
Wexta çavê xwe vedikim horiyeke di ser min de xwar bûye. Bi çavê xewar li der û dora xwe mêze dikim. Dîtîna dibînim li odeyeke di nav nivînan de me. Yekser destê xwe dirêjî çîpa xwe dikim. Wexta dibînim çîpa min bi min ve ye. Bêhna min tê ber min. Hemşîre bi bişirîn dibê:
- Çîp nedir çîp?.
Kitêba Coetze a li bin balîfa xwe da dirêjê wê dikim.